Karayilan: Dor tê Îranê
GULÎSTAN TARA/DENÎZ KENDAL 13-09-2011 BEHDÎNAN - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Em rewşa Sûriyeyê dibînin. Êdî dor tê Îranê jî. Bicihkirina mertalên fuzeyan a li Tirkiyeyê, yekem pêngava êrişê ya li hemberî Îranê ye.'' Karayilan diyar kir ku ew naxwazin li dijî Îranê di nava konsepteke navnetewî de cih bigirin û diyar kir ku ew armanc dikin ku agirbersta di navbera PJAK û Îranê de were dirêjkirin.
Karayilan destnîşan kir ku pirsgirêk hin girên stratejîk ên di navbera sînorên Îran-Iraqê de ne û diyar kir ku ger PJAK ji tekoşîna çekdarî zêdetir, giranî bide ser kiryarên siyasî û rêxistinê wê baştir bibe.
Karayilan ji ANF’ê re axivî û der barê Îran û PJAK’ê de wiha got:
“Mirov dikare êrişên dewleta Îranê yên di 16’ê tîrmehê de, di encama konsepteke ku berê hatibû plankirin de li ser Qendîlê dest pê kirin, bi gelek awayan binirxîne. Me berê jî gotibû. Di wê demê de şerek bi qasî 12-13 rojan qewimî. Piştî wê hin dost ketin navberê û hin hevdîtin pêk anîn. Lê ew hevdîtin negihiştin encameke aşkere. Piştî wê jî hin derdorên mezintir ketin navberê. Hevdîtinên ku wana dan destpêkirin heta cihekê çûn û piştre xetimîn.
PIRSGIRÊK HIN GIRÊN STRATEJÎK ÊN BI NAKOK IN Pirsgirêka bingehîn hin girên stratejîk ên bi nakok ên li ser sînorê Iraq-Îranê ne. Dema di hevdîtinan de xetimîn çêbû, Îranê careke din di 2’ê rezberê bi teknînkeke xurt êrişê deverên Kotaman û Casusan kir. Careke din li herêmê li herêmê şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di berdewama vî şerî de gerîlayên HRK’ê di kesayeta Şehîd Simko de berxwedanek hêja nîşan dan.
HPG DI SÊ ROJÊN DAWIYÊ DE BEŞDARÎ ŞER BÛ Di sê rojên dawiyê yên şer de beşek ji HPG’ê jî beşdar bû. Ji ber ku dema me sînor dewrê gerîlayên HPG’ê dikir, ev êriş pêk hat. Ji ber wê jî hin hêzên HRK’ê yên li paş sînor mabûn beşdarî şer bûn. Ji ber wê jî gerîlayên HPG’ê neçar man ku bersiva êrişê bidin. Her çendî em li dijî Îranê ne di posîzyona şer de bûn, li hemberî êrişan berxwedanek ew qas xurt hate nîşandan. Niha bi awayeke giştî, performansa ku gerîlayên Kurdistanê li vir nîşan dan performanseke pir xurt bû. Careke din hate dîtin ku tu hêz û tu artêş nikarin zordariyê bispêrin gerîlayên Kurdistanê. Serhatî û ezmûnên 30 salan hene. Rêbazek pir saxlem a leşkerî heye. Di rastiyê de hêzên artêşa Îranê jî di şer de şerker in, wêrektiyek mezin nîşan dan. Lê gerîlayên azadiyê di parastina çeperên xwe de bi ser ketin.
EM NAXWAZIN ŞERÊ ÎRANÊ BIKIN Di demê berxwedanek wiha dîrokî de PJAK’ê bi navbeykariya dostan agirbest îlan kir, ev yek pir girîng e. Ji ber ku ev pirsgirêk bi tundî û şer nayên çareserkirin, encex dikarin bi riyên aşitiyane û diyalogê bêne çareserkirin. Ji ber wê jî me weke KCK’ê piştgirî da vê agirbestê û me bi xwe jî ji bo pêkhatina wê rol wergirt. Ji ber ku li wir jî hêzên me hene. Bi kurtî em dixwazin ku ev agirbest bi ser bikeve. Bi taybet em weke tevger naxwazin şerê Komara Îslamî ya Îranê bikin. Çima? Ji ber ku li ser me jî konseptek heye û ji aliyê hêzên navnetewî ve tê destekkirin, û li ser Îranê jî konseptek heye.
FUZE JI BO ÎRANÊ NE Em rewşa Lîbyayê, niha li Sûriyeyê dibînin. Dor tê Îranê jî. Bicihkirina fuzeyan a li Tirkiyeyê ne elametek a xêrê ye. Ev pêngava yekemîn a êrişa li dijî Îranê ye. Ji ber ku konsepteke wiha li hemberî Îranê heye, em jî weke tevger naxwazin bibin alî û polîtîkayek a me ya wiha heye. Em nabin alî û naxwazin bibin alî. Di vê ne tenê PKK, divê tu Kurd ji hêzên herêmê û yên navnetewî re nebin alîgir.
Divê pirsgirêkên herêmê di navbera gelên herêmê de bêne çareserkirin. Pêwîst nake ku hêzên navnetewî bên û bikevin navberê. Em weke gelên herêmê dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Nêrîna me ya stratejîk wiha ye. Ji ber wê jî em ji şerê li dijî Îranê zêdetir, çareseriyek bi riya diyalogê rastir dibînin. Ji ber vê jî pêngavên ku PJAK’ê avêtin gelek di cihê xwe de ne. Ji ber PJAK’ê bi berxwendana xwe xwe nîşan kir. Hemû alem û cîhanê dît û gelê Kurdistanê jî dît.
DIVÊ PJAK GIRANÎ BIDE SER XEBATÊN SIYASÎ Ji ber vê jî em di wê baweriyê de ne ku ger PJAK ji tekoşîna çekdarî zêdetir giranî bide ser kiryarên siyasî û rêxistinî, di nava civaka xwe de xebatên siyasî û rêxistinî bimeşîne wê baştir bibe. Ev perspektîf ji bo dahatûyê ye. Têkilî û helwestên di navbera Îran û PJAK’ê de wê vê yekê diyar bikin. Ger Îran di helwesta xwe de serî li tundiyê nede, em jî di wê baweriyê de ne ku divê PJAK jî serî li riyên tundiyê nede.
ŞER XIZMETA TIRKIYE Û DYE’YÊ DIKIN Îran PJAK’ê kir hincet, lê hemû deverên di bin kontrola PKK’ê de û gelê me yê Başûrê Kurdistanê topbaran kiriye. Gel şehîd da û birîndarên wan hene. Her wiha ziyanek mezin a mal û can çêbû. Ger ev yek raneweste, wê ev şer bibe şerê PKK-Îranê. Şerek wiha ne xizmeta Îranê dike, ne jî xizmeta PKK’ê dike. Şerek wiha tenê xizmeta DYE û Tirkiyeyê dike.
ÎRAN DIBÊJE KU EW NE DI NAVA KONSEPTÊ DE YE Ji ber wê jî em vê yekê dibêjin; Li hemberî tevgera me bi pêşengiya Tirkiyeyê konseptek a tunekirinê heye. Lê dewleta Îranê dibêje ku ew ne di nava vê konseptê de ye. Ger bi rastî jî wiha be, divê dawî li êrişên xwe yên li ser Qendîlê bîne. Ji ber ku ger careke din êrişê Qendîlê bike, wê ev yek şerek pir dijwartir bi xwe re bîne. Lê ev pirsgirêk dikarin bi riyên diyalogê bêne çareserkirin. Lê wer dixuyê ku di navberê de bêewlehiyek heye. Her wiha çavkaniyên agahiyan ên Îranê bi awayeke berfireh ne rast in, ji ber vê xeletiyê jî di şer de israr dike. Ji ber ku ger êrişê Qendîlê bike, bi riya PKK û PJAK’ê hemû Kurdan dike hedef, ji ber wê jî ev yek ne ji bo berjewendiyên Îranê ne. Ji ber wê jî seknek pir tevlîhev heye. Ji ber vê jî mirov nizane bê Îran bi rastî jî di ne di nava konseptê de ye an na. Em ê ji aliyê xwe ve ji bo çareseriya bi riya aşitiyane tişta pêwîst bikin. Lê dîsa encama wê girêdayî helwesta Îranê ye.
NÊZÎKATIYA TENG A LI HEMBERÎ PIRSGIRÊKÊ Bi ya me dewleta Îranê ne bi awayeke stratejîk, bi awayeke textîkî li pirsgirêkê dimeyzîne. Mirov dikare bibêje bi nêzîkatiyeke pir teng ev textîk dimeşîne. Me aliyê stratejîk zêde nedît. Pirsgirêkê bi girên stratejîk ve girê daye; “Hûn vî girî berdin ez êriş nakim, an ez ê êriş bikim”, pirsgirêkê aniye vê astê. Ev jî dibe sedema hin nerazîbûnên du alî. Em weke tevger girîngî nadin ser sînoran. Gelo wê PKK û PJAK rabin sînorên Îran û Iraqê ji nû ve sererast bikin? Pirsgirêkek wiha nabe. Jixwe em di aliyê bîrdozîde sînoran weke tiştek bê wate dibînin. Em dibêjin bila navdewletan û di navbera gelan de sînor tune be. Divê hemû gelê Rojhilata Navîn weke Yekitiya Ewrûpayê sînorên di navbera xwe de rabikin. Em vê yekê diparêzin. Ji ber wê jî em niha ranabin û li ser sînoran xebatê nameşînin.
Lê ev hewldanên dewleta Îranê, pirsgirêkê tîne ber neçareserkirinê. Lê di rastiyê de hin tişt hene mirov dikare bi demê re dest jê berde û gotûbêj bike. Lê bi hewldanên wiha tu encamek nayê bidestxistin. Di rastiyê de sedemê neçareseriyê jî ev hewldanên bi vê rêbazê ne.
AGIRBESTA DOMDIRÊJ Ez hêvîdar im ku wê rayedarên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê ne bi nêzîkatiyek teng, bi perspektîfeke berfirehtir nêzîk bibe û pirsgirêkê bi nirxîne. Pirsgirêk ji pirsgirêka çend giran zêdetir û mezintir in. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriyeke temamî ya pirsgirêkê yekane rê diyalong e. Ger dewleta Îranê li ser vî bingehî nêzîk bibe, li ser bingehê çareserkirina vê pirsgirêka li ser sînor; îdaman neke, li dijî hêzên PJAK’ê û gelê Kurd operasyonan li dar nexe, divê hêzên PJAK’ê jî agirbestê dirêj bikin, heta bila bibe agirbestek bê dem. Bi vî awayî mirov dikare bi riya gotûbêj û diyalogan bigehe çareseriyeke ji binî ve. A girîng ew e ku li vir feresateke baş were nîşandan. Ji ber wê jî divê ev yek jî du alî be. Ger aliyek tiştek bibêje, aliyê din jî bibêje “Tu wisa nekî ez ê di 24 seatan de te wisa bikim” ev tehdîtên wiha mirov nagihîne tu encamekê. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkên rojekê ne da ku di rojekê de bêne çareserkirin. Pêwîstî bi dem û perspektîfên çareseriyê hene.
NE DIJMINAHÎ, DOSTANÎ Em hêvîdar in ku wê dewleta Îranê hem pêşketinên dawî yên li herêmê û hem jî vê rewşê li ber çavan bigire, hem bi tundî nêzî gelê Kurd ê di nava xwe de û yên li parçeyên din nabe, wê bi dostanî nêzîk bibe. Berjewendiya Îranê ne di dijminahiya Kurdan de, di dostaniya Kurdan de heye. Gelê Kurd, kevnartirîn gelê herêmê ye. Ji dijminahiya vî gelî zêdetir, feyda wê di dostaniya vî gelî de heye.”
ANF NEWS AGENCY