1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kartal: Kobanê ji bo cîhanê mîladeke nû ye
Kartal: Kobanê ji bo cîhanê mîladeke nû ye,kartal,kobanê,ji,bo,cîhanê,mîladeke,nû,ye

Kartal: Kobanê ji bo cîhanê mîladeke nû ye

A+ A-

ANF - PERWER YAŞ - BRUKSEL Hevserokê Kongra Gel da xuyakirin ku berxwedana Kobanê di têkiliyên navneteweyî de bi qasî erdhejê bandor kiriye û got, "Kobanê li gelemperiya cîhanê mîladeke nû ye. Ewropa bi helwestên xwe yên 30 salên dawî yên li dijî PKK'ê re nikare bersivê bide vê pêvajoyê nû." Kartal bi taybetî banga "Piştî Kobanê polîtîkayeke nû nîşan bide" li Elmanya kir.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê û berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî van êrîşan di roja 42. de ye. Bi vê berxwedanê re Kobanê û Kurdi bi rojane di rojeva cîhanê de ne. Me guhertina ku berxwedana Kobanê li qada navneteweyî rê li ber vekiriye û helwesta nû ya cîhana rojava ya divê li hemberî têkoşîna azadiya Kurd nîşan bide, me ji Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal pirsî.

Kartal diyar kir ku Kobanê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê mîladeke nû ye û di têkiliyên navneteweyî de rê li ber bandora erdhejê vekiriye. Kartal got, "Piştî gefên DAIŞ'ê yên li dijî welatên rojavayî, cîhana rojava ket nava lêgerîna têkiliyên nû. Tirkiye, ji ber pirsgirêka Kurd li koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê rast hat. Ev yek destpêka demeke nû ye ku hêzên navneteweyî li gel dijberiya Tirkiyeyê jî destek dan berxwedana Kobanê."

'DIVÊ JI KANTONÊN DIN RE JÎ DESTEK BÊ DAYÎN'

Kartal da zanîn ku li arena navneteweyî gelek tişt wê êdî mîna beriya Kobanê nebe û destnîşan kir ku pirsgirêk êdî ne tenê ya Kobanê û Kurdan e, temamiya herêmê eleqedar dike. Kartal ragihand ku desteka bi tenê ya ji bo Kobanê tê wateya dirêjbûna têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û got, "Pêwîste kantonên din ên li Rojava jî ji aliyê siyasî û leşkerî ve bên xurtkirin."

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku ji bo pêşî li êrîşeke nû bê girtin, divê ji aliyê leşkerî ve destekji Kantona Cizîrê re bê dayîn ku karibe bersivê bide çekên giran ên di destê DAIŞ'ê de û got, "Ji bo Kantona Efrînê jî, eger Tirkiye korîdorê venake, divê ji hewayê ve destek were dayîn. Bi vî rengî, bi xurtkirian kantonan re divê armanca derxistina DAIŞ'ê ji herêmê be."

'DIVÊ POLÎTÎKAYEKE NÛ YA PIŞTÎ KOBANÊ WERE NÎŞANDAN'

Kartal da zanîn ku welatên rojavayî bi helwest û polîtîkayên xwe yên berê re nikarin bibin bersiv ji pêvajoyê re û axaftina xwe wiha dewam kir: "Welatên Ewropa bi polîtîkaya xwe ya sed sal e der heqê pirsgirêka Kurd de dimeşînin, bi taybetî jî bi helwesta ku ev 30 sal in li dijî PKK'ê nîşan didin û rêbaza berê re, nikarin bersivê bidin pêvajoya nû. Ji ber ku destekê dide DAIŞ'ê û li pêşberî qirkirina li Kobanê xemsar e, rexneyên giran li Tirkiyeyê tên kirin."

Kartal bal kişand ser bêdengiya Elmanya ya li pêşberî berxwedana Kobanê û di vê mijarê de ev bang li hikûmeta Berlînê kir: "Elmanya hînê bêdeng e, di vê mijarê de hînê xwedî helwesteke zelal nîne. Pêwîste Elmanya jî êdî dengê xwe bilind bike û polîtîkayeke nû ya piştî Kobanê nîşan bide. Divê Elmanya hem polîtîkaya xwe ya têkiliya bi Rojava re bi dengekî bilind bîne ziman, hem jî polîtîkaya xwe ya der heqê Kurdan û PKK'ê de biguherîne."

"DIVÊ HÊZA PKK'Ê YA LI HERÊMÊ WERE DÎTIN"

Kartal bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Steinmeier ku di hefteya bihurî de gotibû "Heta ku PKK bi şîdetê gefê li Tirkiyeyê bixwe wê çek ji PKK'ê re neyê dayîn". Kartal di vê mijarê de wiha axivî:

"PKK'ê li dijî polîtîkayên zext û şîdetê yên dewleta Tirk neçar ma têkoşîna çekdarî hilbijêre. Nêzî du sal in pêvajoyeke çareseriyê heye ku bi hewldanên biryardar ên Serok Apo dimeşe. Her wiha heta ku Tirkiye zorê nede, aliyê Kurd wê nebe alîgirê pevçûnan. PKK hêzeke ku li herêmê roleke bi bandor a di jiyana demokratîk û azadiyê ya hemû gelan de dilîze ye.

Di rewşeke muzakere bi Tirkiyeyê re tê meşandin û ya li holê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye de, gotina 'çekên ji PKK'ê re bê dayîn wê li dijî Tirkiyeyê bên bikaranîn' ne rast e. Di serî de Elmanya pêwîste hemû welatên Ewropayê polîtîkayên xwe yên der barê PKK'ê de biguherînin, qedexeya PKK'ê bê rakirin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Di mijara bicihanîna aramî, demokrasî û aştiyê li tevahiya herêmê de divê were dîtin ku PKK aktorekî bi bandor e."

'GIRÎNG E ELMANYA DEST JI HELWESTA XWE YA KLASÎK BERDE'

Kartal destnîşan kir ku girîng e welatên Ewropa bi taybetî jî Elmanya êdî polîtîkayên xwe yên li hemberî PKK'ê biterikînin û anî ziman ku welatê pêwîste di vê mijarê gava destpêkê biavêje, Elmanya ye. Kartal ev bang li hikûmeta Berlînê kir:

"Di rewşa heyî de pêwîste dest ji polîtîkayên xwe yên klasîk û xwe dispêre dewleta Tirk berde. Divê Elmanya bibe xwedî helwesteke ku alîkariyê bide diyalogê, destekê bide pêvajoya çareseriyê û bi taybetî têkoşîna li herêmê ya li dijî DAIŞ'ê xurt bike."