Kampanyaya navneteweyî ya 'Ji Ocalan re Azadî'
Bruksel - Li aliyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike, li aliyeke din ji bo azadiya Ocalan di qada navneteweyî de kampanaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” tê destpêkirin. Kampanya dê di 6’ê Îlonê de bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Brukselê dest pê bike.
Înîsiyatîfa navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî-ji Kurdistanê re Aşitî” ya ku navenda wê li bajarê Kolnê yê Almanyayê ye, vê carê kampanyaya ji Ocalan re Azadî di qada navneteweyî de dide destpêkirin.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya îro da de ragihand ku ew ê di 6’ê Îlonê de bi civîneke çapemeniyê, bi beşdariya kesayetên navneteweyî bidin destpêkirin.
Di daxuyaniya der barê civîna çapemeniyê de hate dayîn de hate diyarkirin ku heta niha zêdetirê hezar kesayetên li seranserê cîhanê biryar dane ku beşdarî kampanyaya navneteweyî ya “Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re Azadî” bibin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd îro ji her demê zêdetir xwedî girîngiyeke mezin eû wiha hat gotin;
“Iraq, Îran, Sûriye û bi taybet jî Tirkiye, bi pirsgirêka herî mezina Rojhilata Navîn –ya ku hîna nehatiye çareserkirin- pirsgirêka Kurd re rû bi rû ne. Pevçûnên di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurdan de berdewam dikin.”
Her çendî aşkere bûye ku daxwazên mafên çandî û siyasî yên gelê Kurd bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin, lê pêngavên ji bo aşitiyê nayên avêtin û pevçûnên bi xwîn berdewam dikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku beşdarên civîna çapemeniyê ya ku dê bê lidarxistin, dê beriya her kesê îmze biavêjin û dê bal bikişînin ser girîngiya serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd.
Kesên nû beşdarî civîna çapemeniya ji bo kampanyaya navneteweyî ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî bibe ev in:
-Ji Parlementerên BDP’ê û Înîsiyatîfa Jinan a ji Ocalan re Azadî Ayla Akat Ata, Tirkiye
-Parlementer û Endamê Înîsiyatîfa PEACE (Aşitî) Andrej Hunko, Almanya
-Alîkara berê yê Serokê Parlementoya Ewropayê Luisa Morgantini, Îtalya
-Seroka Westminster Justice and Peace Joe Ryan, Îngîlîstan
-Nunera/ê Tevgera Dostaniya Navnijadî û Dijî Nijadperestiyê (MRAP), Franse
-Ji Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji ‘Abdullah Ocalan re Azadî- li Kurdistanê Aşitî’ Reimar Heider, Almanya
Civîna çapemeniyê dê li Navenda Çapemeniyê ya Navneteweyî di 6’ê Îlonê de saet di 10.30 de li navnîşana: International Press Centre (IPC), Rue de la Loi, 155 – Bloc C, 1040 Brüksel bê lidarxistin.
ANF NEWS AGENCY