Karasû: Divê komkujî ji her alî ve bê ronîkirin
BEHDÎNAN 02.07.2014 07:00:01 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku komkujiya li Sêwasê ji bo tifaqa navbera civaka Elewî û tevgera Kurd bê xerakirin û bi gefa şerîatê re Elewiyan nêzî dewletê bike hatiye kirin û destnîşan kir ku divê komkujî ji her alî ve bê ronîkirin. Karasû anî ziman ku bi vî rengî pêwîste hem civaka Elewî hem jî civata Tirkiyeyê vê travmayê ji ser xwe biavêjin.
Mûstafa Karasû ji rojnameya Ozgur Gundemê ji Veysî Sarisozen û Sedat Yilmaz re axivî û bi wesîleya 21. salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyanî da. Karasû da zanîn ku rasthatin nîne ku komkujî li Sêwasê hatiye kirin û got, "Kengî hêzên serdest ji bo polîtîkayên xwe pêwistî bi berdana hev a civakê dîtiye, tengezariya Elewî-Sunnî ji vê re her tim amade bûye. Di sala 93'an de ev tengezarî bikar anîn û komkujî kirin. Ev komkujî bi armanc hatiye kirin. Sala 1993'an bînin bîra xwe; di heman demê de saleke ku herî zêde li Kurdisatnê kuştinên kiryar nediyar rû da ye. Pêvajoyeke ku hewl dihat dayîn Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dijwarî were tepisandin. Li aliyê din salên 93 - 94'an salên ku herî zêde tevgera Kurd û civaka Elewî bi hev re têkilî danîn, ne tenê Kurdên Elewî, ciwanên Tirk ên Elewî jî bi xurtî tevli refên me bûye bû. Di demeke bi vî rengî de ev komkujî hatiye kirin. Du aliyên xwe hene. Li aliyekî, di mijara tifaqa navbera Elewiyan û hêzên demokratîk, hêzên azadîxwaz de gef dihat xwarin. Li aliyê din jî bi gefa Îslamî, bi gefa şerîatê re hewl didan civaka Elewî nêzî dewletê bikin."
Karasû diyar kir ku divê ji komkujiyê encam bê derxistin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Civakek bûye hevparê komkujiyeke bi vî rengî, gelo civakeke normal, civakeke xwedî tenduristiyeke başe? Civakek dikare bi normalî bifikire? Nikare. Ji ber vê yekê divê hem sedemên komkujiya li Sêwasê bê ronîkirin, hem jî hemû bingeh, merc û zîhniyeta pêkhatina komkujiyê ji holê bên rakirin, ku civaka Elewî û civaka Tirkiyeyê vê travmayê ji ser xwe biavêjin. Pêwistî bi vê heye. Ji ber vê yekê mirov nikarin li komkujiya Sêwasê bi bihure. Dibêjin eger em muzeyê ava bikin emê civaka Elewî bêdeng bikin. Ev şaş e. Heta ku komkujiyên paşerojê bi temamî neyên ronîkirin, civak nikare pêşerojeke baş biafirîne. Ji bo her du civakan jî rewşeke baş nîne. Çima Sunnî di bin gumanbariyê de bin. Çima bibin parçeyek ji komkujiyeke bi vî rengî? Lê bûn. Der heqê Elewiyan de pêşhukmiyek hatibû afirandin. Divê bingeha wan hemû neyiniyên hatine afirandin, ji holê bê rakirin."
Karasû ragihand ku bi komkujiyê re hatiye xwestin têkiliya navbera Elewiyan û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bên qutkirin û got, "Ne xwestin civaka Elewî bi têkoşîna Kurdan re bibin yek. Ji ber ku dema du çavkanî, potansiyel û hêzên demokratîk bigihêjin hev, wê di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de roleke girîng bileyzin. Bi taybetî jî Kurdên Elewî û Tirkên Elewî. Me ew dianîn cem hev. Nexwestin ev yekgirtin pêk were. Xwestin pêşî lê bigirin. Bêguman weke Nesîmî Çîmen ên Kurd jî di nav de hebûn. Hêsan e ku Kurdên Elewî û Tirkên Elewî li ser vê çandê bigihêjin hev. Kurdê Elewî û Kurdê Sunnî dikarîbûn bigihaşta hev. Di nava tevgera me de ev hemû hene. Em tevgera hevpar a hemû civakên etnîkî û olî ne. Li Rojhilata Navîn me rêxistinbûyîna Asûriyan teşwîk kirin, jiyaneke wekhev afirandin. Me rê li ber hurmetdayîna li Êzidiyan vekir. Me bandro li Tirkên Elewî jî dikirin. Xwestin bi vê komkujiyê re pêşî lê bigirin.
Eger Tirkiye nêzîkatiyeke rast a demokratîk nîşan bide, wê veguhereke welatekî demokratîk a civakên ji olên cuda bi hev re lê bijîn. Kengî demokratîk bû wê ciavkên Sunnî, Elewî bi hev re karibin bijîn. Wê karibe li Rojhilata Navîn bibe mînakek. Eegr komkujiya Mereşê bê ronîkirin, komkujiyên Sêwas, Çorûmê bên ronîkirin, sedemên dîrokî yên zîhniyetê, sedemên rojane û sedemên siyasî yê wê rojê re li ber komkujiyê vekir eger bên ronîkirin û mehkûmkirin, hingî wê li Tirkiyeyê derfetên jiyana her kesî derkevin holê. Lê belê beşên siyasî yên li Tirkiyeyê vê nanirxînin. Li Tirkiyeyê hînê nêzîkatiyeke siyasî ya gelekî dorteng û paşverû heye. Nêzîkatiyeke şovend, Tirkparêz heye. Nêzîkatiya mezhebperestiya Sunnî heye. Yê di pirsgirêka Kurd de ne demokrat bin di pirsgirêka Elewiyan de jî nikare demokrat bin Helwesteke demokratîk, helwesta hevgirtî û giştî ye.
Di dijwarbûna şerê mezhebî yê li Sûriyeyê de rola AKP'ê diyarker e. Ya ku niha li Iraqê teşwîq dike jî AKP ye. Eger AKP demokratbûya, wê li Sûriyeyê piştgirî bida Şoreşa Rojava. Piştgiriyê nade Rojava lê bi yên mezhebparêz, bi yên serê mirovan jê dikin û pê re gokê dileyzin re tifaqê dike. L cihekî ku her roj yek welat, yek netewe, yek millet, yek al lê tê gotin de tê gotin şerê Kurd Tirk, Elewî Sunnî jî dikare derkeve, şerê din jî dikarin rû bidin. Tirkiyeya ku her roj mezhebparêziyê derdixîne pêş, nikare vê bingehê ji holê rake.
Li Rojhilata Navîn ev pirsgirêk ciddî ne. Li Rojhilata Navîn, dema modernîteya kapîtalîst bi neteweperestî û mezhebperestiyê re gihaşt hev, ket rewşeke hîn bêtir xetere. Neteweperestî xwe ji olperestiyê xwedî dike, olperestî jî xwe ji neteweperestiyê xwedî dike bi vî rengî xetere dibin. Em hemû dizanin; beriya 200 salan Asûrî, Ermenî li vê xakê nedijiyan? Pêkhateyên bingehîn bûn. Kengî tine bûn? Piştî ku zîhniyeta kapîtalîst ket Rojhilata Navîn ev rû dan. Berê tinebû. Li dijî zîhniyeta mezhebperestî, neteweperestî, despot û modernîteya kapîtalst, projeyeke cuda divê. Serok Apo modela neteweya demokratîk derxist holê. Ev gelekî girîng e. divê rola modernîteya kapîtalîst a di vî şerê mezhebî de bê dîtin. Dibêjin qey her tişt ji Rojhilata Navîn derdikeve. Li Rojhilata Navîn berê ewqas nebû. Bi modernîteya kapîtalîst re hat rûniştandin. Eger rewş berê bi vî rengî bûya, wê Ermenî, Suryaniyan karîbûna ewqasî bijiya?"