1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Karasû: Li dijî dagirkeriya AKP'ê dema berxwedanê ye
Karasû: Li dijî dagirkeriya AKP'ê dema berxwedanê ye,karasû,li,dijî,dagirkeriya,akp,ê,dema,berxwedanê,ye

Karasû: Li dijî dagirkeriya AKP'ê dema berxwedanê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku dem hatiye bi ruhê berxwedana Kobanê, bi ruhê serhildana 6-7-8'ê Cotmehê, li dijî dagirkeriya AKP'ê ya li Sûriyeyê berxwedan xwe nîşandan

A+ A-

BEHDÎNAN / ANF - NÛDEM SOZDA

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû li ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ajansa me re axivî.

Karasû bi bîranîna şehîdên Kobanê û şehîdên di çalakiyên piştgiriyê de jiyana xwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir û yên di berxwedana Kobanê de cih girtine, silav kir. Karasû da xuyakirin, ku ew 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ne tenê weke rojeke piştgiriya bi gelê Kurd re dibînin û destnîşan kir, ku di şexsê Şoreşgerên Rojava de ew 1'ê Mijdarê de weke desteka ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn dibînin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Azadî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn, ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd, wê ji bo siyaseta demokratîk û azad a hemû mirovahiyê bibe gaveke gelekî mezin. Lewma 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bûye gaveke dîrokî."

Karasû da xuyakirin, Şoreşa Rojava vguheriye Şoreşa gelên Rojhilata Navîn û ev nirxandin kir: "Roja Kobanê ya Cîhanê yek ji mînakên piştevaniyê ye ku kêm caran di dîrokê de hatiye dîtin. Ez hemû kesên di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daketina meydan û kolanan, piştgirî dane berxwedanê û di serketina berxwedana Kobanê de rol lîstine, silav dikim. Şoreşa Rojava êdî ne tenê şoreşa Kurdan bûye şoreşa hemû gelên Rojhilata navîn. Di heman demê de têkoşîna şoreşê ya Rojhilata Navîn e ku hemû mirovahî piştgiriya wê dike. Em êdî Şoreşa Rojava bi vî rengî dibînin. Em, rabûna gelan a di Roja Kobanê ya Cîhanê de bi vî rengî dinirxînin."

'BI BERXWEDANEKE CANBEXŞXANE Û PIŞTEVANIYÊ BI SER KET'

Mûstafa Karasû diyar kir, ne rast e ku serketina berxwedana Kobanê bi piştgiriya hin çekan were nirxandin û destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê bi fedayîtiya berxwedêrên Kobanê û piştevaniya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, bi ser ketiye.

Mûstafa Karasû da zanîn, rabûna ser piyan a gelên cîhanê moraleke gelekî mezin daye berxwedêrên Kobanê û got, "Ez vê yekê dikarim bi hêsanî bêjim; Eger 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nebûya, wê berxwedana Kobanê bi ser neketibûya. Eger çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê yên ji bo destekkirina Kobanê nebûna, wê berxwedana Kobanê bi ser neketibûya. Eger ev berxwedan bi ser ketiye, ev bi saya moral û desteka gelên cîhanê, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê ya ji bo berxwedêrên Kobanê ye. Sedema fedayîtiya di vê astê de ya şoreşgerên Kobanê, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye, rabûna ser piyan a gel e. Wê serhildanê moraleke gelekî mezin daye berxwedêrên Kobanê. Serhildana 6-7-8'ê Cotmehê ya gelê Bakurê Kurdistanê, welatparêzên me yên şehîd bûn, moraleke mezin dan berxwedêrên Kobanê. Bi vê moral û destekê li ber xwe dan û bi ser ketin. Êdî di ruhê berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava de, ruhê piştevaniyê yê Roja Kobanê ya Cîhanê jî heye."

Karasû di dewama axaftina xwe de got, "Gelê Kurd ne tenê li Kobanê û Rojava, wê di têkoşîna xwe ya gelemperiya Rojhilata Navîn de êdî desteka gelan a 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bîr neke. Desteka ku wan ji bo azadî û demokrasiyê dan, wê ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de ji bo pêşvebirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bi kar bînin. Lewma em ê wî ruhê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, hesreta piştevanan di têkoşîna xwe de bidomînin û wan ti carî ji bîr nekin. Ev yek ji bo me gelekî hêja ye."

Karasû, "Eger îro desthilatdariya AKP’ê rasterast dikeve Sûriyeyê, rasterast dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike, sedem ew e ku hevkariya wê ya bi DAIŞ’ê re, bi hevgiriya gel a ku bi berxwedana Kobanê berbiçav bû, têk çûye. Ji ber ku têk çûye, ji ber ku negihaştiye armancê, niha jî Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê rasterast dikevin Rojava, Sûriyeyê."

'HEVGIRIYA AKP-DAIŞ’Ê WÊ DÎSA TÊK BIÇE'

Karasû diyar kir, eger wê şayanî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bibin, rêya wê bi rabûna li ber dagirkeriya AKP'ê ya li Sûriyeyê ye; "Ya ku gotina Erdogan, 'ti nemaye ku bikeve' di ber wî de hişt, beriya her tiştî giyanê hevgiriyê yê gelên dinyayê bû. Eger hevkariya Erdogan, AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re hatibe pûçkirin, ev beriya her tiştî, bi berbelavbûna giyanê hevgiriyê ya li cîhanê ye, bi berbelavbûna li hemû hêzên demokrasiyê ye, ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de derketibû holê. Bi helwesta gelan a li dijî Erdogan û Tirkiyeyê ye. Ji ber vê sedemê jî hevkariya AKP-DAIŞ’ê hatiye pûç kirin, Şoreşa Rojava serketinên mezintir bi dest ve aniye. Niha dîsa dema wê ye ku giyanê berxwedanê yê Kobanê, giyanê hevgiriya cîhanê ya Kobanê, giyanê hevgiriyê yê 6-7-8’ê Kobanê were pêkanîn û li Sûriyeyê li dijî desthilatdariya AKP’ê, li dijî dagirkeriya AKP’ê divê berxwedan were nîşandan."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasû, axaftina xwe wiha domand:

"Hemû gelên Sûriyeyê, Şoreşa Rojava bi hêza ku ji hevgiriya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê distînin, divê li dijî dagirkeriya AKP’ê li ber xwe bidin. Şoreşa Rojava, Gelên Sûriyê ku li dijî desthilatdariya AKP’ê, faşîzma AKP’ê û dagirkeriya wê li ber xwe bide, wê desteka gelên Tirkiyeyê, Kurdistanê bide pişt xwe. Ku li Kobanê hevgiriya DAIŞ-AKP’ê hatibe têkbirin, vê carê jî wê were têkbirin. Ji bo vê jî, di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de hemû gelên dinyayê silav dikim, ez bawer dikim ku têkoşîn wan wê di Şoreşa Rojava de bijî. Ez bang hemû gelên Sûriyê dikim ku Kurd, Ereb, Sûryanî, Tirkmen bi hev re bibin destek ji bo têkoşîna dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li wê derê têk biçe, piştgiriya xwe xurttir bikin."