Karayilan peyamek girîng weşand
DUSSELDORF - Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan ji bo Pîrozbahiya Newrozê ku îro li bajarê Elmanya Dusseldorfê hat kirin peyamek bi deng û dîmen şand. Karayilan bi dehhezaran kesên di şahiyê de silav kir, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cejna Newrozê li gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Di şexsê yek ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan de, Karayilan hemû kesên bedenên xwe kirin meşale û bi vî awayî Newroz pîroz kirin jî bi bîr anî û soza girêdana bi bîranînên wan dubare kir.
Karayilan destnîşankir ku gelê kurd di qonaxek dîrokî de ye û weha bal kişand ser girîngiya Newroza 2011'ê:
"Roja Newrozê wê gelê me li hemû qadan, projeya xwe ya çareseriyê ya li ser esasê Xweseriya Demokratîk rave bike. Bi milyonan kes wê dakevin meydanan û daxwazên xwe yên esasî eşkere bikin. Daxwazên gelê me, daxwazên herî rewa û mafdar in. Lewra peyam û bangên ku dê gelê me îsal bide gelek girîng û dîrokî ne. Gelê me dê îradeya xwe li qadên Newrozê rave bike. Êdî rojên azadî û serketinê nêzîk in."
Karayilan destnîşan kir kurpirsgirêka kurd hatiye asta çareseriyê, lê AKP dixwaze pêvajoyê sabote bike:
"Em dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bikin. Rêber û tevgera me ji bo vê yekê ketin nav hewldanên cur bi cur. Lê hukûmeta AKP'ê heta niha gavek zelal neavêtiye. Ew dixwazin hin kurdan bikin hevkarê xwe, bi pûl û pereyan wan bikin koleyên xwe û bi vî awayî pêvajoyê sabote bikin. Em çareseriya aştiyane û demokratîk dixwazin, lê heke di şer de israrê bikin, em ji şer re jî amade ne."
Murat Karayilan bal kişand ser hewldanên azadîxwaz ên gelên Rojhilata Navîn jî û anî ziman ku gelê kurd dê êdî zilm û zorê qebûl neke:
"Em Tirkiyek Demokratîk, Komarek Demokratîk û Kurdistanek Azad dixwazin. Pirsgirêk dikare di nav sînorên heyî de were çareserkirin. Ji aliyekî ve dibêjin em dostê kurdan e, lê ji aliyê din ve jî Rêberê Gelê Kurd di zindanê de, di bin tecrîd û êşkenceyê de radigrin. Êdî ev nayê qebûlkirin."
Karayilan destnîşan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de, erk û wezîfeyên girîng jî dikevin stuyê kurdistaniyên li Ewropa û mohra terorê ku li tevgera azadiya gelê kurd hatiye xistin jî wekî neheqiyek mezin û hevkariya bi siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê kurd bi nav kir.
Daketina kolanan a bi dehezaran li Ewropa jî Karayilan wekî peyamek girîng li nirxand û di serî de Elmanya, bang li welatên Yekîtiya Ewropa kir ku siyasetên xwe di ber çavan re derbas bikin û rêzê li îradeya gelê kurd bigirin.
Karayilan destnîşan kir ku dê Newroza 2011'ê ji bo gelê kurd bibe destpêkek nû û ji gel xwest, ji bo sala 2011'ê bibe sala fînalê, hemleya "Êdî Bes e" derxin asta herî jor.
Serokê Konseya Birêvebir a KCK'ê Murat Karayilan bang li hemû partî, rêxistin û saziyên kurd jî kir, ji bo pêkanîna yekîtiya demokratîk a neteweyî xwest Konferansa Neteweyî ya Kurd kom bibe.