Karayilan: Damezrandina PKK'ê bû bangewazî
Karayilan: Em dixwazin sala 39'an a damezrandinê bikin sala azadiya Rêbertî û Kurdistanê. Bendewariya Rêberê me, şehîd, gel û dayikên me ev e
BEHDÎNAN - ANF Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan Mem Şîrwan. Karayilan, salvegera damezrandina PKK'ê û rewşa li Bakurê Kurdistanê nirxand.
Karayilan salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir, ku biryardariya 27'ê Mijdara 1978'an 'biryareke berxwedana neteweyî' ye.
Karayilan got, "Ez 38. salvegera damezrandina partiya me li hemû hevrê, milîtan, fermandar, şervan, xebatkar, gelê me yê hêja, gelên Rojhilata Navîn, dostên gelê Kurdistanê pîroz dikim û di sala 39'an de serketinê ji hemû hevrê û xebatkaran re dixwazim" û destnîşan kir, ku damezrandina PKK'ê li Kurdistanê serdemeke nû daye destpêkirin.
Karayilan diyar kir, têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîrdoriyeke nû, bi rêbazeke nû û bi perspektîfeke nû da destpêkirin, her tişt li Kurdistanê guherandiye û got, "Di wê demê de gelê Kurdistanê ne li ber kendêl bû, di kendêl re wer dibû. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyon û siyaeta qirkirinê kûr bûbû. Tevgerên ku têkoşîna Kurd dimeşandin, li her cihî tengav bûbûn. Di salên 74-75'an de bi giştî bêbaweriyek hebû. Di demeke bi vî rengî de, damezrandina PKK'ê bû bangewaziyek. PKK li dijî siyaseta qirkirinê ya mêtîngeriyê ava bû. Biryara ku di 27'ê Mijdara 1978'an de li Gundê Fîsê hat girtin, ji biryara partîbûyînê wêdetir, biryareke berxwedana neteweyî bû. Yanî, 'Em ê weke neteweyekê hebin an nebin?' Eger em ê hebin û li dijî helandinê bêdeng nemînin, hingî pêwîstî bi têkoşîneke dijwar heye. Ev ê çawa bibe? Bi têkoşîneke xurt, zane, biryardar, bi bawerî, bi vîn û bi israr dibe. Ji ber vê yekê jî biryara partîbûyînê hat rojevê."
Karayilan da xuyakirin, ku di encama têkoşîna 38 salan de di nava civaka Kurdistanê de şoreşeke girîng pêk hatiye û destnîşan kir, ku vê şoreşê pêşî li qirkirinê girtiye, lê êdî dor hatiye rizgariyê.
'VEGER LI SIYASETA 1925'AN ÇÊBÛYE'
Karayilan diyar kir, dewleta Tirk li siyaseta sala 1925'an vegeriya ye û anî ziman, li dijî gelê Kurd li ser bingeha seferberiyê şerekî topyekûn hatiye îlankirin.
Karayilan got, "Îro li herêmê şerek diqewime. Mêtîngerî tirsiya ye. Dît ku Kurd di vî şerî de aktorekî pêşeng e. Dît ku piştî vî şerî wê li herêmê dîzayneke nû were kirin û Kurd wê di nava vê dîzayna nû de cih bigirin. Ji ber ku heta niha du caran şerê cîhanê qewimî û her du caran jî gelê Kurd zerar dît. Lê belê di şerê sêyemîn ê cîhanê de gelê Kurd wê tevî gelên din cihê xwe ava bikin. Ji ber vê yekê, mêtîngerî gelekî ditirse."
Karayilan da zanîn, mêtîngeriya Tirk bi pêşengiya AKP û Erdogan îro li dijî gelê Kurd seferberî, şerekî topeykûn ragihandiye û bal kişand ser êrîşên li dijî siyaseta Kurd, saziyên Kurdan, hevşaredar û parlamenteran.
Karayilan işaret bi kevneşopiyeke dewleta Tirk kir û got, "Di destpêkê de êrîşî serhildêran dike û wan tesfiye dike. Piştî ku ew tesfiye kir, vê carê nokerên ku koledariyê ji wan re dike, tesfiye dike."
'JI AHMET TURK ÇI DIXWAZIN?'
Mûrat Karayilan diyar kir, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ji ber ku nasname û nirxên Kurdan diparêze hatiye girtin û wiha dewam kir: "Birêz Ahmet Turk siyasetmedarekî Kurd e. Di nava 50 salên siyaseta Tirkiyeyê de tê naskirin. Tevahiya Tirkiye û Kurdistan bi wî dizane ku mirovekî aştîxwaz e. 74 salî ye û dilê wî de pîl heye. Radibe rûdinê dibêje 'aştî'. Ew jî avêtin zîndanê. Gelo ji Ahmet Turk çi dixwazin? Bi çi wî sûcdar dikin? Sûcê wî ev e; ew Kurd e! Xwedî li nasnameya Kurd derdikeve. Wekî din çi kiriye? Her tim aştî xwestiye. Çima? Ji ber ku xwedî li nasnameya xwe ya Kurd derdikeve."
'EGER SÛCEKÎ HDP'Ê HEBE EW JÎ EV E; GELEKÎ JI VÊ SÎSTEMÊ BAWER KIRIN'
Karayilan bibîr xist, ku Hevşaredar bi hinceta ku tevlî berxwedana xwerêveberiyê bûne hatine girtin û got, "Eger HDP'yî tevlî berxwedana xweseriya demokratîk bibûna, dibe ku îro ev rewş neqewimîbûya. Rastî ev e. Tevlî nebûn; her wiha rê li ber teredûtê jî vekirin.
Ev vê bêjim: Kîjan hevşaredarê/î bigire, dibêjin 'operasyona terorê'. Hemû HDP'yî di bin vî navî de girtin. HDP'yiyan li pêşberî qanûnên Tirkiyeyê ti sûc nekirin. Ez bi awayekî vekirî bêjim. Eger sûcekî wan hebe ew jî ev e: gelekî zêde ji vê sîstemê bawer kirin. Dema ciwanan li taxan berxwedana xweseriya demokratîk dan destpêkirin, wan destek nedanê. Eger HDP'yî tevlî berxwedana xweseriya demokratîk bibûna, dibe ku rewşa heyî neqewimîbûya. Rastî ev e. Tevlî nebûn, her wiha rê li ber teredûtê jî vekirin. Binêrin; dewletê li dijî wan ciwanan şer kir, bajarên Kurdan xera kir. Niha jî yek bi yek êrîşî HDP'yiyan dike. Mîna mesleeya papazê Elman. Yên ku îro negirtine, wê sibe berê xwe bide wan jî. Ji hevşaredarên girtine re dibêjin, 'we alîkarî dan siyaseta xendekê'. Lê belê gelek belge û rojnivîsên wê berxwedanê hene; di vê çarçoveyê de kes ji wan ne razî ne. Yanî ew bi rengekî teredût nêzî pêvajoyê bûn û tevlî nebûn. Ez nabêjim ev sûc e, lê divê ev mirov jî werin rexnekirin. Divê ji wan re bê gotin, 'We gelekî ji vê sîstemê bawer kirin, we hêviya xwe ji vê sîstemê nebirîn û bi têrkerî piştgirî nedan serhildana ciwanan. Kêmasiya wan ev bû. Eger wê çaxê her kesî destek bida hev, dibe ku AKP nekarîbû mîna niha bi hêsanî tevbigeriya. Wê rewş cuda bûya. Nêrîna me bi vî rengî ye."
'DE BILA WERIN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku ev êrîşên AKP'ê ji ber qelsiya wê ye û got, "Divê gelê me bi vê zanibe û teslîm nebe. Ev dem ne dema qebûlkirina koledariyê ye. Em di dema îsyanê de ne. Wê kesek serê xwe li ber vê siyaseta wan netewînin. Dixwazin kurdan ji holê rakin. Ji ber ku biryar dane û dibêjin, 'em ê li hundir bieciqînin û qels bikin. Leşkeran bişînin Rojava, Başûrê Kurdistanê, Iraqê û Sûriyeyê'."
Karayilan destnîşan kir, ku ji ber ji wan ditirsin, di vê astê de êrîşî wan dikin û wiha dwam kir: "Gelo wê karibin bi ser bikevin? Eger ji wan bihata, wê di salên 80'î de ev pêk bianiya. Di salên 80'î de jî heman tişt li dijî me kirin. Di wê demê de jî Ahmet Turk xistin zîndanê; lêdan, îşkence û hemû rêbaz bi kar anîn. Tiştek bi dest xistin? Na. Weke PKK em hingî 250 kes bûn; nekarîbûn me tine bikin. Lê niha em bi deh hezaran e; weke gel jî em bi mîlyonan e. Li dijî me nikarin bi ser bikevin. Wê têk biçin."
Karayilan bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê û got, "Xwestin biçin Reqayê, hêzên navneteweyî ji wan re gotin 'bisekine'. Xwestin biçin Mûsilê, jê re gotin 'bisekine'. Gotin 'Ez dixwazim li dijî PKK'ê şer bikim. PKK li Şengalê ye, li Qendîlê ye'. Hêzên navneteweyî jê re gotin, 'temam, tu dikare biçe cihên PKK lê ye'. Xuya ye bersiveke erênî ji hêzên navneteweyî girtine. Lê belê nikarin bi hêsanî vê bikin. Hevalên me beriya niha li ser vê mijarê hinekî axivîn. Lewma naxwazim zêde tiştekî bêjim. Ne tiştekî ku bi hêsanî pêk bê. Eger pêk bê jî, wê bersiva xwe bibînin. Ev gotinên wan ne nû ne. Ev 30 sal in dixwazin vê bikin. Ev herêm li wan ne vekirî ye. Eger bên wê bersiva xwe bibînin. Ez dibetiyeke bi vî rengî vê gavê pêkan nabînim. Bêguman eger pêşî li wan bê vekirin, wê bixwazin vê bikin. Mesela, gefê li Şengalê dixwin. Ji wan heye ku Şengal karekî hêsan e. Ev bû 74 car ferman li civaka Êzidî rabû. Ji van 70 ferman ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin. Ma ne çeteyên xwe, DAIŞ şandin Şengalê! Bersiveke bi çi rengî li wê derê ji DAIŞ'ê re hat dayîn, heman bersiv wê ji dewleta Tirk re jî bê dayîn. Ji Erdogan heye ku ketina wê derê hêsan e!
Ew her tiştî mîna penêr dibîne; jê heye ku dema kêrê lê bide, wê bibire. De bila were, wê bibîne. Divê mirov van gefan zêde nenepixînin. Ez ne bawerim ku di van mijaran de tiştekî bi dest bixin. Dibe ku bikevin nava hewldanan, lê amadekariyên vî gelî, amadekariyên vê tevgerê hene. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî tecrûbeyeke 33 salan e. Dizane wê çi, kengî û li ku bike. Dizane wê li ku çi bersivê bide kê. Bersiva pêwîst wê were dayîn. Lê ev gotinên dewleta Tirk, ne tiştekî ku di cih de bên kirin e."
'ZAROKÊ DUH E, RADIBE DIBÊJE EZ Ê TESFIYE BIKIM'
Karayilan bal kişand ser gefên Erdogan û got, "Dibêje 'Heta meha Nîsanê ez ê tesfiye bikim'. Ev xeyal e. Yên berî wî jî heman tişt gotin. Di salên 1980'î de Kenan Evren got, di salên 1990'î de Tansû Çîller got. Niha jî Erdogan dibêje. Zarokê duh e, radibe dibêje 'ez ê tesfiye bikim'. Yên beriya te nikarîbûn bikin, tu yê çawa bike? Yanî ev ne pêkan e. Lê xuya ye wê şer biqewime. Ji ber ku êrîş hene. Em ê li dijî êrîşê li ber xwe bidin. Em ê li her cihî li ber xwe bidin. Li ku derê pêwîstî bi çi hebe, em ê bi wî rengî li ber xwe bidin. Mînak; Kurdên li Ewropayê divê li dijî van pêkanînên faşîzan bi rêbazên demokratîk li ber xwe bidin. Girîng e gelê me li kolanan, li taxan xwe bi rêxistin bike. Vîna xwe biparêze. Ez nabêjim 'bila her kes dakeve kolanan'. Beriya her tiştî pêwîstî bi rêxistinkirinê heye'."
'EGER CERDEVAN HELWESTÊ NÎŞANB IDIN, WÊ DEWLET NIKARIBE TIŞTEKÎ BI WAN BIKE, JI BER KU EM HENE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de rewşa cerdevanan jî nirxand û ji wan xwest, li dijî dewletê helwestê nîşan bidin. Karayilan got, "Dewlet nikare tiştekî bi wan bike. Ji ber ku em hene. Dikarin xwe bispêrin hevsengiya navbera me û dewletê û bêjin 'ez cerdevaniyê nakim'. Eger em nebin, wê her kesî bikin hedef. Yanî eger karibin me deynin aliyekî, wê her kesî bikin hedef. Lewma divê her kes bi girîngiya vê demê zanibin. Ev dem demeke dîrokî ye. Helwesta di vê demê de were nîşandan, wê siberoja gelê me diyar bike. Di demeke bi vî rengî de lazim e her kes bi erka xwe rabe. Fedakarî divê."
'SALA NÛ WÊ BIBE SALA SERKETINÊ YA GELÊ KURD'
Karayilan destnîşan kir, ku ew dixwazin bi pêngaveke nû û mezin, serketinê misoger bikin û got, "Hewldanên me di vî warî de ye. Em dixwazin sala 29'an bikin sala meşeke mezin û azadiya Kurdistanê."
Karayilan diyar kir, divê siyaseta Kurd di vê demê de bi berpirsyarî rabe, li ser bingeha yekîtiya neteweyî tevbigere û got, "Eger bi vî rengî bibe, wê gelê Kurd bi ser bikeve. Sala 39'an a damezrandina PKK'ê wê bibe saleke mezin. Hêvî û baweriya me bi vî rengî ye."