Karayilan: Êrîşa li dijî Kobanê ne tenê biryara DAIŞ’ê ye
ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di beşa dawî ya hevpeyvîna bi rojnameya Azadiya Welat re, di der barê şerê ku li Kobanê tê meşandin û derdorên piştevaniya vê êrîşê dikin, bêşeriya di navbera rejima Baas û DAIŞ de, alîkarî û piştgiriya vekirî ya Tirkiyeyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê, rewşa dawî ya Kobanê û nîqaşên li ser Kongreya Neteweyî de pirsên me bersivand. Em beşa dawî ya hevpeyvînê bi we re par ve dikin.
Niha ger em werin ser Kobanê. Ev cara sêyemîn e êrîşî Kobanê dikin. Lê ev êrîş hêj mezintir e. Li gorî we ev biryara êrîşê tenê biryara DAIŞ’ê ye yan na? Hin derdorên din ku pişta DAIŞ’ê miz didin hene?
Na ne tenê biryara DAIŞ’ê ye. Di 15’ê îlonê de ev êrîş dest pê kir. Min bi xwe piştî vê bi 3 rojan hin tişt anîn ziman. Me got Kobanê dê ji bo dewleta Tirkiyeyê bi eynik. Tirkiye bê çiqase bi pêvajoya çareseriyê ve girêdaye an na dê xwuya bibe. Ya duyemîn têkiliya dewleta Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re heye. Dibe Tirkiye ji encamên zextên navneteweyî bibêje “min têkilî qut kirine.” Wê xwuya bibe bê ka bi rastî qut kirine an na? Min bi xwe ev tişt gotin û min ne got pêçiya Tirkiyeyê di van êrişan de heye. Me weke tevger jî destpêkê ev negot. Tenê me got dê ev xwuya bibe. Lê zeman derbas bû piştî çend rojan eynik xwuya bû. Yek derket holê ku Tirkiye û DAIŞ têkiliyên wan berdewam in û hevbeş proje pêş xistine. Dixwazin ku Kobanê bixînin. Yanî ev weke projeyeke hevbeş e. Piştî di pratîk de me dît me êdî wek tevger got. Piştî me dît trên tê nêzî Tilebyed li wan gundan cebilxane vala dike, piştî me dît li gelek deveran şervanên DAIŞ’ê derbasî axa Tirkiyeyê dibin û di aliyê Tirkiyeyê de tên hicûm dikin. Piştî ku hat dîtin li Qeremox di aliyê Bakur de DAIŞ hat girt êdî diyar bû. Ji xwe hin dîmenên zindî de derbas bûna wan hat dîtin, piştî girtiyên konsolxaneya Musilê hatin berdan têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ berbiçav xuya bû, hingê me got dewleta Tirkiyeyê di nava vê planê de ye. Biryar biryara Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ya hevbeş e. DAIŞ dixwaze Kobanê bigire û Reqa ji xwe re bike navend. Tirkiye jî dixwaze Kobanê bikeve û plana xwe ya tamponê pêşkêşî raya giştî bike da ku Kantonan vala derxîne. Derket holê ku dewleta AKP’ê ji dijîtiya Rojava dest bernedaye. Bi israr e.
Dîsa di dema êrîşên DAIŞ’ê de agahiyên me hene ku PYD serî li dewleta Tirkiyeyê dixe û dibêje “va li Kobanê şer heye, em dixwazin di navbera Cizîrê û Kobanê de musadeya korîdorekê bidin me.” Ew jî dibêjin “baş e em ê bidin.” Taloq dikin çend roj derbas dibe îcar Salih Muslim dawetî Stenbolê dikin. Li Stenbolê ez bawerim Ferîdun Sinirlioglu (Musteşarê Wezareta Karê Derve) pê re rûdinê. Dibêje “daxwazên we çine” ew jî dibêje “vekirina korîdorekê ye.” Ew jî dibêje “temam korîdor dê vebe hûn heyetên xwe yên Kobanê û Cizîrê û Qamişlo destnîşan bikin telefonên wan bidin me bila eleqe çêbibe korîdor vebe. Û bi qasî îmkan heye bila ji were bê kirin.” Ew jî man man man û pêk nehat. Ji xwe ev jî mijareke din e. Çima dewleta Tirkiyeyê hem soz dide hem jî pêk nayine. Îhtimalek mijûl bike ku ji bo bikeve. Îhtimala duyemîn mumkun e ku Erdogan (Serokomar) pişt re mudaxele kiribe. Lewre soz didin pêk nayê. Bi van helwestên xwe AKP’ê darbe li deklerasyona Serok Apo ya di Newroza 2013’yan de weşand ku ruhê wê yê esasî îtîfaqa kurd û tirk bû xist.
Behsa nûkirina Mîsaqê Milî kiribû...
Erê rast e. AKP bi van helwestên xwe yên li Kobanê derbeyeke mezin li vê projeya îtîfaqa kurd û tirk xist. Lewre AKP’ê raber kir ku ne sadiq e. Bi şêwazekî aşkera xwest însanên kurd li Kobanê bên xeniqandin. Rabû got “bo me Heleb girîngtir e.” Wek tiştekî ji rêzê dît. Ev darbeya herî mezin li projeya îtîfaqê xist. Niha AKP dibêje ku 6 û 7’ê Cotmehê darbe li pêvajoyê xist. Na na. Helwesta we ya li Kobanê darbeyeke mezin li stratejiya îtîfaqa kurd û tirk xist. Ev pir mijareke girîng e. Bi vê aşkera bû ku biryar ne ya DAIŞ’ê ye. Heta belkî DAIŞ hate şemitandin. Lewre DAIŞ jî dizane di heremê de hêza ku kare li hemberî DAIŞ’ê bisekine YPG ye. Heqîqeten DAIŞ hêzeke xwe yî şer heye lê di piratîkê de derket holê ku YPG û YPJ jî asteke xwe yî wiha heye. DAIŞ bi hezaran insanên xwe di wir de winda kir. Rast e belkî YPG jî pir şehîdên xwe çêbûn lê DAIŞ li wir winda kir. Wisa dixuye Kobanê ji bo DAIŞ dibe gor. Destpêka tunebûna wan dixuye ku li Kobanê dest pê kiriye. Mirov dikare bibêje Tirkiyeyê DAIŞ şemitande wir.
Tiştekî din jî balkêş heye. Di vê demê de di navbera rejima Baas a Suriyeyê û DAIŞ de jî tu şer derneketin. Hin derdor dibêjin DAIŞ ger bi vê hêza ku şande Kobanê êrîşî kuderê bikirana niha çend bajarên din xistibûn destên xwe. Di vir de tifaqeke DAIŞ û Baas jî heye gelo?
Me destpêkê got DAIŞ wek projeyeke dagirkeriya kûr tê meşandin. Vê tenê em bi Tirkiyeyê ve girênadin. Hêzên ku li ser Kurdistanê dagirkeriya wan heye bi şiklekî rola wan heye. Pir aşkera ye Suriye jî, Îran jî û Tirkiye jî xwestin ku Kobanê bikeve. Ji ber vê yekê temaşe kirin. Ji xwe DAIŞ şerê xwe yên li hemberî Suriyeyê û muxalefeta Suriyeyê sekinand. Tevahî hêza xwe anî Kobanê û Tilebyedê. Dixuye ku hêzên li ser Kurdistanê dagirkeriyê dimeşînin di şexsê Kobanê de xwestin siyaseta kurd li erdê bidin, prestîja wan leke bikin. Bi taybet jî tevgera Apocî bi mudaxeleya Şengalê prestîjeke mezin bi dest xist. Hinekan xwestin îmaja YPG’ê hinekan xwestin ya HPG’ê xirab bibe. Ji ber vê yekê xwestin li Kobanê di şexsên YPG’ê de dersekê bidin me kurdan hemuyan. Li hemberî vê berxwedana Kobanê çêbû. Te berxwedana Şengalê jî dît tu çûyî Kobanê te ya Kobanê jî dît. Tu jî şahidekî zindî yî. Berxwedana Kobanê pir pir bi wateye. Şeref û rûmeta kurd parast. Tenê ne Kobanê parast. Şeref û rûmet û kerameta kurd li Kobanê hat parastin. Yê her çar parçeyan. Bi rastî ew sekna li Kobanê di van rojên dîrokî de sekneke pir hêja û dîrokî ye. Ev bi qehremanî bû. Wan şehîdan destan ava kirin. Weke Arîn Mîrxanan, Kendalan, Zozan û Êrîşan. Di dinyayê de bandoreke mezin çêkir. Ji xwe yekemîn car e bajarekî kurd wisa dengê xwe digihîjîne hemû cîhanê. Hem tesîreke mezin li ser her çar parçeyên Kurdistanê çêkir hem jî li ser cîhanê çêkir. Herkes jê îlham û heyecan digire. Hereketên çep, demokrasîxwaz, aştîxwaz, hereketên neteweyî yên kurd herkes. Bû sembola berxwedanê. Berê hat gotin weleh min jî got wê bibe Stalîngrad...
Ez bawer dikim ji Stalîngradê bihurand. Lewre li vir bêhevsengiyeke mezin di navbera çekan û hêzan de hebû...
Ne wusa... Divê mirov vê jî bibêje ligel bêderfetiyan ev berxwedana mezin li hemberî wan çekên giran, tang û topan, dîsa ew xwedîderketina gelê me yê bakurê Kurdistanê ya di 6-7 û 8’ê Cotmehê de ev her du hev temam kirin û wisa bandora wê mezin kir. Piştî wê tu dizanî Amerîka biryar da ku piştevaniyê bike û lêxe. Berê herkes digot dê Kobanê bikeve hewce nîn e. Hin derdor dixwazin raber bikin ku Amerîka mudaxele kiriye û nehiştiye bikevê. Lê ne wisa ye. Tu şahidê wê yî zindî yî berê berxwedêrên Kobanê îspat kirin ku Kobanê nakeve pişt re balefir ketin dewrê. Hele hele demekê jî sembolîk bûn. Piştî dîtin cidî ye balefiran cidî nêz bûn. Yanî berxwedana Kobanê xwe bi dinyayê da qebûl kirin. Tabî ji bo gelê kurd bû tiştekî neteweyî. Gelê Bakûr pir piştevanî kir, dûv re yên Başûr kir, dûv re yên Rojhilat kir..
ABDURRAHMAN GOK