1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Dikarin bêjin îro Kobanê sibe Kerkûk
Karayilan: Dikarin bêjin îro Kobanê sibe Kerkûk,karayilan,dikarin,bêjin,îro,kobanê,sibe,kerkûk

Karayilan: Dikarin bêjin îro Kobanê sibe Kerkûk

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 05.07.2014 17:53:46 Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, diyar kir ku êrîşa DAIŞ a li hember Kobanê êrîşeke stratejik e û got, Bi Kobanê re dixwazin ber bi Rojava ve bimeşin.”

Karayilan, bersiv da banga seferberiya ji bo Kobanê û got, “Ev bang di rastiyê de Hawar e, feryad e. Divê hemû ciwanên Kurd guh bidin vê bangê û beşdarî berxwedana lehengên Kobanê bibin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan têkildarî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Iraq û Kobanê ji Ronahî TV re axivî.

‘PERGALA BI SYKES PÎCOT Û LOZANÊ BICIH BÛ DERBAS DIBE’

Karayilan da xuyakirin ku pergala bi Sykes-Pîcot û Peymana Lozanê re xwe bi temamî bicih kir êdî tê derbaskirin û guhertina vê êdî mecbûrî ye. Karayilan got, “Gelê Kurd, êdî bi ziman, çand û dewlemendiya xwe wek vînekê dikare cihekî ji xwe re bibîne. Derfetên wê îro ji her demê zêdetir in.”

‘LI HEMBERÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ TALÛKE HEYE'

Karayilan, diyar kir ku piştî DAIŞ’ê Mûsil kir destê xwe gelek cebilxane, çekên giran bi dest xistine û got ku her çi qasî êrîşî Başûrê Kurdistanê nekiribe jî talûkeyek mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye. Karayilan wiha dewam kir, “Vaye her roj di xeta Kerkûk de şer heye. Ma mirov dizane sibe dê êrîşî Şengal û dîsa deverên din ên Başûrê Kurdistanê nekin.”

'DIVÊ XEBATÊN KONGREYA NETEWEYÎ JI NÛ VE ZINDÎ BIBIN'

Karayilan di dewama axaftina xwe de got ku di pêvajoyeke wiha de yekîtiya neteweyî ji her tiştî girîngtir e û ev bangawazî kir,

“Divê Êdî platformeke neteweyî ava bibe û em wek Kurdan li gor vê stratejiye tevbigerin.” Karayilan wiha domand, “Hewldanên Rêber Apo yên di vê mijarê de hene. Em bawer in peyamên di vê mijarê de di rojên pêşiya me de bigihîne hin derdoran.”

‘LI HEMBERÎ KOBANÊ ÊRÎŞEKE STRATEJÎK HATIYE DESTPÊKIRIN’

Karayilan girêdayî êrişên DAIŞ’ê yên li Kobanê û pevçûnên ku didomin wiha got: “Li Kobanê 4 roj in şerekî ciddî heye. Mixabin heya niha çapemeniya Kurd û derdorên Kurd eleqeya pêwîst nîşan nekirine. Dîsa hêzên global guhên xwe girtine. Lê li Kobanê, li rex sînorê Bakurê Kurdistanê, li ser Ava Firatê îro li hemberî gelê Kurd êrîşeke ciddî heye.

‘DIKARIN BÊJIN ÎRO KOBANÊ SIBE JÎ KERKÛK’

Rast e hinek peyvên Îslamiyetê bi kar tînin, lê tu eleqeya wê bi Îslamiyetê re nîne. Di vê meha pîroz a Remezanê de, gelê Kurd ê li wir ku di nav jiyaneke asayî de ne û heya niha di bin zextên rejîma Sûriyeyê de dijiyan, niha jî di bin dorpêça DAIŞ’ê de ne û dibêje; ‘divê ez bifetisînim.’ Ka wijdan, rehm ka, Îslamiyet li ku ye? Rewşa daxwaza bi rêbazên hovane gihiştina hedefa xwe mijara gotinê ye. Ji ber ku Kobanê parçeyê herî biçûk e; ji ber wê li wir destpê dikin. Ger ku îro Kobanê bigirin, wê sibe bixwazin Kerkûkê jî bigirin. Hemû cihên bixwazin bigirin, wê bigirin. Ev 4 meh in gelê Kobanê bi lehengiyeke mezin a rast, fedakarî û cesaretek mezin li ber xwe dide. Êrîşên DAIŞ’ê rawestandine, lê DAIŞ niha beşeke zêde çekên ji Mûsilê girtine dibe wir. 4 roj e, bi top, tank û çekên cuda ên giran êrîş dike.”

Karayilan da diyarkirin ku divê ji ber van hemû sedeman berxwedana li Kobanê bi gelê Kobanê tenê neyê hiştin, divê hemû Rojava û Kurdistan xwedî li vê berxwedanê derkeve û ev bang kir:

“Gelê Kobanê gelekî leheng e. Ew li hemberî neyar serî natewînin, wê li ber xwe bidin. Eşîreta Kêtîkan, Berazan wê li ber xwe bidin. Ew zarokên Hemê Mûsîkê, Şahîn Beg in. Rabûrdûyeke wan a tijî lehengî û cesaret heye. Îro jî Şîlan Kobanê, Dîlovan, Mehmûd Kûsî, Peyman Helînc û Muhammed El Demîr lehengên serdemê ku mohra xwe li têkoşînê xistine ji hembêza xwe derxistine. Kobanê bajarê lehengên weke Şehîd Sadik e. Cihekî ku ev çend leheng jê derketin de, îro jî bêguman wê bi jin û zilamê xwe cardin lehengiya xwe îspat bike. Di vê mijarê de heya dawî baweriya me heye. Bila gelê Kobanê bizane ku; em heya dawiyê ligel wan in. Û ew ne bêhêz in, bihêz in. Divê bi cesaret û moralek bilind vê berxwedana pîroz bidomînin û bi ser bixin.

Divê êdî li Kobanê yekîtiya neteweyî pêk bê. Îro roja hestiyar bûnê ye, roja rûmetê û berxwedanê ye. Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê li Kobanê destpê kir. Sala borî di 16’ê Tîrmehê de neyaran dest bi êrîşan kir û ev salek e êrîş didomin. Îro yanî di meha Tîrmehê de şoreşa Kobanê ya ku destpê kir, di 2’yemîn salvegera xwe de dîsa dijmin dest bi êrîşên xwe kir. Wê hesabên wan vala derkevin. Ji ber ku dozeke mafdar, bi cesaret û berxwedaneke mezin ligel nûnertîkirina rastiyên neteweyî mijara gotinê ye.

Hikûmeta Kantona Kobanê seferberî îlan kiriye. Seferberî tê çi wateyê? Tê wateya bangawaziya ji her kesî re. Tê zanîn, di demên berê de, dema Egîdan de di nava Kurdan de hawar hebû. Dema ku hawar dihat kirin, kê çi karê wî heba berdida, dibeziya yê pêdiviya wî bi alîkariyê hebû. Ger kesek neçûba şeref û rûmeta wî nedima. Hemû kesê ku xwedî rûmet û şerefê ye, diviyabû dema bang dihat kirin biçûya. Niha jî banga ku Hikûmeta Kantona Kobanê kiriye, di rastiyê de hawar e, feryad e. Divê hemû ciwanên Kurd guh bidin vê bangê û tevlî berxwedana lehengên Kobanê bibin. Em hemû li hemberî lehengiya ku li Kobanê pêş dikeve divê bêguman erka xwe bînin cih.

Di serî de gelê Kurdistanê ji bo hemû kesê banga me, divê erka xwe ya mirovane ya li hemberî berxwedana bi lehengî li Kobanê tê meşandin bînin cih.

‘DIBE KU KOMKUJIYEK PÊK WERE’

Karayilan li ser van êrîşên ku DAIŞ’ê li hemberî Kobanê pêş xistine hişyariya dibe ku ligel rewşên pir ciddî û komkujiyek jî çêbibe kir.

Karayilan bi taybet jî ji rêveberê Herêma Başûrê Kurdistanê, wiha got:

JI BO BARZANÎ BANGAWAZÎ

“Bi taybet bangawaziya min ji bo Serokê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Birêz Mesut Barzanî wiha ye: îro pirsgirêkên Rojava PYD û El Partî derbas kirine. Pirsgirêkên Rojava êdî pirsgirêkên neteweyî ne. Divê êdî li wir helwesteke neteweyî bê nîşandan. Ger sibe li Kobanê bi sedan an hezaran mirin çêbibin, wê wijdana me hemûyan pê biêşe. Ez bawer dikim ku wê wijdana we jî pê biêşe. Ji bo vê divê êdî ambargoya li ser Rojava bê rakirin. Divê êdî ev astengiya navbera Rojava-Başûr rabe. Êdî em xwedî li vî gelî derkevin. Divê hemû partî bibin yek û bi hev re bên rêvebirin. Tişta ji me tê xwestin xwedîderketina li vê berxwedana pîroz û binirx e.”

‘BERPIRSÊ WÊ DEWLETA TIRK, DYA Û EREBÎSTANA SIÛDÎ YE’

Karayilan got: “Eger DAIŞ li pişt guhê Tirkiyeyê li Kobanê komkujiyekê pêk bîne, berpirsê vê dewleta Tirk, DYA û Erebîstana Siûdî ye” û da diyarkirin ku Erebîstana Siûdî piştgiriyê dide DAIŞ’ê, lê DYA û Tirkiye çekan dide van hêzan. Karayilan wiha domand: “Jêre derfet çêkirin û bihêz kirin. Niha jî wê li ber çavên wan gelê Kurd qetil bikin.

‘JI BO EREBAN FILISTÎN ÇI YE, JI BO KURDAN JÎ ROJAVA EW E’

Parçeyê Kurdistanê yê herî biçûk Rojava ye; parçeyê Rojava yê herî biçûk jî Kobanê ye. Kobanê biçûk e, lê bi cesaret e. Lê dijmin dixwaze bi girtina wir encam bigire. Ji bo me Kurdan divê cihekî Rojava hebe. Çawa ji bo Ereban cihekî Filistînê heye, ji bo me Kurdan jî cihekî wiha yê Rojava heye.”