1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Kardelen xeyalên jinan ên zarokatiyê zindî dike
Kardelen xeyalên jinan ên zarokatiyê zindî dike,kardelen,xeyalên,jinan,ên,zarokatiyê,zindî,dike

Kardelen xeyalên jinan ên zarokatiyê zindî dike

A+ A-

Mala Jinê ya Kardelenê ya Şaredariya Rezan, ji bo xeyalên jinan ên zarokêntiyê ku veşarî mane bi ruh bike û zindî bike xebatê dimeşîne. Dayika 2 zarokan Emine Kelekçier, diyar kir ku wê li mala Jinê ya Kardelenê dersa tembûr û deng girt û baweriya wê ya li hemberî wê zêde bû.

Mala Jinê ya Kardelenê ya Şaredariya Rezan li taxê ji bo xizmetê bide jinan di nava hewldan û xebatan de ye. Mala Jinê ya Kardelenê, ji ber xebatên xwe rastî eleqeyek germ a jinên taxê tê. Mala Kartelenê her sal bi dehan jin dike xwedî pîşe û huner. Mala Jinê ya Kardelenê îsal gelek jin kir xwedî pîşe. Yek ji van jinên ku bû xwedî pîşe jî Emine Kelekçier ku dayika 2 zarokan a 35 salî ye. Kelekçier, bi salan e bi hesretaku fêrî tembûrê bibe û strana bêje dijîya. Piştî li mala Kardelenê dersa tembûrê stend fêrî tembûrê bû û xeyalên zarokantiya xwe bi ruh kir. Kelekçier, anî ziman ji zarokantiya xwe heta niha her tim bi xeyalê fêrî dembûrê bibe û bistrê mezin dijiyaû piştî hat kursê fêrî tembûrê bû û xeyalên xwe bi ruh kirin. Kelekçîer, diyar kir ku pişti li Mala Jinê ya Kardelenê kurs dît di jiyana wê de gelek tişt guherî û baweriya wê ya li hemberî wê zêde bû. Kelekçier, anî ziman ku piştî wê perwerdehiya tembûr û deng dît, bêtir heviya wê ya jiyanê çêbû û ji ber xebatên şaredariyê yên der barê jinê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Divê jin van malên perwerdehiyê baş binirxînin û sûdê jê bigirin. Divê jin vîn û baweriya xwe xurt bikin. Ger jin baweriya wan ji wan hebe dê karibin li ser piyên xwe rawestin.

(mae)