Karayilan: Gerîla ji bo parastina Kerkûk û Şengalê amade ye
"Bi taybetî li Kerkûk û Şengalê ji bo berxwedana parastina hevpar a gerîla û pêşmerge derfetan biafirînin"
BEHDÎNAN 17.06.2014 11:47:53 Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên hemberî Başûrê Kurdistanê banga "Bi taybetî li Kerkûk û Şengalê ji bo berxwedana parastina hevpar a gerîla û pêşmerge derfetan biafirînin" li PDK û YNK'ê kir.
Karayilan pirsên ANF’ê nirxand û diyar kir ku hamleya ku DAIŞ’ê Musul girt dest, li Rojhilata Navîn rewşek nû afirandiye û got: “Vê geşedanên pêvajyeke nû ya ku dê hevsengiya li Rojhilata Navîn ji kokê de biguherîne, bi xwe re anî.” Karayilan da zanîn ku li pişt DAIŞ’ê armac û hedefên hêzên cuda hene û balkişand ser têkoşîna serkeftî ya YPG’ê a li dijî hêzên DAIŞ’ê. Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ger ku berxwedana YPG’ê tunebûye, li Bakurê Sûriyeyê, bi yekbûna Dewleta Îslamî û li Iraqê bi rêxistinên Sûnî re dê rewşeke îlankirinê ya wek ‘Dewleta ÎslmaÎ ya Iraq-Şam’ bihata kirin.
Karayilan balkişand ser têkiliyên Tirkiye-DAIŞ’ê û destnîşan kir ku ligel ku Tirkiye înkar dike jî her kes rastya ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê û bi ser dan de dibe dizanin. Karayilan wiha berdewam kir: “Li Musulê bi ser seferataxaneya Tirk de girtin û ji 40’î zêdetir kes dîl hatye girtin.
Yanî wisa xuyaye ku Tirkiyeya ku ev çek li dijî Tevgera Azadiya Kurd bikardianîn niha dikare berê xwe bide man. Me her tim tim;DAIŞ ji bo hemû gelên herêmê bi xetere. Lê baldar negirtin. Xwedî kirin. Niha jî encam wisa bûye. Karayilan diyar kir ku DAIŞ’ê di esadê de ne tevgereke umetî, ya netewpereste û rêxistineke li djiî mafên netewî ya kurde. Karayilan ji bo prastina Başûrê Kurdistanê bangeke dîrokî li PDK û YNK’ê kir.
Karayilan wiha got: “Di vê asta dîrokî de jib oku gerîla û peşmeger li dijî hêzên êrîşkar berxwedana hevpar bimeşînin, em bang li PDK û YNK’ê dikin ku derfetan biafirînin.Bi taybet jî eme bang dikin ku ji bo hêzên me yên HPG’^^e jî tevli şerê parastina gelê me yê Kerkuk Şengalê bibe divê derfet bên afirandin.
Karayilan got şoreşa Rojava heqîqeteke û divê her kes li dijî vê pergala gel a demokratîk ya li wir pêş dikeve rêzdar be. Karayilan êrîşa li Tirbespiyê şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest, ji birîndaran re jî şifa xwest. Karayilan bi lêv kir ku armanca vê êrîşê eve ku naqokiya di navbera kurd-ereban de biafirînin, lê dê gelê me, gelê ereb û suryanî dê bersiva vê bide.
REWŞEK NÛ AFIRAND
Karayilan got ku hamleya dawî ya ku DAIŞ’ê pêş xistiye rewşek nû afirandiye. Hevsendiya Rojhilata Navîn dikare biguhere. Ev rewş dixwaze plankirî dixwaze ne plankirî be,zemîneke kurd ya navnetewî ya li dijî Rojhilata Navîn ava dike. di rewşa ku ev proje pêk bê de Iraq bi fîîlî dê li 3 beşan veqete, Rojava hedef bê girtin û parçekirin û tevgerên azadîxwaz û serbixwe paşve bê xistin û bikin bin kontrola xwe. Pêvajooyek wisa dikare dest pê bike.
NAKOKIYA MEZHEBÎ EL QAÎDEYÊ PÊŞ XIST
Li aliyê din tevgera DAIŞ’ê di esasê de sazbûnek El Qaîdeyê ye. Ji xwe hewce nake El Qaîde bê îzahkirin. Hedefa van sazbûnên El Qaîdeyê cîhade. Ji bo ku cîhad bê mezin bo wan her tişt rewaye. Ji ber vê jî xwe dispêre naqokiyan û ji xwe re cih vedike. Mînak xwe spart naqokiya mezhebî. Em dizanin ku El Qaîdeyê li Iraqê naqokiya mezhebî esas girt û pirsgirêk kurtir kir.
GER YPG TUNEBÛYA DÊ DEWLETA ÎSLAMÎ LI BAKURÊ SÛRIYÊ ÎLAN BIKIRANA
Bi kurtasî dijminahiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan bikaranîn û li dijî PYD û YPG’ê şer îlan kirin. Heta zêdetir pêş de çûn, PKK dijmin îlankirin û ev du sale bi her cureyê êrîşê YPG’ê dikin. ji ber vê yekê berxwedana gelê Rojava û YPG’êya li dijî El Nûsra û DAIŞ’ê gelek dîrokiye. Mixabin ji berpêşdarazan cîhanê ev pîroz nekir û ji nedîtîve hat. Lê niha hêzên cuda nû dibîinin. Bi rastî berxwedana gelê Kurd û YPG’ê pêşî li gelek tiştî girt. Ger ku li Rojava berxwedana YPG û gelê kurd tunebûya tiştên ku niha li Iraqê dikin dê li Sûriyê bikirana û Dewleta Îslamî ya Bakur a Sûriyê îlan bikira. Projeya wan ev bû.
DAIŞ HEDEF DIKE KU TIRKIYÊ LI GORÎ ARMANCA XWE BIHEWÎNE
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tirkiye ji ber zextên DYA û welatên Rojava têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re înkar dike, lê Tirkiye di vê mijarê de nekare xwe paqij derxîne. Mînak Turbeya Suleyman Şah li nêzî Kobanê ye. ev Turbe 30 km durî Tirkiyê ye. ev di destê DAIŞ’ê de ye. destpêkê hat gotin ku ev pirsgirêke. Li ser vê konvoyeke leşkerî ya dewleta tirk ji Kobaniyê derbas bû û erzak bir Turbeya Suleyman Şah. Lê çûyîn ew çûyîn, hêj venegeriyane. Ji ber ku bi DAIŞ’ê re li hev kirin. Ew konvoy ji ser Mînbîcê çû Cerablusê, Kargamiş û ji wir jî derbasî Tirkiyê bû. niha ew xet wisa dişuxule.
Niha DAIŞ’ê xebatkarên seferatxaneya tirk dîl girtine. dîsa hinek ajokar hatine girtin. Niha ji bo wan fîdeyê dixwazin. Lê dixwazin hinek sefîran di destê xwe de bigirin û hinek tiştan bikin garantiyê. Ez ne bawerim tiştekî bi seferatxaneyê bikin. Tirkiye ji xwe rehete. Dibêje tenduristiya wan başe. Di navbera wan de têkiliyek heye. lê karê DAIŞ’ê ne diyare. Bi rehetî dikare berê xwe bide sazbûna. Yanî niha Tirkiye kiriye dorpêçê. Ger ku tiştên dixwazin ji Tirkiyê negirin dikarin wan bidin zorê. Diyare tiştên din ji Tirkiyê dixwazin. Yanî Tirkiyeyê ji bo armanca xwe bikartînin.
DAIŞ NE UMETÎ, NETEWPERESTE
Karayilan got ku polîtîkaya PDK’ê konjokturel û şaşe û wiha got: “Di esasê de DAIŞ dibêje em umetîn elê netewperestin. Ev rêxistina ku wisa dibêje sînoran nas nake. Ji ber vê jî dikare li dijî Tirkiyeyê jî xebatên wendahyê bike. ji xwe li dijî Kurdistanê ne. ji ber vê jî divê gelê kurd li dijî van hewldanên bi xeter yekitiya xwe ava bikin. Divê em kurd di vê pevçûna mezhebî de nebin alî û xeta xwe ya xweser esas bigirin. Doza azadiya gelê kurd gihiştiye astekê. Çareseriya pirsgirêka kurd jî gihiştiye deriyê çareseriyê.
Li hemû partiyan şert û mercên çareseriyê pêk hatine.
GERÎLA BO PARASTINÊ AMADE YE
Bi taybet li dijî êrîşên DAIŞ’ê gelê kurd dikare parastina xwe bike. mînak herî berbiçav ya li Rojava ye. em PKK û HPG di her şert û mecî de dikarin parastina gelê her çar parçeyên Kurdistanê bikin û em xwedî tecrubene. Em amadene ku qezencên gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin. ji bo vê ger ku yekitî hebe tu hêz nekare me têk bibe. ez bang li PDK û YNK’ê dikim. Ji bo parastina gelê meyê Kerkuk û Şengqalê HPG amade ye û divê derfet bê afirandin.