Karadag li gundê xwe hat definkirin
Endamê HPG'ê Karadag li gundê xwe hat definkirin
Cenazeyê Endamê HPG'ê Hasan Karadag (Savaş Urfa) ê ku li çoltarê navçeya Bazîdê ya Agiriyê jiyana xwe ji dest da li navçeya Hewag a Rihayê li gundê lê hatiye dinê bi slgona "Şehîd namirin" hate definkirin.
Cenazeyê Endamê HPG'ê Hasan Karadag (Savaş Urfa) ê ku li çoltarê navçeya Bazîdê ya Agiriyê jiyana xwe ji dest da li gundê Kargili ya navçeya Hewagê ya Rihayê hate definkirin. Welatiyên ji navçe û navenda Rihayê ji bo tevlî merasîma cenaze bibin derketin rê li ketina navçeya Hewagê ji aliyê polîs û leşkeran ve li nokteya lêgerînê rawestandin. Piştî kontrola nasnameyan 20 wesayîtên ji bo ku tevlî merasîma cenaze bibin ji aliyê polîsan ve hatin destserkirin û welatî ji paş ve hatin vegêrandin. Tenê welatiyên ji navçeya Pirsusê hatin tevlî merasîma cenaze bûn. Gundê Kargili jî ji aliyê polîs û leşkeran ve hate dorpêçkirin. Cenazeyê Karadag piştî ji barîkata leşker û polîsan a li ser riya gund hate avkirin derbas bû ji aliyê gundiyan ve bi sloganên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan" hate pêşwazîkirin.
Karadag li gundê xwe hate definkirin
Girseyê Cenazeyê Karadag ê ku bi alên kesk, sor û zer hate girêdan bi ser milan birin mala lê hate dinê. Piştî li malê vecîbeyên olî hatin bicihanîn darbesta Karadag ji aliyê ciwanên gund ve bi ser milan ber bi goristana gund ve derxistin rê. Di meşê de sloganên "PKK Tolhildan", "Ocalan Ocalan" hatin berzkirin. Nêzî goristana gund nimêja cenaze hate kirin û girseyê bertek nîşanî leşker û polîsên li nêzî goristanê disekînîn dan. Cenazeyê Karadag bi slogana "Şehîd namirin" li goristan gund hate definkirin. Piştî karên veşartinê girseyê rêzgirtin girt.
'Em dest ji vê dozê bernadin'
Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî piştî merasîma cenaze axivî û wiha got: "Niha heta goristana me bi tanq û çekan hatin. Em ji çekên we natirsin. Me hemûyan veşêrin jî em dest ji vê dozê bernadin û nikarin vê dozê jî xelas bikin. Em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin." Bînîcî, diyar kir ku muhatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Piştî axaftinan girse derbasî mal şînê bû.
(bd/mae)