Karayilan: Divê formulek bê dîtin
Karayilan: Divê formulek ji bo hevdîtina bi Ocalan re bê dîtin
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bi rojnamevanên çûn Qendîlê re hevdîtin kir û got: “Em bê şert paşve vedikişin” û pêngavên ku divê ji bo aşitiyeke mayinde bên avêtin rêz kir.
Roja 25’ê nîsanê Karayilan piştî daxuyaniya çapemeniyê bersiv da pirsên ji Milliyetê Asli Aydintaşbaş, ji Vatanê Ruşen Çakir, ji Radîkalê Ezgî Başran, ji T24’ê Aydin Engîn, Ertugrul Mafîoglû, ji ÎMC’ê Ayşegul Dogan û ji CNN Turk Şîrîn Payzin.
Karayilan di daxuyaniya çapemeniyê ya ku 24’ê nîsanê li Qendîlê pêk hat de, diyar kir ku dê ji 8’ê nîsanê ve hêzên gerîla paş ve vebikişin û bal kişandibû ser hinek madeyan.
PÊNGAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
Li gorî nûçeya ji CNN Turk Şîrîn Payzinê, Karayilan ku bersiv da pirsên rojnamevanan got: “Ji bo paşvekişînê tu şertên me çênebûn, lê madeyên ku me ji bo demokratîkbûn û azadbûnê yên ku dê piştî vekişînê pêk bên, evane ne şert in, evane pêngavên ku divê ji bo aşitiyeke mayinde bên avêtin.”
Karayilan pêngavan wiha rêz kir: "Dikarin qanûna partiyên siyasî biguherînin, benda hilbijartinê, qanûna têkoşîna li dijî terorê, sîstema cerdevaniyê divê teqez bên rakirin. Di vî warî de tu hesabeke me bi tu kesî re çênbe. Cerdevan ji bo dewletê jî dibin pirsgirêk. Divê girtiyên ji doza KCK’ê azad bibin.”
ÇAWA ME KARÎ EM BIÇIN OSLOYÊ, DIVÊ EM BIKARIN BIÇIN ÎMRALIYÊ JÎ
Karayilan bal kişand ser mijara makeqanûnê û got : “Makeqanûn pêvajoyeke dirêjtir “ û diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derdek wan heye û got: “Hevdîtin dikarin veşarî, an jî aşkere çêbibin. Çawa ku me berê karî em biçin Osloyê, divê em bikarin biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin, divê em formulek peyda bikin. Heyetek dikare ji Qendîlê biçin. Hinek jî dikarin ji tevgera jian biçin. Ji bo em hemû qedemeyên vê pêvajoyê fêm bikin, ev yek dê başbe. Heta niha tu derdek me yêem bi hukûmetê re hevdîtin bikin çênebûye. Divê Rêber Ocalan hevdîtinê bi hukûmetê re bike, em destekêdidin vê yekê. Em pişt daxuyanî û gotinê wî ne."
GELEK WELAT LI DIJÎ TIRKIYEYÊ HENE
Karayilan bal kişand ku li herêmê gelek welat li dijî Tirkiyeyê hene û got:" Ger em bi aşkereyî biaxivin, li herêmên gelek welatên li dijî Tirkiyeyê hene. Ger em em bi aşkereyî nêzîk bibin, em dikariya destekê ji wan bigirin. Lê me nekir. Ew derî ji me re vekirin. Hêzên herêmî hemû li dijî Tirkiyeyê hen. Lê êdî Tirkiyeyê jî vê yekê dîtiye. AKP difikire û bi awayeke jêhatî tevdigere. Bersiveke erênî ji nameya ku min nivîsandibû re hat. Ev polîtîka weke polîtîkayeke dewletê pêş ket. Dibe hesabên AKP’ê yên hilbijartinê hebin, lê ev pêvajo di encama biryara dewletê de pêş ket."
HELWESTA EWROPA BI FIKAR E
Karayilan helwesta Rojava (ya cîhanê) bi vî awayî nirxand: “Hin aliyan xwest pirsgirêka Kurd mîna kartekê bi kar bînin. Tiştek mîna devê gur bû. Çavkaniya vê polîtîkayê jî Ewropa ye. Çareseriya vê pirsgirêkê tê wateya çareseriyeke ji binî ve. Ger ev pirsgirêk çareser bibe, kartek bi navê Kurdan namîne. Vê yekê naxwazin. Dîsa hin hêzên herêmê ji vê yekê ne rehet in. Hinek jî aliyê xwe diguherînin. Amerîka bi awayeke pragmatîst nêzîk dibe. Amerîkayiyan di van demên dawiyê de hevdîtin nekirin, lê hin organên legal destekê dan. Lê li derve ne. Em di pratîkê de tu tiştek nabînin.”
Karayilan ku diyar kir ku hinek alî destekê nadin pêvajoyê û wiha bersiv da pirsa “Gelo Îran e?” û got: "Em ji helwesta Ewropayê bi fikar in. Mînak ji ber cinayeta Sakîne Cansiz. Sakîne pir aşitîxwaz bû. Ger nehata kuştin dê bihata Qendîlê, ji bo vê pêvajoya aştiyê pir dilxwaz bû. Helwesta Ewropa ya piştî cinayetê me dixe fikaran. Dê ev aşitî çêbibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye dê tam demokratîk bibe û tiştek bi navê “karta Kurd” namîne û divê nemîne.”
EM LI DIJÎ NETEW-DEWLETÊ NE
Karayilan bersiv da pirsa Şîrîn Payzin a bi awayê “Ger PDK li bakûrê Iraqê serxwebûna Kurdan rabigihîne hûn dê çi bikin?” û got: “Em li pêşiya vê yekê nabin asteng. Lê em destekê jî nadin vê yekê. Em li dijî dewlet-neteweyek Kurd in. Em dixwazin Kurd li parçeyên ku lê dijîn, bi awayeke wekhev bi wan dewletan re bin. Ango em alîgirê federalîzmeke demokratîin. Li Tirkiyeyê, li Îranê, li Sûriyeyê nikarin Kurdan înkar bikin, divê bi mafên xwe ve di nav yekpariyê de bimînin. Netew-dewleta Kurd ne li gorî îdeolojiya me ye. "
LI ENQEREYÊ KONFERANSA AŞITIYÊ
Karayilan got ku dê baş be ku di konferanseke aşitiyê de li Enqereyê civak bê ba hev û got: “HDK û ODP dibin. Sendîka, rêxistinên jinan, nunerên rêxistinên civakê dikarin bi awayeke berfireh têde cih bigirin. Em Tirkiyeyeke demokratîk tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin. Em ji bo wekheviya mafê hemû kêmaran, baweriyên weke Elewiyan, nasnameyên din ên olî, hemû aliyên bindest, jinên ku herî zêde bindest in û hemû gelên Tirkieyê têdikoşin.”