Karayilan banga çalakiyên civakî kir
Serokê Desteya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan, bal kişand ku dewleta Tirk bi taybet dixwaze koma yekem a greva birçîbûnê tafiye bike û banga berxwedana civakî li gelê Kurdistanê kir.
Serokê Desteya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan, bal kişand ku dewleta Tirk bi taybet dixwaze koma yekem a greva birçîbûnê tafiye bike û banga berxwedana civakî li gelê Kurdistanê kir. Karayilan got: “2-3 rojên li pêşiya me pir girîng in” ev bang kir: “Divê her kes bêyî ku bêjin şev û roj bi fedekarî tevlî tevgera serhildanan bibin.”
Serokê Desteya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANFê yên der barê grevên birçîbûnê de, helwesta rayedarên hukûmeta Tirk ên li hemberî greva birçîbûnê nirxand û daxuyaniyên girîng da.
Karayilan gotinên Erdogan ên bi awayê “Şow dikin... blof dikin... “ weke “daxuyaniyên dijî-mirovayê” bi nav kir û got: “Ger mirov ji vê yekê re bêje şow an jî şantaj, ev heqareteke mezin e li hemberî nirxên mirovahiyê û ev yekê tê wê wateyê ku tu par ji exlaqê mirovahiyê wernegirtiye. Dîkdatorên herî zordest jî rêzê nîşanî kesên ku ji bo armanca xwe mirina xwe didin ber çavan didin.”
Karayilan got; “Zimanek mirovan hebe, ji bo axaftinê ye. Ger bi awayeke din biaxive, divê ji mirovahiya xwe şer bike” û bi bîr xist ku gava Filistîniyan grevê dikir, Erdogan bi vî awayî nêzîk nedibû, hema bêje weke berdevkê grevên birçîbûnê yên li Filistînê tevdigeriya
Karayilan got; “Armanca berxwedan û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan; çareseriya demokratîk û aşitî ye. Belkî ev lêgerîna dawî ya aşitiyê ya bi navê gelê Kurd tê kirin be. Ji ber vê jî ev çalakî gelek bi wate û girng e.”
Karayilan bal kişand ser cezayê darvekirinê ku Serokwezîrê Tirk Erdogan careke din anî rojevê û got: “Erdogan benê îdamê xistiye destê xwe, axaftinên ku hemû têkilî û pirên di navbera gelê me de radikin ên weke jehrê dike û ji bilî şer tu tiştek din nafikire û li ser xwînê siyasetê dike. Ez vê yekê jî ji teqdîra hemû Kurd û Tirkên xwedî wijdan re dihêlim.”
Derbarê pirsa çima hukûmeta AKP’ê bi vî awayî nêzîk dibe de, Karayilan îşaret bi pêşket û bûyerên li Rojahilata Navîn kir û wiha got: “Dewlet ji ber van pêşketinên li herêmê naxwaze tu sistbûnek ji bo pirsgirêka Kurd çêbibe. Naxwaze tundiyê ji holê rabike. Dibêje dê diyalog û nermbûneke nû PKKê bihêztir bike. Dibê ku dê gelê Kurd di ji nû ve dîzaynkirina herêmê de bi be îradeyek. Ji bo vê pêşî li vê yekê bigire biryar daye ku tundiyê pêk bîne û bi vî awayî Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bike.”
Karayilan da zanîn ku hin hesabên Erdogan li ser grevên birçîbûnê yên di girîgehan de hene û wiha qala hesabên Erdogan kir: “Hesabên Erdogan ev e: Di girtîgehan de kadroyên dest bi greva birçîbûnê kirine û bi taybet jî koma destpêkê ya dest bi grevê kiriye, koma herî xwedî zanebûn, herî baş hatine mezinkirin in. Ji ber vê jî van kadroyan ji xwe re kiriye hedef. Binêrin greva birçîbûnê gihiştiye ber mirinê êdî, piştre dê mudaxele bikin, dibe ev mudaxele hin girtiyan ji grevê bike. Armanca wan ev e. Lê ev berxwedana dîrokî ya di girtîgehan de ne bê xwedî ye. Gelê û demokratên Tirkiyeî dê xwedî lê derbikevin û dîsa eleqeya raya giştî ya cîhanê dê van planên AKP’ê pûç bike.”
Serokê Desteya Rêveber a KCKê Karayilan da zanîn ku daxwazên berxwedêrên zindanan, daxwazên gelê Kurd in û destnîşan kir ku heta niha hukûmetê ji bo van daxwazan tu sînyaleke erênî nedaye. Got: “Her çendî BDPê ewqas hewl dan, rewşebîrên hêja, saziyên cûda yên demokratîk, gelek hewl dan, lê heta niha ji bo vana tu nirxek nehatiye nîşandan.”
Karayilan ku bal kişand ser tecrîda 1,5 sal e li ser Ocalan berdewam dike, got: “Gelê Kurd tu carî sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê qebûl nake” û wiha domand: “Ger di zîndanan de şehadetek çêibbe, an jî li derve çêbibin berpirsê van encaman serokwezîr Erdogan bi xwe ye.”
YEKEM CAR E AŞKERE DIKIM: EM LI HEMBERÎ BIRYARA ROJIYA MIRINÊ KETIN DEWRÊ
Karayilan destnîşan kir ku biryara destpêkirina greva birçîbûnê bi înîsiyatîfa girtiyan hatiye girtin û got: “Ev cara yekem e ku ez aşkere dikim; Em li hemberî biryara rojiya mirinê ya hevalên me girtibûn, ketin dewrê, me biryara rojiya mirinê qebûl nekir. Lê hevalên me bi berpirsyartiya xwe û bi vîna xwe biryara vê berxwedanê dan” û wiha domand:
DIXWAZIN VEBIGUHERÎNIN ROJIYA MIRINÊ
“Hevalên me ji rêzdariya xwe nêrîna meya qebûlnekirina rojiya mirinê li ber çavan girtin. An ne, dê beriya du rojan dest bi rojiya mirinê bikiriban. Jixwe awayê berdewamkirina çalakiya rojiya mirinê cûda ye. Biryar ne biryara me ye, biryara wan bi xwe ye. Ji niha pêve ger zêdetir berdewam bike, biryar heye ku vebiguherînin rojiay mirinê. Em jî dixwazin pêşî li vê yekê bidin. Hewldana me ev e. Ji ber ku ev yek dê bibe sedema şehadeta gelek hevalên me û dê hemû pirên di navberê de hilweşin. Ev yek dê şer û berxwedaneke mezin bi xwe re bîne. Dîsa gel û tevgera me ne bê parastin in. Têkoşîna azadiyê cara yekem di dîrokê de gihiştiye asteke bi vî rengî û ev têkoşîn li her derê jiyanê bi biryardarî tê birêvebirin.”
HEWLA MUDAXELEYA BI ZORÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Karayilan ji bo destwerdana bi darê zorê ya li hemberî çalakiya girtiyên Kurd hişyarî da hukûmeta Tirk û got: “Divê teşebûsa destwerandeke bi darê zorê qet neyê kirin. Ev teqez nayê qebûlkirin. Berpirsyartiya vê giran e. Li şûna vê zêdetir dem heye, divê serî li rêbazên çaseriyeke ji binî ve bê dayin.”
TIŞTA BIKEVE SER MILÊ ME, EM AMADE NE BIKIN
Mûrat Karayilan wiha axivî: “Îro roja 66’emîn e. Ji bo ev hevalên ku di çalakiya berxwedanê de dê ziyanên mayinde çêbibin. Lê ji bo pêşî li şehadetan were girtin û hewldanên zêdetir bên kirin, divê pêvajoya tecrîdê bi dawî bibe û muzakere bêne berdewamkirin, û ji bo vana şert û mercên bên çêkirin. Bi ya min hewldanên bi vî rengî dê encamê bi xwe re bînin. Ji bo vê mijarê çi tişta ku bikeve ser milên me, em amade ne ku pêk bînin. Lê divê beriya her tiştê dewlet pêngavan biavêje û pêşî li pêvajoyê vebike.”
2-3 ROJÊN LI PÊŞIYA ME GIRÎNG IN
Karayilan ku got: “2-3 rojên li pêşiya me pir girîng in” ev bang kir: “Divê her kes bêyî ku bêjin şev û roj bi fedekarî tevlî tevgera serhildanan bibin. Divê berxwedanê bigihînin asta berxwedana civakî û divê neyê jibîrkirin ku em dikarin bi vî awayî encamê bigirin. Rast e, me bang li hukûmetê kir, lê dil li vê yekê nîne. Ji bilî heqareta li hemberî gelê Kurd û nunerên wan tu tiştek din nakin. Divê em weke gel û civakê vê hêza xwe nîşan bidin. Ji ber vê jî ji bo pêşîlêgirtina şehadeta hevalan di destê demokrat û gelê Kurdistanê de ye.”
NE 2 ROJ, 24 SAET GREV
Karayilan got: “Bi ya min divê ne du rojan, divê 24 saetan, ji bilî zarok û nexweşdan, divê her kes li saziyan qadan û malên mezin ên ku hatine diyarkirin bicivin û bi awayê greva birçîbûnê bi plan bikin. Divê çalakiyên cûdatir, bihêztir û radîkaltir bêne lidarxistin.
LI HEMBERÎ MUDAXELEYAN DIVÊ DEHHEZARAN LI DORA GIRTÎGEHAN KOM BIBIN
Dîsa AKP dibêje em ê mudaxele bikin. Wê demê divê bi dehhezaran li derdora girtîgehan kom bibin. Di van rojan de divê reflesa civakî bikeve dewrê. Divê hemû demokratên li Tirkiyeyê, kesên xwedî wijdan, hemû Elewî, Misilmanên jidil, hemû kedkar, hemû demokrat, hemû xwendekar, ciwan, jin, aşitxwaz û hemû kesên ku dixwazin her du gel bi hev re bijîn, xwedî li helwesta bi biryar a girtiyan derbikevin.”
ANF NEWS AGENCY