Karayilan: Divê hêzên taybet û cerdevan bên rakirin
Karayilan ji kanala Newroz Tv’yê re axivî: Piştî gerîla vekişiya divê cerdevan û hêza taybet bên rakirin
Seydo Basmaci - Stockholm ANF Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan ji kanala Newroz Tv’yê re axivî û diyar kir ku, piştî ku gerîla xwe vekêşiya dewleta tirk, cerdevan û hêza taybet bên rakirin (law). Karayilan her wiha got ew li bendêne ku bi qanûnî reform bêçêkirin.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan da zanîn ku, ger em vekêşîna ku di (8’ê gulanê de destpê bike) pênase bikin ev vekêşan wê li ser du qedemeyan çêbibe. Divê çarçoveyê de bi taybetî jî divê ku dewleta tirk li hemberî çareseriyê peywira xwe bîne cih. Karayilan diyar kir, divê ku di makeqanûna nû de reform bêçêkirin, sîstema cerdevanî û hêzên taybet bidin rexekê yan jî wana bikin sivîl.
Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ku ev hêzên şer yan paşde bên vekîşandin yan jî bên rakirin. Divê ku makeqanûnek nû bê avakirin. Di heman demê de divê ku Tirkiye bibe demokrat, înkara li ser kurdan rabike û hebûna kurdan qebûl bike, azadiya gelê kurd bê misogerkirin û di heman demê dejî hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn xwediyên çand û nasnameyên cûda azadiya wan bê naskirin. Piştî ku ev bi encam bûn qedemeya 3’emîn dikeve dewrê. Em dikarin ji vê re jî bêjin “pêvajoya normalbûn” û “pêvajoya azadibûnê”. Divê ku gelê kurd û tirk beramber hevdû efû bikin. Ji bo civakê aştiyek mayînde bê pêşxistin. Di destpêkê de Rêber Apo û hemû kes divê azad bibin. Divê ku tu dîlgirtî nemînin. Divê çerçoveyê de tenê çekberdana gerîla dikare bê rojevê. Konsepta çareseriyê wiha danîn holê.”
Karayilan destnîşan kir ku, cara yekemîne kurdek, Rêberekî gelê Kurd 15 sale li Îmraliyê di bin şert û mercên gerina de dijî û di nava sed kesên bi bandor de yek ji kesê herî bi bandor tê hilbijartin û wiha pêde çû: “Li hemberî hemû mercên giran jî û em netewekî ku hatine perçiqandin jî Rêbertî bi hêzek mezin di cîhanê de dinava sed kesên herî bi bandor cihê xwe girt. Ev yek pir pir girînge û bi wateye jî. Dibe ku taybetmendiyên Rêbertiya me û kedê bê hempaye.”
Karayilan wiha got: “Êdî gelê Kurd jiyanekî bê statu û nasname qebûl nake. Em jî dixwazin wek hemû civak û xwediyên olên cûda Ereb, Fars, Tirk, Ermenî, Asurî û Azeriyan bi awayekî azad bijîn. Ev yek mafê herî xwezayî yê gelê Kurde. Çima bê înkar kirin? Em ji Ewropayê re dibêjin dest jivê siyaseta xweya înkarê berdin êdî. Pêvajoya ku me xistiye di rojevê de li pêşiya wê nebin asteng piştgiriyê bidinê. Em ji Ewropayê vê dixwazin. Di heman demê de banga me ji bo hêzên herêmê jî eve. Ewropa û Amerikayê bi daxuyaniyên ku dan piştigriya xwe anîn ziman. Divê ku ev tenê di gotinê de nemînin. Pratîka wê bê dîtin.”
ÎRAN Û SÛRIYE
Karayilan wiha axivî: “Pêvajoya çareseriya demokratîk a me li Tirkiyeyê daye destpêkirin; ji bo Îran û Sûriyeyê jî derbazdar e. Em dê li cihek diyalog, li cihek jî mantiqa şer esas negirin. Di bingeha têkoşîna me de rêgez û bîrdozî heye. Di navbera hêzên li herêmê şer dikin de em xeta 3’emînin. Ev xeta biratî û demokrasiya gelane. Divê kurdên li Sûriyeyê jî di vê xetê de tevger bikin. Mînak; li rojhilatê Kurdistanê agirbest heye, divê ev rewş berdewam bike. Li cihek aştî li cihek jî berdewamkirina şer rast nîne. Em li her beşê çareseriya siyasî esas digirin. Bêgûman îhtîmala êrîşan hebe, dê her kes xwe biparêze.”
KONFERANS
Murat Karayilan herî dawî wiha got: “Mercên herêmî ji bo azadiya kurdan guncawin. Divê gelê Kurd ji bo van firsetên dîrokê ji dest xwe nerevîne platforma wekî konferansa neteweyî de pêk bîne. Me ji bo vê, bangek jî kir. Divê kurd, di platformeke neteweyî de werin ba hev. Ji bo em siyasetek hevpar ava bikin û firsetan baş binirxînin; ev konferans girînge. Divê em platforma demokratîk li Hewlêrê were lidarxistin. Gelek caran me konferansa neteweyî yan jî kongreyê girt rojeva xwe, me pir nîqaş kir. Lê me pêk neanî. Lewre hin mercên herêmî derfet nedan. Dibe ku li rojavayê Kurdistanê şer hebe. Lê divê were zanîn ku ew şerê xweparastinê ye. Bi gelemperî bingeha hevdîtina çar parçeyan bi hêze. Berê me digot: “Em rêbazeke neteweyî ava bikin, heta ger hewce bike em rêbertiyek diyar bikin û hêza ewlehiya neteweyî biafirînin.” Ev gotin hêja bûn. Lê bi carekê pêk nayên. Dikare li ser bingeha piştgiriya neteweyî û konferansê pêk were. Em li vira xet û stratejiya kurdan derxin holê. Di merheleya destpêkê de ev bese. Di demên pêş de dikare bigihîje astên cuda. Lê divê her parçe di nava xwe ber bi konferansek hundirîn ve biçe. Mînak em dixwazin li Bakûr, li Amedê Konferansa Aştî û Piştgiriya Neteweyî pêk bînin. Bi beşdariya rêxistinên kurdan ên cuda, zelalkirina formulên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girînge. Beşdariya rêxistinên kurdan, saziyên civakî yên sivîl û sendîkayan girînge. Piştî ev pêk were, divê encamên vê yekê, hem pêşkêşî raya giştî ya kurd, hem jî hikûmetê bikin û diyar bikin ku divê di makeqanûna nû de çi hebe. Konferansek bi vî rengî divê bi lezgînî pêk were. Bi heman awayî pêdivî bi konferanseke Tirkiyeyê ya bi piştgiriyê ya aliyên kurd û tirk ên demokrat û aştîxwaz jî heye. Pêdivî bi konferanseke derve heye. Di vê konferansê de bi qasî piştgiriya aliyên kurd û tirk ên demokratîk; pêdivî bi bihêzkirina aliyê siyasî û dîplomatîk jî heye. Em dixwazin bi van konferansan li herêma Rojhilata Navîn îradebûna kurdan pêş bixin û xeta wan zelal bikin. Em dixwazin bi vê yekê yekê çareseriyê bixin bin temînatê.”