1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Karayilan: Rihê 15’ê tebaxê rihê serkeftinê ye
Karayilan: Rihê 15’ê tebaxê rihê serkeftinê ye,karayilan,rihê,15,ê,tebaxê,rihê,serkeftinê,ye

Karayilan: Rihê 15’ê tebaxê rihê serkeftinê ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Biryargeha ya Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan got: “ Roja 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke ji rêzê nîne. Mîladek e. Di vê rojê de bi perspektîfa Rêber Apo, bi pêşengiya hevrê Egîd, civaka Kurdistanê ji mirinê hat xilaskirin û pêşî li Qirkirina Kurdan hat girtin. Fîşeka destpêkê ya di 15’ê Tebaxê de hat teqandin, ewilî li koletiya Kurdan ket û serdemeke nû da destpêkirin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, bi wesîleya 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi rêya bêtêlê ji gerîlayên Kurdistanê yên li hemû herêm û eyaletan re axivî.

RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ RUHÊ SERKETINÊ YE

Karayilan salvegera 32. a Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gelên Kurdistanê, dostên gelê Kurdistanê û têkoşerên azadiyê pîroz kir.

Karayilan got, “Cejna Vejînê bi destanên lehengiyê hat afirandin, bi berxwedana şehîdên me yên qehreman hat xemilandin. Di vê roja girîng de, di şexsê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de em hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê bibîr tînin û soz didin wan ku em ê ruhê serketinê yê 15’ê Tebaxê bikin bingeha serketinê ya serdema nû. Em ê bîranînên şehîdên xwe yên leheng bi azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê bidin jiyîn.”

Karayilan da xuyakirin, ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojek ji rêzê nîne û got, “Mîladek e. Di vê rojê de bi perspektîfa Rêber Apo, bi pêşengiya hevrê Egîd li Dihê û Şemzînanê pêngav pêk hat, civaka Kurdistanê ji mirinê hat xilaskirin û pêşî li Qirkirina Kurdan hat girtin. Fîşeka destpêkê ya di 15’ê Tebaxê de hat teqandin, ewilî li koletiya Kurdan ket û serdemeke nû da destpêkirin. Civaka Kurd bi 15’ê Tebaxê re ji nû ve bû xwedî ruhekî; bû xwedî hêvî. Li Kurdistanê jiyaneke nû şîn bû û vejîn bi vî rengî pêk hat. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêşî li înkar, helandin û qirkirinê girt, di heman demê de Rêber Apo bi nêrînên xwe yên kûr û berfireh, gelê Kurdistanê gihand serdema îro, kir xwedî paradîgmaya jiyaneke azad a hemdem. Bi vî rengî şoreşeke ramanî, civakî û neteweyî pêk anî. Li ser vê bingehê jina azad afirand. Bi pêşengiya jina azad, civaka azad afirand. Ev yek bi tena serê xwe şoreşek bû. Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê bi vî rengî pêk hat, bû hêvî, bû siberoj û bû şoreş. Vejîn li ser vê bingehê pêk hat.”

Karayilan da xuyakirin ku vê vejîna di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Bakurê Kurdistanê pêk hat bandor li tevahiya Kurdistanê kir û ruhekî yekîtiya neteweyî-demokratîk afirand.

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir, berxwedana li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê hat kirin, îro li Rojhilata Navîn ji aliyê têkoşîna demokrasî û azadiyê ve berhemên gelekî girîng afirandiye û got, “Hem ji aliyê ramanî ve li Rojhilata Navîn rê li ber ronakbîriyê vekir, hem jî li dijî hêzên paşverû yên mîna DAIŞ û El Nûsra parastina gelê Kurdistanê û gelên li herêmê afirand.”

Karayilan di dewama axaftina xwe de, rewşa dawî ya li Tirkiye û Kurdistanê nirxand û bal kişand ser xeteriya piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê.

DIVÊ AKP Û ERDOGAN BI SEBRA ME NELÎZE

Karayilan bibîr xist, ku bi mîlyonan mirovî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke vîn û rêberê xwe qebûl kirine û got, “10 mîlyon mirovan bi îmzeya xwe ragihandin ku Rêber Apo vîn û rêberê wan e. Hûn nikarin vîna bi mîlyonan mirovan ji nedîtî ve bên û zilmê li gelê me bike.”

Karayilan da xuyakirin, ku polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd, polîtîkaya zilmê ye û destnîşan kir, ku gelê Kurd vê qebûl nake.

Karayilan got, “Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê fedayiyên Apoyî ne; wê vê siyasetê ti carî qebûl nekin. Bi sedan raporên ji bo çalakiyê fedayî tên, bi sedan milîtanên Apoyî ji bo şerekî bêsînor bikin, pêşniyaran li ser hev dikin. Em weke rêveberî niha hewl didin van hevrêyên xwe qanih bikin û ji bo rewşên li derveyî kontrolê rû nede, tedbîrên rêxistinî digirin. Lê belê sînorê her tiştî heye. Eger AKP vê siyaseta xwe ya bê sînor û li derveyî exlaqê mirovahiyê bidomîne, sînorê me jî heta cihekî ye. Divê AKP û Erdogan bi sebra me nelîzin. Em Ergenekonî nînin, em Fethûllahî jî nînin. Bila her kes hişê xwe bigire serê xwe û bi aqilane tevbigere. Eger îro jiyana Rêber Apo di xeteriyê de be, ev tê wê wateyê ku jiyana hemû lîderên li Tirkiyeyê di xeteriyê de ye. Ev xusûs bi hev ve girêdayî ne. Kes ne zarok e. Bi hezaran fedayiyên Apoyî temînata vê ne. Xeteriya li ser Rêber Apo xeteriya li ser hemû lîderên li Tirkieyyê nîşan dide. Lewma divê kes zêdegaviyê neke. Gelê me dixwaze di destpêkê de heyetek biçe û Rêber Apo bibîne. Divê ev derhal bê kirin.” Karayilan diyar kir, heta Ocalan azad nebe, demokrasî, aramî û îstiqrar nayên Tirkiyeyê.

GERÎLA ÇAVKANIYA HÊVIYÊ YA GELÊ ME YE

Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku pêvajoya heyî pêvajoyeke gelekî girîng e û got, “Di vê pêvajoyê de hesasiyeteke mezin, pîvan divê. Tedbîr divê. Lê di heman demê de bi ruhê 15’ê Tebaxê encamgirtin divê. Em di demeke bi vî rengî de ne. Hemû qadên me pêwîste di vê çarçoveyê de nêzî wezîfeyên demê bibin. Eger bi vî rengî tevgerek bê nîşandan, em ê karibins ala 33’an bikin sala pêngaveke mezin, sala meşa mezin a azadiyê. Di vî warî de divê rola pêwîst bê lîstin. Derfetên vê hene.”

Karayilan ragihand, divê ew bersivê bidin şehîdên leheng, Rêberê Gelê Kurd û bendewariyên gelê Kurd û got, “Gerîla îro ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din jî çavkaniyeke mezin a hêviyê ye. Ne tenê performansa li hemberî artêşa Tirk, performansa gerîla ya li hemberî DAIŞ’ê jî jia liyê tevahiya cîhanê ve tê şopandin. Ji bo em sala 33’an a 15’ê Tebaxê bikin sala meşa serketinê ya mezin, divê çi fermandar, çi jî şervan hemû heval bi erka serdemê rabin. Bi vî rengî nêzî Cejna Vejînê bibin.”

(dm)