Kaplan: Erdogan jî bazirganê mirinê ye
"Baş e hûn kîne? Hûn jî bazirganê kuştinê ne."
Wekilê Serokên Koma BDP'ê Hasip Kaplan, bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a "Dest ji ber nobedariya li ber morgan berdin" da û wiha got: "Baş e hûn kîne? Hûn jî bazirganê kuştinê ne."
Wekîlê Serokên Koma BDP'ê Hasip Kaplan, bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a BDP'ê wekî nobetarê morgê nîşan dide da. Kaplan. têklidarî mijarê li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kaplan, anî ziman ku salek di ser hilbijartina 12'ê hezîranê re derbas bû û wiha got: "Em li vir deşifre dikin. Li dijî me operasyonên tên plankirin ji aliyê AKP'ê ve pêk tên. Li dijî nûner û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û partiya me her tim operasyonên siyasî tên lidarxistin. Berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Karên Hundir Îdris Naim Şahin e."
Kaplan, da zanîn ku Serokwezîr Erdogan her tim bi gotinên nifrînê diaxive û şer û aloziyê zêde dike û wiha got: "AKP dixwaze bi girtina şaredar û rêveberên BDP'ê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Serokwezîr Erdogan li her derê bi maşîneyên zirxî tev digere. Li vî welatî ji bilî bejn tewandina li hemberî AKP'ê her tişt qedexe ye. Hemû kesên li dijî daxwaz û berjewendiyên AKP'ê tev digerin tên binçavkirin û girtin. Niha Erdogan ji mere dibêje hûn li ber morgan nobetê digirin. Pekî hûn kîne. Hûn jî bazirganên mirinê ne. Hûn ji bo rantê mirovan dikujin. Hêj we hesabê komkujiya Roboskiyê nedaye. Hûn kesên feqîr û jar dişînin herêmên operasyonê û kesên dewlemend jî dişînin cihê bi ewle. "
Kaplan zimanê çapemeniyê jî rexne kir û da zanîn ku AKP li dijî BDP'ê şer dike û ji ber vê yekê her roj rêveber, şaredar û nedamên meclîsên wan tên binçvkirin û girtin.
Kaplan, daxwaza Serokwezîr Erdogan ya bila kurdî bibe dersa zimanê hilbijartî jî rexne kir û da zanîn ku ev ne çareserî ye û divê kurdî wekî zimanê tirkî bi awayekî fermî li dibistanan wekî zimanê fermî bê dîtin û kurd karibin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.
(mae)