1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Karayilan çi got?
Karayilan çi got?,karayilan,çi,got

Karayilan çi got?

A+ A-

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan serdan û daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê yên li Tirkiyeyê nirxand û got; “Bi giştî aliyên hînker ê serdana birêz Barzanî ya li Tirkiyê, daxwiyaniyên wî, hevdîtinên ku pêk hatin û bi giştî encamên ku derketin holê ji dewleta Tirk û tevahî derdorên pêwendîdar re heye” û wiha domand; “Êdî bila kes li bendê nebe ku Kurdan bi hev re bide şerkirin û encam bigre. Lê belê tê fêmkirin ku serokwezîr hîna jî di bendewariya vê yekê de ye”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna dayî ANF’ê de, têkildarê daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Tirkiyeyê dayî de got; “Divê herkes baş bizane ku êdî di herêmê de rastiya Kurd heye û gelê Kurd jî mîna gelên din ên cîran ên herêmê xwedî mafê jiyanek azad e. Wê armancên li dijî hev bi kar anîn û lewazkirina Kurdan jî pêk neyên.”

Daxuyaniyên Karayilan wiha berdewam dikin:

ERDOGAN HÎNA JÎ LI BENDARIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ KURDAN E

Bi giştî aliyên hînker ê serdana birêz Barzanî ya li Tirkiyê, daxwiyaniyên wî, hevdîtinên ku pêk hatin û bi giştî encamên ku derketin holê ji dewleta Tirk û tevahî derdorên pêwendîdar re heye. Ez ê der barê rastî an jî xeletiyên ku gotinên di wir de derbas bûne de tiştek nebêjim, lê belê ev rastî derketiye holê: Êdî siyaseta Kurd di serdema stewbûnê de ye. Armanca dewletên mêhtînger ya bi hev dana şerkirin û bi dijberiyê lewazkirina Kurdan wê mîna berî di pratîkê de pêk neyê. Êdî bila kes li bendê nebe ku Kurdan bi hev re bide şerkirin û encam bigre. Lê belê tê fêmkirin ku serokwezîr hîna jî di bendewariya vê yekê de ye. Ji ber vê yekê bi roxmê ku gotinên birêz Barzanî bi awayek pir zelal di çapemeniyê de cîh girtin jî –ez hêvîdar im van gotinan di hevdîtinan de jî raweya xwe dîtibin- piştî ku ji Tirkiyeyê veqetiya yekser serokwezîr bi devekî gefxwar got ku “em difikirin ku bi pêşmergeyan re tev bigerin û wan jî binirxînin. An ew ê wiha be an jî em ê bi xwe bikevin û bikin”. Bi van gotinan jî diyar kir ku ew di vê gefê de bi israr in. Lê belê di hevdîtinên berî yên rojnamevanan de birêz Barzanî daxwiyandibû ku ew van hilbijardekan guncaw nabînin. Bi roxmê vê jî piştî van hevdîtinan ev gotinên Erdogan dide nîşandan ku wê aliyê Tirk dev ji helwesta xwe ya gefxwar bernede. Lê belê ne gengaz e ku bi vê yekê encam bigire.

WÊ ARMANCÊN LI DIJÎ HEV KARNÎNA Û LEWAZKIRINA KURDAN PÊK NEYÊN

Divê herkes baş bizane ku êdî di herêmê de rastiya Kurd heye û gelê Kurd jî mîna gelên din ên cîran ên herêmê xwedî mafê jiyanek azad e. Wê armancên li dijî hev bikaranîn û lewazkirina Kurdan jî pêk neyên. Lê belê em dizanin ku di rastiyê de zihniyeta AKP’ê xwe dispêre vê yekê, di hindir de jî hedefa wî ev e. Li gor xwe dihizire ku wê Kurdan li dijî hev derbixe û encam bigre. Li Bakûr jî hin derdorên berjewendîperest hildaye ba xwe û difikire ku bi vê yekê encamê bigre. Heman tiştî ji bo Başûr jî hêvî dike. Lê belê derketiye holê ku wê ev hêviya wî jî pêk neyê. Encama herî giring a vê hevdîtinê ev e.

ÇIMA RAYEDARÊN TIRK PEYVA “KURDISTAN” BI KAR NEANÎN?

Ji aliyê din ve jî bi roxmê hemû helwestên giramî girtinê jî rast binavnekirina saziya ku birêz Mesût Barzanî nûneriya wî dike xusûsek cidî ye. Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê çûye Tirkiyê û li ser vê hîmê hevdîtin pêka nîne. Lê belê hukûmeta AKP’ê û çapemeniya Tirk bi israr têgîna Serokê Herêma Federal bikar neanîn. Bi israr têgîna Bakûrê Iraqê bi kar anîn. Bi israr xwe nedan ber ku têgîna Kurdistan bi kar bînin. Ev jî helwestek din ê cuda ye. Ev yek jî dide nîşandan ku di konsepta wan a ji bo demê pêş de jî naxwazin Kurdistanê bibînin. Bi roxmê van gotinan tevan jî li gorî nêrîna min ev yek dide nîşandan ka di rastiyê de têkîlî xwe dispêrin kîjan bingehan.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî