Karayilan: Eger piştî hilbijartinê gav neyê avêtin dê pêvajo biqede
BEHDÎNAN 17.03.2014 07:00:00 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku hefteyek piştî hilbijartinên herêmî divê hikûmeta AKP'ê di mijara pêvajoyê de gavekê biavêje û got, "Eger piştî hilbijartinan gav neavêtin, wê pêvajo biqede."
Karayilan beşdarî bernameya taybet a li Stêrk TV bû û bibîr xist ku hikûmeta AKP'ê der barê pêvajoyê de gavên pêwîst neavêtiye û destnîşan kir, ku agirbesta heyî gelek caran binpê kiriye.
Karayilan diyar kir ku divê hikûmeta AKP'ê di hefteyên piştî hilbijartinê de gavê biavêje û got, "Di Newroza par de Rêbe Apo bi deklarasyoneke dîrokî re demeke nû îlan kir. Pêvajoya çareseriyê di nava xwe de bi sê qonaxan hat diyarkirin: Qonaxa yekemîn dê agirbest bihata îlanirin û gerîla dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê bikira. Ev yek pêk hat. Me agirbest îlan kir û dest bi vekişînê kir. Qonaxa duyemîn jî serdemek der barê avêtina gavên qanûnî û destûrî bû. Ev jî wezîfeyên diketin ser milê dewleta Tirk. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê bi vê berpirsyarî ranebûn. Yanî ev dem neda destpêkirin. Ji ber vê yekê ye pêvajo hînê di qonaxa yekemîn de ye. Yanî tevî ku qonaxa yekemîn bi dawî bûye jî, qonaxa duyemîn nehatiye destpêkirin. Ji ber çi? Ji ber ku hikûmeta AKP'ê sozên di vî warî de daye, bicih nîne. Yanî bi berpirsyariyên xwe ranabe. Rast pêvajo îro bi temamî bi dawî nebûye, lê belê bi awayekî yekalî ji aliyê Rêber Apo û tevgera me ve tê rêvebirin. Bêguman ev pêvajo bi awayekî yekalî heta dawiyê nameşe. Herî dawî, piştî hilbijarinê gav avêtin wê erênî be, gav neavêtin wê pêvajo biqede. Yanî ev gav divê yekser rojek piştî hilbijartin, herî dereng divê di nava hefteyek du hefteyan de bên avêtin. Eger neyên avêtin divê her kes bizanibe ku pêvajo qediyaye.
Divê bi çi rengî gavan biavêjin. Mînak pêwîste vê pêvajoyê qanûnî bikin. Yanî ji bo destpêkirina muzakereyan çarçoveyeke qanûnî divê. Wekî din pêwîste aliyên bi hev re muzakere bikin, divê wekhev bin. Divê ev bê afirandin. Hewceye şert û mercên Rêber Apo bên guhertin. Wekî din em dixwazin di van hevdîtinan de hêzeke sêyemîn a bê alî amade be. Ji bo were tespîtkirin ka kî xwedî li gotina xwe derdikeve, kî dernakeve, hêzeke bi vî rengî ya bê alî divê hebe.
Wekî din, heta ku "Qanûna li dijî Terorê" di meriyetê de be wê çareserî nebe. Ji ber ku ev qanûn qanûneke dijberiya Kurd e. Divê ev qanûn bê rakiri. Eger AKP'ê gavên wiha avêtibûya, meyê niha qonaxa duyemîn yanî pêvajoya normalbûyînê nîqaş bikira. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li gel hemû hewldanên Rêbertiya me û tevgera me ti gav neavêt. Berevajî, hewl da jê feydê bigire. Xwest bi hesabê hilbijartinê pêvajoyê ji bo xwe bikar bîne. Bi zeximkrina qereqolan û çêkirina rêyên leşkerî re amadekarî kir. Ev tê wateya binpêkirina agirbestê. We jî dîtin li Heftanînê binpê kirin, şer derket û di encamê de mirin rû da. Dewleta Tirk li gelek cihan şertên agirbestê binpê kir lê me bi awayekî yekalî heta niha dewam kir. Me berpirsyariyên xwe bicih anîn, lê belê ji niha û pê ve divê dewlet gavan biavêje."
“HETA KU RÊBER APO LI ZÎNDANÊ BE GERÎLA DEST JI ÇEKÊ BERNADE”
Der barê pirsa li ser çekdanîna gerîla de Karayilan destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, dê gerîla jî dest ji çekê bernede û got, "Divê vê her kes baş zanibe: Heta ku Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî azad nebe, gerîla ti carî çekê danîne. Yekane rêya çekdanîna gerîla, kombûna kongreyeke gerîla ya mezin a bi beşdariya Rêber Apo û wergirtina biryara çekdanînê li vê kongreyê ye. Ji bilî vê rêyeke din nîne. Rast e gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi fermanên Rêber Apo ve dilsoz in. Lê belê eger Rêber Apo di zîndanê de be û di vê rewşê de fermana çekdanînê bide jî, gerîla vê fermanê bicih nîne. Ev biryara gerîla ye. Hemû fermanên Rêber Apo bicih tên anîn, lê belê fermanek heye ew jî dema Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad be, hingî dikare pêk were: Ew jî çekdanîna gerîla ye. Divê her kes vê rastiyê zanibe.
Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwazin pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên siyasî çareser bike. Em dixwazin li ser bingeha xwişk û biratiya gelan, wekhevî û azadiyê çareser bikin. Îro kes nikare pirsgirêka Kurd înkar bike. Kurd mîna her gelên li cîhanê dixwazin mafên xwe yên xwezayî, yanî ziman, çand û rêveberiya xwe. Eger dewleta Tirk di vê çarçoveyê de nêzîk bibe, yanî demek kurt heman piştî hilbijartinê gavên pêwîst biavêje pêvajo dikare dewam bike. Eger nebe, ev pêvajoyê biqede.
EGER PÊVAJO BIQEDE WÊ M EŞA AZADIYÊ YA KURDAN DEWAM BIKE
Bila gelê me vê baş zanibe, em ne poşmanin ku me par ev pêvajo dan destpêkirin. Perspektîfa Rêber Apo pêşkêş kiribû rast bû. Em deklarasyona dîrokî ya di Newrozê de hat îlankirin heta niha rast dibînin û pê re dilsoz in. Lê belê di vê pêvajoyê de weke gel û tevgerê gelek destketiyên me çê bûn. Beriya her tiştî di serî de gelê me her kesî dît ku em dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin. Em ne alîgirên şer alîgirên aştiyê ne. Lê belê em bi şeref û rûmeta xwe re dilsoz in. Ji bo şeref û rûmeta xwe pêwîst be emê şer bikin. Ev biryardariyeke û îro ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Yanî rewabûna tevgera me zêde bûye; Destê Rêberê me xurt bûye. Gelê me yê Bakur ji vê pêvajoyê sûd wergirt. Gelê me yê Rojava jî ji vê pêvajoyê sûd wergirt.
Yanî di warê giştî de di nava vê salê de destketiyên me zêde ne. Biryara Rêber Apo rast bû. Me xwest li ser vê biryarê çareseriyê biafirînin. Lê belê çareserî bi awayekî yekalî bi pêş nakeve. Ji bo çareseriyê divê her du alî gavan biavêje. Dema aliyê pêşber gav neavêt, pêvajoyê biqede. Hingî emê çi bikin? Gelê Kurd dixwaze xwe bi xwe birêve bibe. Ev mafekî rewa ye. Em wekheviyê dixwazin. Lê belê eger gav neyê avêtin, di çarçoveya 8 aliyan de emê dest bi pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk bikin. Emê têkoşîna xwe bi vî rengî dewam bikin. Yanî eger dewlet gavê neavêje, emê wan tiştên ku Rêbertiya me xwest di nava salê de bi diyalogê çê bike, bi hêza xwe ya cewherî pêk bînin. Di vê mijarê de kes nikare pêşî li me bigire. Meşa gelê Kurd a azadiyê her tim wê bi pêş ve biçe."
“MODELA ROJAVA JI BO BAKURÊ KURDISTANÊ MÎNAKEKE ZELAL E”
Karayilan diyar kir ku sîstema li Rojava ava bûye ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê sîstemeke mîankdar e û got, "Parçeyek ji mûxalefeta Sûriyeyê Heyet El Tensîq biryar daye ku li her devera Sûriyeyê bi sîstema kanton re çareserî dikare pêk were. Ji ber ku çareseriya herî maqûl ev e. Peymanên Civakî yên van kantonan pejirandine jî, ji bo Rojhilata Navîn tê wateya formeleke nû. Naveroka wê neteweya demokratîk e. Yanî jiyana bi hev re ya hemû çandan li derveyî dewletê ye. Binêrin di rêveberiyê de kî hene; Kurd hene, Ereb hene, Suryanî hene. Hemû ziman azad in. Yanî li ser gel û çandan zext nîne. Azadî heye. Ev nêrîneke nû ye, modeleke nû ye. Ev model dikare ji bo Sûriyeyê bibe perspektîfa çareseriyê.
Wekî din ji bo tevahiya Kurdistanê mînak e. Mînak, ji bo Bakurê Kurdistanê mînakek zelal e. Yanî meseleya Kurd careke din aniye ser maseyê. Êdî Peymana Lozanê derbas nabe. Şoreşa Rojava ev yek careke din gotiye. Ji ber vê yekê serketina Rojavayê Kurdistanê serketina tevahiya Kurd û Kurdistanê ye. Hin partî ji ber ku ne di navê de bûn gotin 'ev ne baş e'. Ev ne rast e. Berjewendiyên neteweyî diyar in. Rola Rojavayê Kurdistanê lîstiye ji bo hemû parçeyên Kurdistanê, ji bo tevahiya gelê Kurd rûmeteke mezin, pêşketineke mezin e. Bêguman tevahiya Kurd û Kurdistanê wê destekê bi Şoreşa Rojava."