1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kartal: Sala 2011 tîmên înfazê şandine Ewropayê
Kartal: Sala 2011 tîmên înfazê şandine Ewropayê,kartal,sala,2011,tîmên,înfazê,şandine,ewropayê

Kartal: Sala 2011 tîmên înfazê şandine Ewropayê

Serokê Kongra-Gel Remezî Kartal da zanîn ku li gorî agahiyên gihiştine ber destê wan Tirkiyeyê sala 2011 tîmên înfazê şandiye Ewropayê û diyar kir ku wana di wê demê de vê agahiyê rayedarên polîsên Ewropayê re parve kirine.

A+ A-

Maxime Azadî

Roja 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Lêpirsîna polîsên Frensî didome, heta niha tu kesî berpirsyartiya vê komkujiyê negirtine ser xwe.

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal ku ji ANF’ê re axivî, da diyarkirin ku piştî hevdîtinên Osloyê bi sre neketin, wana agahî girt ku Tirkiyeyê di sala 2011 de tîmên înfazê şandiye Ewropayê.

Kartal got: “Ev niha agahiyeke îstîxbaratî ye. Me wê demê agahiyên wiha girt. Me welatê ku em lê diman, li Belçîkayê aliyên peywendîdar agahdar kir.”

Kartal got: “Lê em nizanin têkiliya wan agahiyan bi vê pêvajoyê re heye an na. Ji ber vê jî divê daneyên pêwîst di destê me de ehbin” û wiha domand:

“Bê guman, di demek ku pêşketinên derbarên pisgirêka Kurd de çêdibûn de, ev bûyer qewimiye, ji ber wê jî ev yek nîşan dide ku ev bûyer ji aliyê hêzên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, ve hatiye organîzekirin. Ji ber vê jî, di çarçoveya agahiyên ku me 2011 girtibûn, dibe heman derdoran kiribe û dibe derdorên cûda jî kiribin.”

OPERASYONA TASFIYEYÊ YA LI HEMBERÎ KADROYA PÊŞENG NE TIŞTEK VEŞARTÎ YE

Kartal destnîşan kir ku konsepta dewleta Tirk a ji bo tasfiyekirina kadroyên pêşeng ên tevgera Kurdan a ji “ne konsepteke veşartî ye” û wiha domand: “Rayedarên peywendîdar carna vê yekê aşkere dikin. Yanî konseptên tasfiyekirina tevgerê, di nava vê de qedemeya rêveberiyê û rêveberên payebilind hene. Serokwezîr (Recep Tayyip Erdogan) berê bi daxuyaniyekê dabû diyarkirin ‘ger pêwîst bike em ê biçin bikevin şkeftên ku ew tê de ne û wana tune bikin’. Ji ber wê jî, dema mirov li konsepta dewletê ya li hember qedemeya rêveberiyê, operasyonên berê yên li hemberî qedemeya rêveberiya Qendîlê, agahiyên ku me 2011 li Ewropayê bihîstin û tablyoa îro dinêre, li hebmerî rayedarên payebilind, kesên nunertiya partiyê dikin pêkanîn û plan hatine amadekirin.”

TIRKIYE BERPIRSA SEREKE YE

Kartal bersiv da pirsa ku dê ev înfaza komî bandoreke çawa li pêvajoya hevdîtinan a ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin bike û got:”

“Bê guman, li aliyekê hevdtîinên ji bo çareseriyê, pêngavên tên avêtin, li aliyeke din jî komkujî bên kirin, ev yek qet nayê qebûlkirin. Rêber Apo jî vê yekê qebûl nake. Ji ber vê jî divê dewlet xwe li hemberî konsepta ku dê Rêber Apo deyne holê bi berpirsyartî tevbigere û bi awayeke bihîstyar nêzîk bibe, divê zemînê nede provakasyonan. Divê li hemberî provakasyonên ku çêbibin jî xwedî helwesteke pêbawer be. Divê hukûmet di vê bûyerê de pir aşkere be û baweriyê bide. Daxuyaniyên wan ên heta îro tên zanîn. Çapemeniya Tirk polîtîkayeke weşanê ya nêzîkê hukûmetê dimeşîne, bi vî awayî dixwazin rastiyan berovajî bikin. Dixwazin rastiyê veşêrin. Ji ber wê jî ji aliyê tevgera Kurd û raya giştî ya Kurdan ve hukûmet û dewleta Tirk weke berpirsên yekemîn tê dîtin.”

DIVÊ FRANSE KOMKUJIYÊ RONÎ BIKE

Kartal ku derbarê hevkariya di navbera Enqere û Parîsê de got: “Di vê pêvajoya borî de, di navbera Franse û Tirkiyeyê de hevkariya ewlekariyê pêk hat, îtîfaq çêbû. Dîsa di rojevê de ye”, ev bang li dewleta Franseyê kir: “Ji ber wê jî, divê hukûmeta Franse, cihên peywendîdar, di demeke zû de komkujiyê ronî bikin û bi awayeke rast aşkere bike. Ger vê yekê neke, bê guman ji ber ku ev bûyer li ser axa wê pêk hatiye, Franse dê weke berpirs bê dîtin.”

ANF NEWS AGENCY