1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kampanya îmzeyan: Werin em dagirkeran ji welatê xwe derxin
Kampanya îmzeyan: Werin em dagirkeran ji welatê xwe derxin,kampanya,îmzeyan,werin,em,dagirkeran,ji,welatê,xwe,derxin

Kampanya îmzeyan: Werin em dagirkeran ji welatê xwe derxin

A+ A-

QELADIZÊ (DÎHA) - Kampanyaya îmzeyan ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz ve hat destpêkirin û ji bo derxistina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê berdewam dike. Ciwanan diyar kirin ku divê heya Newroza 2015’an baregehên leşkerî ji Herêma Federal a Kurdistan werin derxistin.

Kampanyaya îmzeyan ya di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz de bi dirûşma "Werin em dagirkeran bikin derê" ji bo derxistina baregehên leşkerî yên dewleta Tirkiyeyê bênavber dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de ciwanan li navçeya Sengesera Qeladizê îmze kom kirin. Li ser vê yekê endamê Ciwanên Welatparêz Mihemed Kwêxa diyar kir ku armanca wan ya kampanyaya hêzên dagirker ji axa xwe derxin derê û bang li tevahî welatiyan kirin ku erkê xwe yê netewî li beramber dagirkeran pêkbînin û hêzê bidin kampanyayê.”

Mihemed Kwêxa anî ziman ku pêwîste heya cejna Newroza îsal ya 2015’an baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Herêma Federal a Kurdistanê derxin ji derve û wiha got:"Divê hêzek hevpar ya ji keç û xortên welatê me bê damezrandin û dawî li hêzên yek alî bê kirin. Pêwîste dema ku baregehên leşkerî hatin li avakirin, cihê wan bibin cihên perwerdehiyê û cihê hêza parastinê ya başûrê Kurdistanê.”

Kampanyaya komkirina îmzeyan li bajarê Kerkûk, Helebçe, Kelar, Ranya, Silêmanî û gelek navçeyên din beriya çend hefteyan hatibû destpêkirin. Duh jî li Herêma Pişder kampanyaya komkirina îmzeyan destpê kir.

(oî/wk)