1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Ev hilbijartin hilbijartina şer yan jî aştiyê ye
Karayilan: Ev hilbijartin hilbijartina şer yan jî aştiyê ye,karayilan,ev,hilbijartin,hilbijartina,şer,yan,jî,aştiyê,ye

Karayilan: Ev hilbijartin hilbijartina şer yan jî aştiyê ye

"Ev hilbijartin di navbera partiyan de nayê kirin. Ev hilbijartin hilbijartina azadiya gelê Kurd e. Hilbijartina şer yan jî aştiyê ye."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 17.03.2014 10:10:35 Karayilan destnîşan kir ku hilbijartinên 30'ê Adarê di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de xwedî roleke diyarker e û got, "Ev hilbijartin di navbera partiyan de nayê kirin. Ev hilbijartin hilbijartina azadiya gelê Kurd e. Hilbijartina şer yan jî aştiyê ye." Karayilan bang li gel Kurd ku li hemberî partiyên sîstemê, bi BDP û HDP'ê vîna xwe beyan bike.

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan di bernameya taybet a li Stêrk TV de bersiv da pirsên rojnamevan Sînan Cûdî û der barê hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de nirxandin kir.

Karayilan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di sala 2012'an de dema fêm kir ku nikare PKK'ê tine bike, pêvajo qebûl kiriye û ji Kurdan xwest di van hilbijartinan de di şûna partiyên dewletê de dengê xwe bide 'vîna xwe.' Karayilan hişyarî ku eger AKP û Tayyîp Erdogan dengê Kurdan bistîne wê mîna sala 2011'an şer derxîne û wiha axivî:

"Belê ev hilbijartin gelekî girîng e. Ji bo Tirkiyeyê girîng e; ji ber ku tê zanîn niha li Tirkiyeyê krîzek heye, di nava sîstemê de nakokî hene, şerekî navxweyî heye. Ji bo zelalbûna pêşeroja Tirkiyeyê hilbijartin girîng e. Lê belê ev hilbijartin ji bo gelê Kurd û Kurdistanê xwedî roleke girîngtir e. Hat diyarkirin ku di asta referandûmê de girîng e. Lê ji referandûmê wêdetir jî girîng e. Çima? Ji ber ku vê gavê li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek ber bi xetimandinê ve diçe heye. Beriya niha bi qasî 3 salan li Oslo bi dewleta Tirk re diyalog hat kirin. Me wê demê protokolên Rêber Apo nivîsandibûn pêşkêşî dewleta Tirk kir.

Lê belê dewletê bersiv neda van protokolan û di ser re şer îlan kir. Salên 2011 û 2012'an di dîroka Komara Tirkiyeyê de salên ku herî zêde êrîşên hewayî yên mezin lê hatin kirin e. Bi taybetî şer di sala 2012'an de mezin bû. Derket holê ku dewleta Tirk nikare bi şer me tine bike. Sala 2012'an ev yek careke din îspat kir. Wan xwestin mîna Tamîliyan me tine bikin, lê belê sîstema wan tevizî. Êdî nekarîbû rêyên xwe jî bikar bînin. Aramî nema. Li Kurdistanê kontrol winda kirin. Di sala 2012'an de ev bû.

Ji ber vê yekê bersiveke erênî dan nameya Rêbertiya me. Ji hingî ve agirbest û hewldanên çareseriya siyasî heye. Lê belê dewleta Tirk dîsa jî gav neavêt. Ev çi nîşan dide? Ev nîşan dide ku têkoşîna azadiyê ya Kurd di asteke girîng de ye. Lê belê mehek piştî vê ne diyar e çi bibe. Şer yan jî çareseriya siyasî? Yanî bala her kesî vê gavê li vê ye. Hemû cîhan dişopîne. Li aliyê din Şoreşa Rojava bi ser ket. Ev mînak e. Tevî ku Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye jî binêrin xweserî îlan kirin. Li Başûr ji xwe statuyeke Kurdan heye, federasyon e. Bakur disekine. Di rewşeke ewçend hesas de hilbijartinên herêmî tên kirin. Eger di vir de piraniya gelê Kurd vîna xwe deyne holê, deng nede partiyên sîstem û dewletê, deng bide xwe û partiyên li ser navê xwe tevdigere, ev yek wê bandoreke mezin li pêvajoyê bike.

EGER AKP JI KURDAN DENG BISTÎNE, WÊ CAREKE DIN ŞER DERKEVE

Ji ber vê yekê gelên rêzdar ên kurdistanê Ereb, Tirkmen û gelên din ên li Kurdistanê dijîn, divê dengê xwe nedin partiyên sîstemê. AKP îro li Kurdistanê dewletê temsîl dike. Wê demê divê deng ji dewletê re neyê dayîn. Çima? Ji ber ku dewlet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan neavêje. Eger tu dengê xwe dide dewletê hingî ev tê wê wateyê ku tu jî çareseriyê naxwaze, şer dixwaze. Dengê xwe bide Kurd, vîna Kurd. Eger piraniay gelê me îro dengê xwe bide namzetên BDP'ê yên vîna Kurdan temsîl dikin, hingî dunya û alem wê bêje 'Kurd xweseriyê dixwazin', hingî divê dewleta Tirk gavan biavêje. Dewlet jî neçar vê li ber çavan bigire. Dê destê Rêbertiyê di diyalogê de xurtir be. Yanî eger di vê dema dîrokî de deng ji BDP'ê re bi serketî derkeve, pêkane ku pêvajo veguhere pêvajoya çareseriya demokratîk. Eger encameke tê hêvîkirin neyê bidestxistin, hingî AKP'ê bêje, 'ji xwe piraniya gelê Kurd bi min re ye û ez gelê Kurd temsîl dikim. BDP û Ocalan kiye!' Mîna sala 2011'an wê şer destpê bike."

Karayilan hişyarî da ku eger vê carê şer destpê bike wê nesekine û got: "Divê ev were zanîn: Eger tu dengê xwe dide BDP'ê hingî tu dengê xwe dide aştiyê, dide çareseriya siyasî, dide zimanê dayikê. Dengê xwe dide jiyana aram. Ji ber vê yekê dibêjim dengê xwe bidin xwe. Êdî dengê xwe nedin dewletê."

Karayilan destnîşan kir ku AKP bi soza çareseriya pirsgirêka Kurd ev 12 sal in derewan dike û diyar kir ku AKP nikare wan û nikare Ocalan bixapîne.

SERHED Û RIHA WÊ PÊNGAVEKE MEZIN BIAVÊJIN

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan da zanîn ku ew dibînin bajarên Serhedê û gelê Rihayê di vê demê de xwedî li BDP'ê derdikevin û destnîşan kir ku ew bawerin ev herêm wê bi wesîleya hilbijartinên herêmî pêngaveke mezin biavêjin.

Karayilan der barê mijarê de wiha peyivî: "Xuya dike ku hin ji bajarên ku xebatên hilbijartinê lê bi xurtî tê meşandin bajarên Serhedê û Riha ye. Ev her du herêm gelekî girîn gin. Bi welatparêzî û Kurdayetiya xwe tên naskirin. Pêwîste vê yekê bêjim ku Serhed û Riha di pêvajoya pêngavekê de ne. Ez bawerim wê ev pêngav li herêmê encamên balkêş derxîne holê. Ji ber ku di cewhera wan de welatparêzî heye. Dixwaze mîna Amed, Mêrdîn, Êlihê rolê bileyzin. Vê têkoşînê li Rihayê destpê kir û di vê dema fînalê de wê Riha bi pêngaveke dîrokî biçe serketinê. Nazmet xwedî ezmûn û namzetên giranbuhane. Em bawerin ku wê li Rihayê encameke xurt derkeve. Divê ji bo doza Kurd Riha jî bikeve dewrê û rolê bileyze.

Berxwedana Agirî û lehengiya Biroyê Heskî tê zanîn. Kurdewariya herêma me ya Serhedê xurt e. Serhed wê qezenç bike. Divê li Agiriyê jî Kurd qezenç bikin. Nazmetên herî zêde xwedî ezmûn li wê herêmê ne. Weke tê zanîn hevalê Sirri di siyaseta Kurd de xwedÎ tecrûbeyeke salane. Û îro namzetê gelê Agiriyê ye. Divê gelê Agiriyê jî vê bibîne. Bawerim ku gelê Agirî vê dibîne û wê xwedî lê derkeve. Siyaseta Kurd di nava hewldanên pêngaveke mezin de ye. Herêma Serhedê jî wê di vê pêngavê de gavên mezin biavêje. Bendewariya me ev e. Welatparêziya gelê me ya li vê herêmê wê xwe baştir nîşan bide. Û bi vî rengî ev pêngav wê bibe pêngava vînbûyîna gelê KUrd. Di vê mijarê de divê ji Wanê heta Mûş, ji Mûşê heta Qersê hemû bajarên Serhedê, Riha, yanî ji Serhedê heta Botanê, Dêrsimê her kes li gorî pêwistiya çareseriya demokratîk tevbigere û xwedî li rastiya xwe ya neteweyî derkeve."