Karasû: Divê têkoşînek hevpar bê dayîn
CÎHAN OZGUR - BEHDÎNAN 07.08.2014 07:00:00 Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku gerîlayên HPG û YJA STAR'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî çalak li Şengalê şer dikin û banga têkoşîna hevpar li tevahiya rêxistin û civatên Kurdistanê kir. Karasû diyar kir ku yên Kurdên Şengalê feda kirine nikarin Başûrê Kurdistanê jî biparêzin û careke din pêşniyar kir ku hêzên Kurdistanî di bin sîwana fermandariya hevpar de bicivin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, êrîşa dagirkeriyê ya çeteyên DAIŞ'ê i hemberî Şengalê û rewşa piştî wê rû da, nirxand. Karasû da zanîn ku gerîlayên HPG û YJA STAR'ê li Şengalê bi YPG, YPJ û Yekîneyên Berxwedana Şengalê re li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û nûçeyên dibêjin, "Pêşmerge bi gerîla re li Şengalê li ber xwe dide" derewand. Karasû got, "Yekîneyên pêşmergeyan li aliyekî, pêşmergeyekî bi tenê jî li wir nîne."
Karasû ragihand ku mîna Şengalê Mexmûr û tevahiya Kurdistanê di bin xeteriyê de û destnîşan kir ku pêşniyara fermandariya hevpar a Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ku li PDK, YNK û hemû rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê kiribû, nêrîna tevgera wan e û anî ziman ku heta niha bersiv ji vê pêşniyara wan re nehatiye dayîn.
Karasû diyar kir ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê yên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine avakirin ji hêzên herêmî pêk tên û da zanîn ku divê Kurd, Tirkmen, Asûrî, Suryanî û gelên din bi hev re tevbigerin. Karasû got, "Tirkmen jî di bin xeteriyê de ne. Ji bo me Telafer jî bi qasî Şengalê girîng e. Tirkmen gelekî mazlûm e, gelekî bindest e. Tevgera me tevgera mazlûman, tevgera bindestan e. Lewma divê Kurd Tirkmenan jî biparêz in, Telafer û Şengal di eniyeke hevpar a berxwedanê de bicivin."
Karasû di hevpeyvîneke taybet a bi Cîhan Ozgur ji Stêrk TV re ragihand ku piştî Mûsil ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin ew li bendê bû êrîşeke bi vî rengî rû bide, lewma serî li PDK'ê dane û got, "Me gotin, werin em bi hev re Şengalê biparêz in. Dibe ku li hemberî Şengalê êrîş bê kirin. Me pêşniyar kirin ku Li Şengalê eniyeke hevpar a berxwedanê ava bikin. Me serî li wan dan, lê belê pêşniyara me qebûl nekirin. PDK'ê got, ku ewê biparêz e."
Karasû ragihand ku di mijara Mexmûrê de jî ew bi PDK'ê re ketine nava têkiliyê û diyar kir ku wan pêşniyar li wan kirine ku li wir jî xeta parastinê ava bikin.
Karasû anî ziman ku ev pêşniyara wan jî hatiye redkirin û wiha xivî: "Bi heman rengî ji bo Kerkûkê jî me serî lê dan. Ji ber ku me dizanîbû wê li vê herêmê êrîş zêde bibin, me serlêdan kir. Li wir jî YNK'ê qebûl nekir. Bûyerên qewimîn em piştrast kirin. Şengal rastî êrîşê hat. Vaye hatine nêzî Mexmûrê. Agahî tên ku li gundên 15 kîlometre dûrî Mexmûrê ne. Li hemberî Şengalê êrîş hat kirin. YPG'ê rewş ji berê ve dît û hin hêzên xwe şand. Weke tedbîr çend komên biçûk çûbû, lê em qet ne li bendê bûn ku PDK hîç li ber xwe nede û vekişe."
Karasû da xuyakirin ku li herêmê hemû pêşmerge vekişiyane û ev nirxandin kir: "Di bin kontrola gerîla de derbasî Rojava bûn û ji wir jî ji deriyê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Yanî ti ji wan nemaye. Yek jê jî nîne. Bi sedan wesayîtan vekişiyan. Hin televîzyonên li Tirkiyeyê radibin dibêjin "Pêşmerge û gerîla bi hev re li ber xwe didin. Ji pêşmerge re ferman hatiye dayîn, wê i ber xwe bide." Tiştekî bi vî rengî nîne, heta niha tiştekî wiha tineye. Ji niha û pê ve wê bibe, em nizanin. Eger rewşeke wiha bibe emê kêfxweş bin. Ji xwe banga me jî ev e. Hatina pêşmergeyan û li berxwedana wan e. Li gorî agahiyên ji me re tên tê gotin 'eger êrîşek li hemberî Mexmûrê bê kirin, dibe ku bikevin nava kar' lê belê ne zelal e. Wekî din YNK'ê jî gotiye 'Em jî dikarin bên Şengalê li ber xwe bidin'. Ev hemû nêzîkatî, nêrîn e. Pratîkeke berçav nîne. Qet ne rast e ku pêşmerge bi YPG û HPG'ê re li ber xwe dide. Nûçeyên derew in. Çima ev nûçe tên kirin, me fêm nekirine. Çapemenî tê wateya rastiyan. Di vê mijarê de wan navgînên çapemeniyê rastiya xwe winda kirine. Kî yê ji niha û pê ve ji nûçeyên wan bawer bike. Tiştekî tineye mîna heye nîşan didin."
Karasû diyar kir ku divê li hemberî DAIŞ û gefên din têkoşîneke hevpar bê dayîn û got, "Ji xwe niha YPG bi HPG, YJA STAR re li Şengalê bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê re li ber xwe didin. Di vê mijarê de eniyeke hevpar hatiye vekirin. Bêguman ev demeke dirêj e nêzîkatiyeke me ya bi vî rengî heye. Em dibêjin bila fermandariyeke hevpar hebe, li dijî êrîşan em hêzên xwe bikin yek. Ev yek ji bo Mûsilê, ji bo Kerkûkê, ji bo Telaferê, ji bo Xaneqînê jî dibe. Ev nêzîkatiya me ye. Nêzîkatiyeke rast e. Bêguman cudahiyê polîtîk dibe ku hebe, lê belê dema xeterî li ser Kurdan hebe, ya divê bê kirin berxwedana hevpar e. Divê pêwîstiya me ji hev hebe. Dijminê Kurdan gelek e. PDK di nava nêzîkatiyeke şaş de ye, YNK jî. Kurd ne Kurdên beriya 50 salan e. Kurdên beriya 50 salan qels bû, lewma di polîtîkayê de xwedî tirks bû, xwe nêzî polîtîkayên wiha yên yekîtiyê nedikirin. Divê ev polîtîka bê guhertin, ji xwe bawer bikin. Eger Kurd bibin yek li Rojhilata Navîn kes dikare li hember derkeve. Em hatine vê nuqteyê. Divê PDK vê bizanibe. Goran, YNK û tevahiya Kurdan vê bizanibe. Hewceye êdî em ji hev bawer bikin. Eger PDK'ê hişyariyên me li ber çavan bigirta, eger me li Şengalê hevkarî bikira, DAIŞ'ê nikarîbû gavekê jî biavêje. KAIŞ kî ye! Ji derdorê berhev bûye. Niha jî cihê diçê leşker ji wir direve. Hêza berxwedanê ya Kurdan zêdetir e. Kurd şervan e, ji dîrokê ve şervan e. Sedemên Kurdan ên ji bo li ber xwe bide gelekî zêde ye, sedema jiyana demokratîk û azad, sedema hebûn û tinebûnê heye. Dikare li hemberî her kesî li ber xwe bide. We li Kobanê dîtin, her sê alî hat dorpêçkirin, lê li ber xwe da. Şoreşa Rojava li ber xwe dide. YPG bi hêzeke biçûk jî dema çû, yekser DAIŞ sekinand. Gerîla fedaî ye, hevalên me fedaî ne, niha bi sed qatî zêdetir bûne fedaî. Her kes dibêje 'Em biçin Şengalê' gelekî bi hêrs bûne! Yanî rihê wan ê fedaî derketiye asta herî bilind. Ev gelekî girîng e. Hesasiyeta hevalên me ya ji bo Şengalê, rûmet e."
Karasû der barê Mexmûrê de jî ev nirxandin kir: "Dema Mûsil hat dagirkirin me bi PDK'ê re têkilî danî û xwest ku li Mexmûrê xeteke parastinê ava bikin. Lê belê hat redkirin, em hatin astengkirin. Mîna li Şengalê. Bêguman Mexmûr ji berê ve sempatiyê nîşanî me dide. Gelê Botanê ji xwe bi çek e, li her cihî xwedî çek e. Lewma navgînên parastina xwe di gelek astan de ava kirine. Ew herêm di bin kontrola PDK'ê de ye. Dikarin bi PDK'ê re eniyeke hevpar a berxwedanê ava bikin. Mexmûr di bin xeteriyê de ye. Li wir berpirsyariya PDK'ê heye. Bawerim di mijara Mexmûrê de tevgera hevpar a bi PDK'ê re, tevgera bi gerîla re dikare derkeve holê. Rewşeke wiha derkeve holê em ê kêfxweş bin.
Me tedbîrên xwe girtine. Gelê Botanê ji xwe şervan e, hemû jî şervan û milîs in. Bi qasî gerîla dikarin şer bikin. Eger şer bikin jî wê bi egîdî şer bikin. Û wê şer bikin jî. Di kongreya me ya 5. de dirûşmeyeke me hebû, hinekî heneko hinekî rast bû. Dihat gotin; "Bi Gûyîbûyînê re em şer qezenç bikin". Gûyî ji xwe şervan in, Botanî ji xwe şervan in. Nîvê Mexmûrê Gûyî ye, yên din jî şervan in. Yanî bi kurtasî dixwazim bêjim gelê Mexmûrê şervan e. Ciwanên wê şervan in. Mexmûr wê li ber xwe bide."