Karayilan: Em alîgirê çareseriyê ne
Sînan Deniz, Rosida Mardin Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ku berê gelek caran bi çapemeniya cîhan û tirk re hate cem hev; di 25’ê adarê de bi rojnamgerên Başûrê Kurdistanê re hate cem hev. Daxuyaniya li Qadên Parastina Medya pêk hat, li gel kanalên wekê Kurdsat, NRT, Kurdistan Tv, KNN, GK’ê gelek nûnerên ajans û rojnameyan tevlî bûn. Karayilan û endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat û Xebat Hewlêrî tevlî bûn.
DI XWARINA NÎVRO DE HATIN CEM HEV
Karayilan di xwarina nîvro de bi rojnamegeran re hate cem hev. Piştî xwarinê derbasî civînê bûn. Karayilan di axaftin xwe de pêvajoya çareseriya demokratîk a Ocalan daye destpê kirin û agirbest vegot û diyar kir ku, ew ligel çareseriyê û di rewşa ku pirsgirêk bê çareserî bimîne jî ew ji bo şer amade ne.
DI BIN SIYA BALAFIRÊN ŞER DE DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Dema civîn berdewam dikir, balefirên şer yên Tirk li ser qadên Parastina Medya difiriyan û vê rê li ber bertekan vekir. Karayilan pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Îro em bi hemû hêzên xwe yên Bakûr re axivîne û hemûyan gotin dê girêdayê biryara agirbestê bin. Em niha hatina balefirên tirk balkêş dibînin.” Karayilan di civîna ku du saetan de bersiva pirsên wek;Azadiya Rêber Apo, vekişîna gerîlan, daxuyaniyên DYA, YE, û pirsên derbarê Îran, Sûriye û Başûrê Kurdistanê de bersivand.
Karayilan derbarê pirsa vekişîna gerîla û azadiya Ocalan de wiha got; Ev pêvajoyeke 3 pêngave. Armanca me ya esas ewe ku Ocalan azad bibe.
Karayilan li ser pirsa rojnamegeran ya wekî hûn bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdisanê şêwirîn jî wiha got; Em xwedî wê hêzêne ku dikarîn şer bikîn, lê me tercîhên xwe ligel aştiyê bikar anî. Karayilan da zanîn ku, ji bo vê pêvajoyê gelek dostên xwe yên Başûrî re şêwirîne û got fikarên wan jî hebûn lê piştgiriya xwe dan vê pêvajoyê. Her wiha Karayilan destnîşan kir ku Telabanî ji sala 93’an heta niha rola navbeynkariyê dilîze û daxwaza me ewe ku di demeke Kurd re bihêje tenduristiya xwe.
Karayilan pirsa nêzîkatiya Îranê ya li dijî pêvajoyê jî wiha vegot; Ev pêvajoya wê sûdê bide hemû herêmê, sûda wê ji bo Îranê jî heye û hêviya me ewe ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
RONAHÎ SERHAT: KETINA BALEFIRÊN ARTÊŞA TIRK PROVOKASYONE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat jî firîna balefirên Tirk yên li qadên Parastina Medya nirxand û got: “Ev helwest ji çareseriyê re xizmetê nake, hewldana provokasyonê ye. Em operasyonên artêşa Tirk dişopînin û li dijî êrîşên mafê mîsîlemeyê ya gerîlayan hene. Serhat got, gerîla dê girêdayî biryara agirbestê bin û got, ew ji aliyê pêşberî xwe jî vê dixwazin.