1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kartal: Gelê me wê sîleyeke mezin li AKP'ê bixe
Kartal: Gelê me wê sîleyeke mezin li AKP'ê bixe,kartal,gelê,me,wê,sîleyeke,mezin,li,akp,ê,bixe

Kartal: Gelê me wê sîleyeke mezin li AKP'ê bixe

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku AKP li Kurdistanê heliya ye û got, "Girîng e gelê me biçe ser sindoqan û sîleyek ji ya 7'ê Hezîranê mezintir li AKP'ê bixe."

A+ A-

BRUKSEL / ANF - ALÎ GULER Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku AKP li Kurdistanê heliya ye û got, "Girîng e gelê me biçe ser sindoqan û sîleyek ji ya 7'ê Hezîranê mezintir li AKP'ê bixe."

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, sibe bi mîlyonan hilbijêr diçin ser sindoqan. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal hilbijartinên 1'ê Mijdarê û 'pêvajoya çareseriyê' ji ANF'ê re nirxand.

Kartal da xuyakirin, ku rewşa heyî de ji xwe tiştekî bi navê pêvajoya çareseriyê nîne û bibîr xist ku Recep Tayyîp Erdogan bi xwe ev yek ji raya giştî re deklare kir. Kartal got, "Endamên hikûmetê di dema dawî de gotinên weke 'wê pêvajoya çareseriyê dewam bike' bi kar tînin. Ji ber ku rastî nerazîbûna hilbijêrên xwe tên, van gotinan bilêv dikin. Derewan dikin. Tiştekî bi navê pêvajoya çareseriyê nemaye. Niha şerekî topyekûn heye. Erdogan dibêje, 'piştî hilbijartinê jî heta yekî bi tenê nemîne em ê şer bikin'. Lewma di rewşeke bi vî rengî de nepêkane ku mirov bêjin pêvajoya çareseriyê heye."

'LI TIRKIYEYÊ PÊVAJOYA SÛRIYEBÛYÎNÊ DESTPÊ DIKE'

Der barê israra AKP'ê ya di polîtîkayên şer de Kartal ev nirxandin kir:

"Li Tirkiyeyê pêvajoyek şer û Sûriyebûyînê destpê kir. Ev yek gelekî vekirî û zelal e. Dema Tirkiye were nirxandin, divê bi Sûriye û Rojava re bê nirxandin. Ji ber ku Bakur û Rojava paralelî hev in. Ji bo derketina ji krîza Sûriyeyê, Kurd xwedî projeyeke rê nîşan dide ye. Statuyên xwe bi awayekî defaktor bi dest xistin. Vê yekê jib o demokratîkbûyîna Sûriyeyê û çareseriyê deklare dikin. Pêvajo ji aliyê herêmî ve di çarçoveya çareseriya ji aliyê Rojava ve hatiye deklarekirin de dimeşe. Hêzên navneteweyî di asta qebûlkirina vê de ne. Li Bakurê Kurdistanê jî li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê AKP û dewlet li ber xwe dide. Ev berxwedana dijber a dewletê bidome wê şerekî navxweyî derkeve û li Tirkiyeyê Sûriyebûyîn destpê bike. Erdogan ji bo domandina hegemonya xwe biryar daye. Lê belê divê neyê ji bîrkirin ku Tirkiye bi qasî ku teslîmî Erdogan neyê kirin welatekî girîng e ji bo hêzên navneteweyî. Hêzên navneteweyî, bi taybetî jî dewletên Ewropayê li Tirkiyeyê xwedî razemeniyên girîng e. Eger li Tirkiyeyê di şer de israr bidome, wê Tevgera Azadiyê jî bi tundî bersivê bide. Ev yek jî wê were wateya şerekî giran. Ev yek wê bi kêrî kesî neyê. Û bi vî rengî wê were wateya têkçûna temamî ya polîtîkayên klasîk ên Erdogan li herêmê. Ji ber ku Tirkiye ji aliyê siyasî, aborî û psîkolojîk ve nikare vê rake. Tirkiye êdî ne Tirkiyeya berê ye. Hêzên navneteweyî, di şerê li dijî Kurdan de êdî ne li pişta Tirkiyeyê ne."

'EM Ê SÎSTEMA XWE AVA BIKIN'

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal da xuyakirin ku haya raya giştî ji kar û hewldanên Erdogan ên ji bo pêkanîna desthilatdariya xwe ya tarî dike, heye û got, "Ez bawerim ku ev raya giştî, wê sîleya ku di 7'ê Hezîranê de li rûyê AKP'ê da, wê di hilbijartinên 1'ê Midarê de kûrttir bike û derbek xurt lê bide. Wê bibe hilbijartineke surprîz. Pêvajo, şert û merc awarte ne. Tevî hemû dizîtî, hîle û pêkanînên antî demokratîk ên Erdogan jî wê encamên vê hilbijartinê surprîz bin. Ez bawerim ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê ji aliyê pozîtîf ve surprîzê bikin. Hêvî û bendewariya min ev e. Ji ber ku eger ev nebe, wê pêvajoyeke gelekî zehmet derkeve pêşiya gelen Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê ez ji her kesî dixwazim ku di hiilbijartinê de dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê bi kar bînin."

Kartal da zanî ku Erdogan li Kurdistanê winda kiriye û destnîşan kir ku ev serberjêriya Erdogan û AKP'ê wê edî nesekine.

Kartal got, "Zext, koçberkirin û îlana herêmên 'ewlekariyê', dibe ku bandoreke neyînî bikin. Ev tabloyeke cuda ye, lê belê ji aliyê siyasetê ve AKP û Erdogan, gelê Kurd winda kirine. Niha li bajarên sînor ên Kurdistanê yên mîna Riha, Dîlok, Mereş, Meletî, Semsûr û Elezîzê hin dengan bi dest dixe. Lê di dema pêş de wê li van cihan jî bihele. Ev helandin wê nesekine. Gelê Kurd êdî rastiya AKP'ê û Erdogan dît. Vegera Kurdan a li cewhera xwe bi xurtî pêk tê. Ji ber vê yekê, dengên AKP'ê çi dibe bila bibe, wê sîleyek ji 7'ê Hezîranê mezintir lê bikeve. AKP hem li Kurdistanê hem jî li metropolên Tirkiyeyê di nava Kurdan de heliya. Ji ber ku AKP'ê êrîşî Rojava û Kobanê kir. Heqaret li gelê Kurd kir, zarokên vî gelî li pişt panzeran bi erdê re kişand û goristanên wan bombe kir. Pêkanînên salên 1990'î qanûnî kir û fermana 'bikuje' da polîs û leşkeran. Gelê Kurd wê bersivê bide vê. Ji ber vê yekê ya em ê bi hev re çareseriyê biafirînin yan jî em ê çareseriya xwe bi xwe ava bikin. Eger çareseriyeke aştiyane dixwazin, bila bi Serok Apo re diyalogê pêk bînin, naxwe gelê Kurdistanê wê çareseriya xwe bi xwe biafirîne. Wê rêveberiyên herêmî, madeyên xweseriya demokratîk di nava jiyanê de bihûne û bi avakirina sîstema civakî re çareseriyê pêk bîne. Mesaja min ji bo gelê me ev ge; Bila her kes biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bide AKP'ê. Piştî 1'ê Mijdarê encam çi dibe bila bibe, em ê sîstema xwe ya civakî ava bikin. Ji ber vê yekê dewlet ya wê pirsgirêka Kurd çareser bike, yan jî ew ê bi xwe ji hev belav bibe."