Karayilan: Pêşeroj wê ya gelê Kurd be
Mûrat Karayilan diyar kir ku PKK'ê di nava bêderfetiyê de têkoşîneke xurt meşandiye û gelê Kurd gihandiye qonaxa serketinê
BEHDÎNAN - ANF 37. salvegera damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat pîrozkirin. Di merasîma danê sibehê de Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Îrfan Amed û ji fermandarên HPG-YJA Starê Koçer Batman, Zozan Rûken û Arjîn Dêrsim, tevî gelek gerîlayan amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan Mûrat Karayilan ji gerîla re axivî. Karayilan diyar kir ku PKK'ê di nava bêderfetiyê de têkoşîneke xurt meşandiye û gelê Kurd gihandiye qonaxa serketinê. Karayilan da xuyakirin ku di nava hevsengiyên li Rojhilata Navîn diguherin de wê Kurdistan bêstatu nemîne û got, "Ji ber vê yekê pêwîstî bi berxwedan û yekîtiya neteweyî heye. Gelê Kurd, nêrînên xwe ji hev cuda jî bin, ji bo berjewendiyên neteweyî pêwîste di vê dema dîrokî de helwesta xwe bike yek. Divê li her çar parçeyan helwesta yekîtiyê were afirandin û li ser vê bingehê yekîtiya neteweyî-demokratîk bê avakirin. Eger bi vî rengî be, wê sedsala pêş bibe sedsala Kurdan."
Beşek ji axaftina Karayilan bi vî rengî ye:
EM BI BIRYAR IN KU RÊBER APO Û KURDISTANÊ AZAD BIKIN
"Beriya her tiştî 37. salvegera damezrandina partiya me PKK'ê, li ser navê tevahiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, beriya her kesî li damezrînerê partiya me Rêber Apo pîroz dikim û soza me ya ji bo azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê dubare dikim.
Salvegera damezrandina partiya me li hemû hevrêyan, alîgir û xebatkarên me, gelê me yê li derveyî welat û çar parçeyên Kurdistanê, gel û dostên li Rojhilata Navîn pîroz dikim û di sala 38. de ji hemû hevrêyan û gelê me re di têkoşîna azadî-demokrasiyê de serketinê dixwazim."
RUHÊ FEDAÎ YÊ PKK'Ê, GELÊ KURD GIHAND ASTA SERKETINÊ
"PKK partiyeke şehîdan e. PKK bi şehîdan re bûye PKK. PKK'ê dîroka xwe bi berxwedana şehîdan re xemilandiye. Lewma di vê roja pîroz de di şexsê şehîdê me yê mezin hevrê Hakî Karer de em hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr tînin û soza me daye wan, dubare dikin. Em ê bîranînên wan di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bilind bikin, bi ser bixînin û li ser vê bingehê wan bêmirin bikin.
Damezrandina PKK'ê ne tenê damezrandina partiyekê ye, biryareke hebûnê ye. Li dijî qirkirina fîzîkî û çandî biryareke berxwedana neteweyî ya gelê Kurd daye. PKK di salên 1970'yî de, ji bo herikîna serberjêrî ya dîroka gelê Kurd bisekinîne, ava bû. Tevî hemû bêderfetiyan, ev pêngava Rêber Apo di asta dîrokî de bû. PKK'ê di wê demê de, di nava mercên tarîtiyê de li dijî bêhêvîtiyê bû hêviya azadî û mirovahiyê. Li ser vê bingehê biryara berxwedanê da. Her kesê ji xwe re digot ez mirov im û xwedî li rûmeta mirovahiyê derdikeve, nikarîbû li pêşberî pêkanînên li dijî mirovahiyê û qirkirina li Kurdistanê bêdeng bima. Ya ku Rêber Apo û hevrêyên wî kir jî ev bû. Yanî xwedîderketina li mirovahiyê bû.
Ev pêngava ku xwe sipart hêza xwe, bi taybetî bûyîna xwedî vînê, esas girt. Berxwedan, cesaret û ruhê fedaîtiyê afirand. Bi vî rengî xwe mezin kir. Ev ruh di şexsê ciwanên Kurd de bû vînek. Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi vî rengî derket holê. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay û hevrêyên din bi vî rengî derketin holê. Ruhê Arîn Mîrxanan û Gelhatan ên Kobanê azad kirin, li ser vê bingehê afirîn. Berxwedana 37 salan a li ser bingeha vî ruhê fedaî hat meşandin, gelê Kurd ji ber tinebûnê rizgar kir û îro gihand asta serketinê. Vê rewşê bi xwe re ruhekî neteweyî afirand. Gelê Kurd kir xwedî stratejî. Şoreşa ku di mejî de hat kirin, sînorên mêtîngeran nas nekir û nêrîn û vîna azadiya afirand. Şoreşa Azadiyê ya Jinê afirand; jin kir xwedî vîn. Ev ruhê berxwedêr, fedaî, neteweyî, demokratîk û xwe dispêre biratiya gelan, îro Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihandiye asta fînalê."
BERXWEDAN NE TENÊ LI ÇIYÊ YE, LI HER DERÊ YE
"Ji ber vê yekê dijmin bi rêya çeteyan êrîşî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dike. Li Rojava, li Başûr û Bakur li hemberî vînbûyîn û destketiyên gelê Kurd êrîş hene. Gelê me û hêzên berxwedêr, ji Kobanê heta Şengalê, Şengalê heta Xûrmatû li ber xwe didin û xwedî li vîna xwe derdikevin. Wekî din li Bakurê Kurdistanê, mêtîngeriya dewleta Tirk û rejîma olîgarşîk a AKP'ê, ji bo bêîradekirina gelê me, çavtirsandin û teslîmgirtinê êrîş dike. Êrîşî hemû nirxên gelê me dikin; heqaretê li cenazeyên şehîdên me dikin, şehîdgehên me, mizgef û malên cem hildiweşînin. B awayî dijberiya hiqûq û mirovahiyê, li dijî Rêberê me tecrîdê dimeşînin. Me dît; gelê me li Cizîr, Gever, Silopiya, Şirnex, Farqîn, Nisêbîn û Dêrikê bersiva pêwîst da wan. Gelê me li dijî pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên mêtîngeriya Tirk îro li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, bi rûmetdarî li ber xwe dide. Û êdî ne tenê gerîla şer dike, her kes şer dike, her kes li ber xwe dide. Berxwedan ne tenê li çiyê tê kirin; li bajaran, li deştê jî xwe daye der. Her ciwanekî Kurd îro gelê xwe diparêze."
DI NAVA ROJHILATA NAVÎN A NÛ DE DIVÊ CIHÊ GELÊ KURD HEBE
"Îro li Rojhliata Navîn rewşeke şer, krîz û tevlîheviyê heye. Sîstema Rojhilata Navîn a ku li ser înkara Kurdistanê ava bû, îro ji hev ketiye. Ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê, em dikarin bêjin ku Sêyemîn Şerê Cîhanê tê meşandin. Û hemû hêzên navneteweyî ji bo li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bike, li herêmê ne. Bêguman divê herêm ji nû ve were dîzaynkirin; lê belê di dîzayna nû de divê cihê gelê Kurd hebe. Paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha nirxên azadî, demokrasî û biratiya gelan û formulasyona Neteweya Demokratîk, yekane formula çareseriyê ye ji bo pirsgirêkên gelên herêmê bibe derman. Em gelê Kurd dixwazin mîna hemû gelên li herêmê bi dewlemendî, çand û rûmeta xwe re bi awayekî azad bijîn. Li ser bingeha biratiya gelan, wekhevî, azadî û demokrasiyê, em dixwazin di dîzayna nû de cihê gelê Kurdistanê jî hebe."
EGER YEKÎTIYA NETEWEYÎ WERE PÊKANÎN WÊ PÊŞEROJA A GELÊ KURD BE
"Ji ber vê yekê pêwîstî bi berxwedan, têkoşîn, fedekarî û yekîtiya neteweyî ye. Pirsgirêkên di navbera xwe de çi bin bila bin, alîgirên azadî-demokrasiyê yên li Kurdistanê, tevahiya gelê Kurd xwedî nêrînên cuda jî be, ji bo berjewendiyên neteweyî girîng e di vê dema dîrokî de helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê tifaqê pêk bînin û hevkariyê bikin. Pêwîste vê yekê li her çar parçeyan, li tevahiya Kurdistanê bike. Îro pêwîstî bi vê heye. Li her çar parçeyan divê helwesta yekîtiyê bê xurtirin, hevkarî bê kirin û li ser vê bingehê yekîtiya demokratîk-neteweyî bê avakirin. Eger bi vî rengî be, wê sedsala li pêşiya me bibe sedsala gelê Kurd. Hevî, bawerî û banga me ev e."
SALA 38'AN A PKKÊ WÊ BIBE SALA SERKETINÊ
"Weke PKK'yiyan divê em zanibin, ku berpirsyariyên me hene pêwîste em xwedî lê derkevin. Eger em ê xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe yên vê demê derkevin, hingî divê em partîbûyînê esas bigirin. Di vê demê de pêwîstiya me hîn bêhtir bi partîbûyîn û artêşbûyînê heye. Li gel hemû hevalan ruhê Apoyî heye. Tevî vî ruhî eger ji aliyê partîbûyîn leşkerîbûyînê kûrbûneke xurt bê kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bibin hêza serketinê. Dîrokê vê ji me dixwaze.
Eger li ser bingeha rast em xwedî lê derkevin, sala 38'an a PKK'ê wê bibe sala serketinên mezin. Bi vê hêvî û baweriyê careke din 37. salvegera damezrandina PKK'ê li hemû hevrêyan pîroz dikim û di sala 38'an a têkoşînê de serketinê dixwazim."