1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Berxwedana Kobanê şewqa ruhê 14'ê Tîrmehê ye
Karayilan: Berxwedana Kobanê şewqa ruhê 14'ê Tîrmehê ye,karayilan,berxwedana,kobanê,şewqa,ruhê,14,ê,tîrmehê,ye

Karayilan: Berxwedana Kobanê şewqa ruhê 14'ê Tîrmehê ye

"Berxwedana Kobanê şewqa ruhê 14'ê Tîrmehê ye"

A+ A-

BEHDÎNAN 15.07.2014 11:48:32 Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya 32. salvegera Rjoiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an ji gerîlayên Kurdistanê re axivî. Karayilan diyar kir ku ruhê 14'ê Tîrmehê hînê li Kurdistanê tê jiyîn û got, "Eger îro li Kobanê li dijî tank û topên çeteyan, ciwan bi kleş û bombeyên destan li ber xwe didin, ev yek şewqa ruhê 14'ê Tîrmehê ye."

Mûrat Karayilan bi rêya bêtêlê (cîhaza ragihandinê) ji tevahiya gerîlayên Kurdistanê yên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê re axivî.

Hin ji xalên ku Karayilan di axaftina xwe de destnîşan kir wiha ne:

"Ruhê Apoyî sekna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ye. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek e. Mazlûm Dogan e, Ferhat Kûrtay e. Rê û rêbaza berxwedana milîtanê Apoyî yê di şert û mercên zehmet de, ji aliyê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ve hatiye nîşandan."

RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ ÇAVKANIYA BERXWEDANA KURDISTANÊ YE

"Di bingeha tevahiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ruhê 14'ê Tîrmehê heye. Di berxwedana Rojava û Kobanê de jî bandora ruhê 14'ê Tîrmehê heye. Eger îro li dijî çekên giran û zilma çeteyan, ciwanên Kobanêyî bi derfetên xwe yên kêm dikarin li ber xwe bidin, li dijî tank û topan bi kleş û bombeyên destan radiwestin, ev yek şewqa ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Eger vînbûyîna û ruhê serketinê yê 14'ê Tîrmehê nebûya, dibe ku Rojava nekarîbû ewqasî li ber xwe bida. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê vî ruhî bi xwe re hêza berxwedanê afirandiye, veguheriye çavkaniya berxwedanê."

JI BO ŞERÊ LI HERÊMÊ BÊ KÛRKIRIN Û MEZINKIRINA TEVLÎHEVIYÊ DAIŞ HATIYE XURTKIRIN

"Şerê îro li Rojhilata Navîn tê jiyîn, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ye ku li demê hatiye belavkirin. Li herêmê krîz kûr bûye û rewşeke kaotîk heye. DAIŞ hatiye xurtkirin. Belê DAIŞ hatiye xurtkirin. Li Iraqê Mûsil, Tîkrît, Ramadî û Fellûce xistin destê xwe; bi tenê li Mûsilê çekên 38 hezar leşkerên Iraqê teslîm girtin; tank, jeep, doçka û çekên giran. Tê gotin ku li hin cihan çekên kîmyewî jî bi dest xistine. Lê belê DAIŞ'ê ev yek bi tena serê xwe nekiriye. Ev yek planeke ku di nav de hêzên herêmî û navneteweyî hene. Van hêzan, DAIŞ xurt kirine û mîna 'golikekî' avêtine naverastê. Rastî ev e. Yanî DAIŞ ji bo mezinkirina şer û tevlîheviya li herêmê hatiye xurtkirin."

YEKANE RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI HERÊMÊ PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

"Projeyeke bi tenê ya çareseriyê heye; ew jî projeya Rêber Apo ye. Projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo yekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Bêguman ji bo serketina vê projeyê divê têkoşîn bê dayîn. Beriya her tiştî divê tevgera me û dostên me yên ji biratî û azadiya gelan baş bixebitin. Li herêmê di nava xwe de tifaqê bikin, têkiliyên xwe xurt bikin.

Kantona Cizîrê îro mînaka herî baş a çareseriya li ser bingeha neteweya demokratîk e. Ereban, Kurdan, Asûrî-Suryaniyan bi hev re hikûmetek ava kirin û jiyaneke demokratîk diafirînin. Kantonên Efrîn û Kobanê jî li ser heman ferasetê ava bûne. Yanî Şoreşa Rojava bi ser ketiye. Niha hewldan tê kirin ku li tevahiya Sûriyeyê şoreş bê pêk anîn. Ji ber vê yekê DAIŞ êrîşî Rojava dike. Ji ber ku ditirsin ku Şoreşa Rojava veguhere Şoreşa Sûriyeyê. Eger Şoreşa Rojava veguhere Şoreşa Sûriyeyê wê ji şoreşa tevahiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike. Ji ber vê yekê ditirsin.

Bi kurtasî êrîşên bi destê DAIŞ'ê li hemberî Rojava tên kirin, parçeyek ji konsepteke navneteweyî ye. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiyeke demî li şerê li Rojava neyê nîşandan."

ŞOREŞA ROJAVA WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE

"Ji ber vê karekterê, berxwedana li Kobanê tê nîşandan bi tenê berxwedana Kobanê nîne; berxwedana tevahiya Rojava, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Lewma sekna lehengî ya YPG'ê ya vê gavê li Kobanê li dijî tank û panzeran bi kleş û bombeyên destan nîşan dide, sekneke gelekî pîroz e. Şerê ew dimeşînin şerê rûmet û şerefê ye. Li dijî qirêjiyê, li dijî çetekariyê, li dijî teslîmgirtinê şerê vînbûyînê ye. Di encama vê berxwedana lehengî de wê Şoreşa Rojava wê teqez bi ser bikeve."

EM Ê BIBÎNIN KA DEWLETA TIRK HETA ÎLON-COTMEHÊ WÊ ÇI BIKE

"Ev krîz û rewşa şer a li herêmê bêyî kûrtir bibe, divê xwîna dirije, bê sekinandin. Di vê çarçoveyê de ji bo pêvajoyeke nû destpê bike Rêber Apo di Newroza par de deklarasyonek weşand; got, 'Tirkiyeyeke nû, Rojhilata Navîn a nû'. Got, 'Gelê herêmê ji şer betiliye û êdî dem hatiye pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin'. Di encama gelê Kurd û gerîla de, dewleta Tirk gava ku diviyabû par biavêta, îsal avêt. Çi kir? Der barê pêvajoya çareseriyê de qanûnek derxist."

"Beriya her tiştî divê were destnîşankirin ku ev qanûn qanûna çareserkirina pirsgirêkê nîne. Ev qanûn qanûna fermîkirina xebatên çareseriyê ye. Yanî qanûneke ku erkê dide hikûmetê ku vî karî bimeşîne. Lewma gaveke erênî ye. Di nava vê qanûnê de gelek şaşitî hene. Gelek gotin hatine berevajîkirin, mijarên mûxatap û hwd. bi zelalî nayê bilêvkirin. Lê dîsa jî divê weke rewşeke erênî bê nirxandin. Ji xwe Rêbertiya me jî gotibû 'kêm e lê dîsa jî dikare ji pêşketinên dîrokî re bibe bingehek.' Ev qanûn dikare ji pêşketinên dîrokî re bibe bingeh, lê di heman demê de dikare ji mijûlkirina me, valaderxistina me û tunekirina bi demê re jî bibe bingeh. Ji ber vê yekê divê em bibin xwedî hesap û tedbîrên xwe bigirin. Em li çareseriyê vekirîne û amade ne. Lê belê emê neyên lîstikan, divê em li hemberî lîstikan amade bin. Pêwîste hemû hêzê gerîşa û şoreşê vê rastiyê bizanibe."

Em ê bibînin ka ewê heta Îlon-Cotmehê çi bikin. Em ê temaşe bikin ka çi karî dikin. Divê qanûna hatiye derxistin li ser kaxizê nehêlin, gavên pratîkî biavêjin. Beriya her tiştî divê heyetên muzakereyê yên dewletê û yên me bên avakirin. Bêguman pêwîste heyetek bêalî ya çavdêriyê were avakirin. Şert û mercên ragirtina Rêber Apo ku mûxatabê sereke ye bê guhertin. Qanûnên pêwîst bên derxistin. Gelek qanûnên heyî yên li dijî Kurdan bên rakirin. Eger jiyaneke bi hev re ya gelan tê xwestin, hingî divê vîna Kurdan bê qebûlkirin. Zîndan bên valakirin, Rêberê me azad bibe, Kurdistan xweser bibe.

Sîstema Xweseriya Demokratîk, yekane sîstema ku dikare temamiya Tirkiyeyê demokratîk bike ye."