1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: 1’ê Mijdarê roja têkçûna DAIŞ û AKP’ê ye
Karayilan: 1’ê Mijdarê roja têkçûna DAIŞ û AKP’ê ye,karayilan,1,ê,mijdarê,roja,têkçûna,daiş,û,akp,ê,ye

Karayilan: 1’ê Mijdarê roja têkçûna DAIŞ û AKP’ê ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Bîryargeha Navendî yê Hêzên Parastina Gel Murat Karayilan Derbarê 1’ê mijdarê ku tê de Roja Kobanê ya cîhanê û hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rastî hev tên nirxandin kir. Karayilan diyar kir ku 1’ê mijdarê roja têkçûna AKP’ê û DAIŞ’ê ye.

AKP’ê çima şer xwest, di vî şerî de çiqasî serketî bû, bîlançoya şerê 3 mehan çi ye, ewlekariya hilbijartinê heye… Rojek beriya hilbijartinê Endamê Bîryargeha Navendî yê Hêzên Parastina Gel Mûrat Karayilan ev mijar ji ANF’ê re nirxand.

Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û diyar kir ku piştî serketina berxwedana dÎrokî ya Kobanê, bi piştgiriya navneteweyî re îlana 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, rewşeke gelekî girîng e. Karayilan da xuyakirin ku vê yekê moraleke mezin daye gelê Kurd û berxwedêrên li kobanê û di meşa ber bi serketina berxwedanê de roleke girîng lîstiye.

1’ê Mijdarê ne tenê têkçûna DAIŞ’ê, di heman demê de roja têkçûna AKP’ê ye

Karayilan di dewama axaftina xwe de hilbijartinên sibe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bibîr xist û got, “Ji bo diyarkirina çarenûsa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartineke girîng e. Di 1’ê Mijdara 2014’an de dema pêvajoya têkbirina DAIŞ’ê hat destpêkirin, pê re pêvajoya têkçûna AKP’ê jî destpê kir. Yanî ev wext, di heman demê de roja destpêkirina têkçûna AKP’ê ye. Hêvîdarim wê gelên Tirkiyeyê bi ruhê berxwedana Kobanê bi xurtî tevlî hilbijartinên sibe bibin û di 1’ê Mijdara 2015’an de vê têkçûna AKP’ê misoger bikin. Bi vî rengî wê gelên Tirkiyeyê bersiva pêwîst bidin zîhniyeta DAIŞ’î ya AKP’ê û ji desthilatdariyê daxînin.”

Karayilan da zanîn, ku sedema têkçûna AKP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, hevkariya gelê Kurd û tevgera çep a Tirkiyeyê ye, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat afirandin. Karayilan got, “Li ser bingeha biryara pêkanîna ji nû ve hilbijartinê re, ji bo zextê li gelê Kurd, tevgera çep û Rêber Apo bikin, wan qels bikin û di hilbijartinên 1’ê Mijdarê e encamekê werbigirin, dest bi konsepta şer kirin. Sedema komkujiya Parîsê ya 20’ê Tîrmehê, operasyonên li hemberî saziyên demokratîk û ciwanên welatparêz ên piştî 24’ê Tîrmehê destpêkirin û êrîşên li hemberî qadên me, bicihhatina vê konseptê ye. Yanî Erdogan li ser vê bingehê biryara vî şerî daye.”

Karayilan anî ziman ku du armancên sereke yên vî şerî hene û got, “Ya yekemîn; hesabpirsîna ji Kurdan û cezakirina dostên Kurdan. Ya duyemîn; dema vê yekê dikin jî derbeyê li hêzên me bixe û ji bingeha MHP’ê 3-4 pûanan werbigire. Bi vî rengî ji nû ve bibe desthiladar. Mîna ku gelek caran hat bilêvkirin, ev şer bi rastî jî Şerê Qesrê ye.”

Di nava 3 mehan de 1957 kes mirin; berpirsyar Erdogan û AKP ye

Karayilan destnîşan kir ku Erdogan û AKP’ê encama ji vî şerî dixwestin bi dest nexistin, li bin ketin û li ser bîlançoya 3 mehên dawî de ev agahî da:

“Ji 26’ê Îlonê û vir ve di nava 34 rojan de li xeta Çarçela-Oremarê, operasyon û şerekî mezin hat meşandin. Bi teknolojiya herî pêşketî re bi rojan bomberdûman kirin, bi mîlyaran pere xerc kirin û gelek ewladên gelên Tirkiyeyê (ku ji van 2 serheng in) mirin. Lê çi encam bi dest xistin? Di dawiyê de Çarçela yanî baregeha gerîla xistin? Na. Gihaştin armanca xwe? Na. Berevajî hebûna gerîla ya li wir xurttir bû. Bi kurtasî ev hîleya şer a AKP’ê, lîstika bi şer re hatina ser desthilatdariyê bi ser neket. AKP di vê pêngava xwe de winda kiriye.

Ji 24’ê Tîrmehê dema destpêkirina êrîşa hewayî û vir ve, dikarim bîlançoya 3 meh û 6 rojan parve bikim: Hêzên dewleta Tirk li hemberî herêmên bejahî 140 operasyon pêk anîn. 386 êrîşên balafir û kobrayan pêk anîn. Her wiha 976 caran bli hawan, top, obus û çekên giran êrîş kirin. Li hemberî vê yekê, hêzên me 762 çalakiyên bersivdayînê pêk anîn. 145 kontrolên rê pêk anîn û 60 caran di navbera hezên me û hêzên artêşa Tirk de şer derket. Hin ji van bûyeran rojekê, hin jê 2 rojan, hin jî çend saetan dewam kiriye. Tevî vê yekê 98 wesayîtên zirxî hatin rûxandin, derb li 120 wesayîtên zirxî û 44 helîkopteran ahtin xistin, her wiha 4 balafirên keşfê hatin xistin.

Di van hemû operasyonan de, bi qasî ku gerîla tespît kiriye 1561 leşker û polîs mirine. 498 jî birîndar bûne. Gerîla 169 şehîd dane. 7 hevrêyên me bi birîndarî yan jî saxî dîl hatine girtin. Encama zelal a oeprasyonên bi teknolojiya bilind a li hemberî gerîla, ev e.

Tevî vê yekê, bêguman gelê me li bajaran dest bi pêvajoya berxwedanê kir; xwerêveberî îlan kir. Li bajaran jî berxwedanên gelekî girîng, şer rû dan. Berxwedana gel û ciwanên Kurdistanê ya li bajaran li derveyî vê bîlançoyê ye. Lê belê li gorî hejmarên ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatine aşkerakirin, 125 mirovên me yê sivîl şehîd ketine. Li Enqereyê jî 102 mirovên sivîl şehîd ketin. Di vê pêvajoyê de bi giştî hejmara şehîdên me yên sivîl 227 e. Ji van 23 zarok in. Yanî di nava 3 mehên derbasbûyî de 23 zarok ji aliyê polîsên Tirk ve hatin şehîdxistin. Ev encam nîşan dide ku şerê rejîma AKP li Kurdistanê dimeşîne çiqasî bêperwa ye, çiqasî li dijî hiqûq û qanûnên şer e. Di nava vê demê de ji her du aliyan, hejmara giştî ya mirovên şehîd ketine yan jî jiyana xwe ji dest dane 1957 e. Berpirsyarê tekane yê şehadet û mirina 1957 kesan, Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne ku biryara vî şerî dane û êrîş dane destpêkirin. Ji ber ku ev şer ji aliyê wan ve hat destpêkirin. Ji bo hesabên xwe yên gemarî û mayîna li ser desthilatdariyê, ev dan destpêkirin. Ewçend xwîn rijandin, lê ti encam bi dest nexistin. Berevajî; derb xwarin û Tirkiye xistin nava rewşeke gelekî xetere. Birînên mezin di nava gelan de vekir, ku dikarin bibin sedema dijminatiyê.”

AKP’ê bi şer re negihaşt armanca xwe

Karayilan destnîşan kir ku AKP’ê bi şer negihaşt armanca xwe û anî ziman ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi taktîkên nû û balkêş re, performanseke serketî nîşan dan û li Kurdistanê bêhtir xurt bûn.

Karayilan got, “Gelê Kurdistanê jî li hemberî hewldanên tepisandinê, dest bi pêngaveke nû ya serhildanê kir, li gelek deveran xwerêveberî ragihand û têkoşîna girseyî gihad asteke nû û girîng. Bi van berxwedanan re li Kurdistanê derbeke girîng li mêtîngeriya Tirk hat xistin. Mêtîngerî xitimand.”

Karayilan anî ziman, ku yê winda kiriye AKP ye, yê bi ser ketiye gelê Kurdistan û demokrasiya Tirkiyeyê û got, “Belê, sivîl qetil kirin, xwîn rijandin, lê belê ketin nava pêvajoyeke welê ku di nava xwîna dirijîne de difetisin.”

Pêwîste Kurd di 1’ê Mijdarê de yekîtiya neteweyî-demokratîk xurttir bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku gelê Kurdistanê bi encama 7’ê Hezîranê re bersiva pêwîst daye AKP’ê û got, “Di heman demê de gelê Kurd di dîroka xwe de yekemcar yekîtiya xwe ya neteweyî-demokratîk pêk aniye. Ev gelekî hêja ye, gelekî watedar e.”

Karayilan bang li gelê Kurdistanê kir ku vê yekîtiya pîroz a neteweyî-demokratîk ku di 7’ê Hezîranê de afirand, di 1’ê Mijdarê de bêhtir bi pêş ve bibin û bersiva pêwîst bidin mêtîngerî û faşîzma AKP’ê.

Karayilan her wiha bang li hemû bindestan kir, ku ji bo azadî, demokrasî û aştiyê dengê xwe bidin HDP’ê.

Bendewariya ji hilbijartinê

Karayilan li ser encam û bendewariyên ji hilbijartinê de ev nirxandin kir:

“Di vir de ya girîng ew e ku HDP ji sedî 13’an derbas bike, bi çend pûanan rêjeya dengên xwe zêde bike. Eger zêde bike, wê hingî sîleyeke xurt li rûyê şerxwazan bikeve. Çareseriya bi rêyên demokratîk-aştiyane ya pirsgirêka Kurd wê bi awayekî rewa bikeve rojevê, bi vî rengî wê ne şer, pêvajoya aştiyê bikeve rojevê. Her wiha li şûna xewn û xeyalên dîktatoriyê, wê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk were. Ji ber vê yekê tercîha gelên Tirkiyeyê ya di 1’ê Mijdarê de gelekî girîng e. Tercîh wê di navbera şer-aştî, demokrasî-dîktatorî, serdestî-wekhevî, tekparêzî-piralîtî, serdestiya mêr-azadiya jinê, navendîparêzî-xweseriya herêmî de bê kirin. Serketina alîgirên nirxên aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê di heman demê de serketina pêşeroja demokratîk û yekîtiya Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, tercîha di 1’ê Mijdarê de bê kirin ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e. Bang li her kesên alîgirê wekehvî û mirovahiyê dikim, ku di vê hilbijartinê de biçin ser sindoqan, tercîha xwe di rêya rast de bikin û bersiva pêwîst bidin faşîzm û mêtîngeriyê.”