1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kampanya bi çalakiyan didome
Kampanya bi çalakiyan didome,kampanya,bi,çalakiyan,didome

Kampanya bi çalakiyan didome

Li Rûsya kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ bi çalakiyan didome

A+ A-

Kurdistaniyên li Rûsyayê jiyan dikin roja borî li paytext Moskowayê standek ya îmzeyan danîn û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan îmze komkirin.

Kurdistaniyên li Rûsyayê jiyan dikin, di 12’ê Cotmehê demjimêrên navbera 14-16’an de li ber peykerê Sûvorov yê li Qada Sûvorovê Moskowayê di çarçoveya kampanya navnetewî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin standek hate danîn. Di standa îmzeyan de bi sedan îmze hatin komkirin.

Standa ku li qadê hate vekirin û posterên Ocalan hatin daliqandin ji aliyê derdorê ve eleqeyek mezin dît. Her wiha Kurdên li Moskowayê jiyan dikin bi standa ku danîn tecrîda li ser Ocalan jî vegotin. Xebatên komkirina îmzeyan duh jî berdewam kir.

Ji dervey vê jî duh şev bi boneya şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê li mala Kurdan ya Moskowayê civîn hate li darxistin. Kurdên li Rûsyayê û her çar perçeyê Kurdistanê jiyan dikin tevlî civînê bûn.

Civîn destpêkê deqîqeyek rêz girtinê li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di civînê de nûnerê KNK’ê yê Rûsyayê Cemal Denîz axivî û balkişande ser girîngiya komployê ji bo gelê Kurd. Cemal nirx û girîngiya şehîdan ya di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jî anî ziman.

Cemal destnîşan kir ku, hêzên navnetewî wisan hesibandin ku ger em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û radestî Tirkiyeyê bikin dê tevgera azadiya Kurdistanê tune bibe, lê belê tam berovajî çêbû, gelê Kurd li derdora Rêber Netewî Abdullah Ocalan kombû û bihêztir bû.

Civîn bi sloganên dilsoziya bi Ocalan û şehîdan re dawî bû.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî