Karmendên zaningehê biryar dan boykotê berdewam bikin
Karmendên Zanîngeha Silêmaniyê diyar kirin ku heya hevdîtin li gel Serokê Zanîngeha Silêmaniyê çênebe, wê boykota xwe dewam bikin
A+
A-
ROJNEWS / RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ
Biryarbû 6'ê Mijdarê rêveberên Zaningeha Silêmaniyê li gel Serokê Zaningehê civînek li ser berdewma boykotê û çûyîna ser kar li dar bixin.
Nûnerê giştî yê karmendên Zaningeha Silêmaniyê Hawkar Mihemed ji ajansa me re axivi û wiha got; "Me niha boykotkirin dawî lê ne aniye. Me biryar girtiye ku ji bo Yekşemê ango 6'ê Mijdarê civînek li gel Serokê Zaningeha Silêmaniyê çêbikin."
Hawkar Mihemed wiha jî got; "Em naxwazin xwendina zaningehê salekê navber bikevê û Xwendekar salek bikevin pey zaningehên parçeyên din yên Kurdistanê. Gefên ku ji aliyê kesan ve bê, em qebul nakin. Biryara me girtî berdewama boykotane. Em giringî didin xwendina salekê ya xwendekar, kes û karê xwendekaran."
(sk/np)
Bêjeyên Miftehî karmendên,zaningehê,biryar,dan,boykotê,berdewam,bikin