1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Katircioglu: Divê demildest dawî li tecrîdê bînin
Katircioglu: Divê demildest dawî li tecrîdê bînin,katircioglu,divê,demildest,dawî,li,tecrîdê,bînin

Katircioglu: Divê demildest dawî li tecrîdê bînin

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Prof. Dr. Erol Katircioglu, diyar kirku her geşedana li Rojava pêk tê erenî û neyînî li Tirkiyeyê bandorê dike û Tirkiye ji ber ji dewletek kurd a li Rojava bê avakirin ditirse nizane dê çibike. Katircioglu anî ziman ku koalîsyona AKP-MHP'ê ya bê çêkirin tê wateya pêvajoya çareseriyê bavêjin çopê lê hikûmeta bi vê koalîsyonê çêbibe nikara ji pêvajoya çareseriyê qut bibe. Katircioglu da zanîn ku Ocalan ji mirovên aqilmend ê herî girîng e û divê demildest tecrîda êdî tu wateya wê tuneyî bê rakirin û dawî lê bînin.

Prof. Dr. Erol Katircioglu geşedanên li Rojhilata Navîn, nîqaşên koalîsyonê, amadekariyên şer ên hikûmeta AKP'ê, pêvajoya çareseriyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku geşedana herî biçûk a li Rojava li Tirkiyeyê dengvedana wê çêdibe û wiha got: "Bûyerên 6-8'ê Kobanê nîşaneya vê yêkê ye. Her çiqas bi banga Demîrtaş ve bê girêdan jî di bingeha xwe de bertekên civakê yên bi xwe bûn. Gelekî rastî komkujiyê tê hebû û xizmên wan ên wî gelî yên li Tirkiyeyê dijîn hebûn. Ji ber vê yêkê civak bertekan nîşan nede nemimkûn bû."

'Elîtên siyaseta Tirkiyeyê geşedanên Rojava fêmnakin'

Katircioglu anî ziman ku siyaseta Tirkiyeyê geşedanên li Rojava tên jiyîn fêmnekir û wiha axivî: "Tiştên li wir tên jiyîn elîtên siyaseta Tirkiyeyê bi tememî fêm nakin. Ez bawer dikim ku ew pirsgirêka kurd fêmnakin. Li vir ji bîlî HDP'ê ez hemû kadroyên partiyên din ên siyasî re dibêjim. Pirsgirêka kurd çiye û dê çawa bê çareserkirin fêmnakin."

'Rihê demê hat guherîn'

Katircioglu, da zanîn ku Tirkiye ji dewletekî kurd li Rojava bê avakirin ditirse û wiha axivî: "Yêk jî ev dewleta kurd bigihije Deryaya Spî û ligel vê yêkê em petrola li Suriye û Iraqê jî danîn cem û kurdên li di nava sînorên Tirkiyeyê de ijîn weke taluke dibînin. Yên van analîzan dikin vê yêkê nabînin. Cîhan diguhere. Li gorî min rihê demê jî guherî. Êdî fikra bi hev re bijîn heye."

'Tirkiye nizane dê çi bike'

Katircioglu bilêv kir ku Tirkiye bi tememî nizane dê çibike û tu tiştê ku Tirkiye ewqas ji YPG'ê dûr rawastê tuneye û wiha pê de çû: "Çeteyên weke DAIŞ'ê gelek hov in. Bi awayekî mislimaniyê şaş bidin şîrovekirin pêş dikeve. Li rojava dema dibêjin DAIŞ hemû kes ditirsê." Katircioglu destnîşan kir ku heke Tirkiye dê li cem DAIŞ'ê cih bigire bi YPG'ê re têkîliyê danî baştir e û ji vê yêkê re bêtir nêz e. Katircioglu derbirî kir ku çapemeniya AKP'ê PYD û YPG hedef girtiyê û bertek nîşanî medyaya cih nade komkujiyên DAIŞ'ê da û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heya niha derbarê hovîtiyên çeteyên DAIŞ'ê de tu manşet neavêtin lê manşetên ji bo YPG'ê yên 'qirkirinê dikin' avêtin. YPG çima qirkirinê bike. Li wê erdnîgariyê tu hêzên di asta YPG'ê de û alternatîf tunene. Di çapemeniya me de beşe naxwaze pirsgirêka kurd bê çareserkirin û ji ber vê yêkê wisa tevdigerin."

'Hikûmeta ji koalîsyona AKP-MHP'ê pêk bê zehmet ji pêvajoya çareseriyê qut bibe'

Katicioglu pêvajoya çareseriyê jî nirxand û got ku piraniya gelên Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê. Katicioglu nîqaşên koalîsyonê jî nirxandin û got ku hikûmeta ji koalîsyona AKP-MHP'ê çêbibe tê wateye pêvajoya çareseriyê diavêjin çopê lê nemimkune ev hikûmet ji pêvajoya çareseriyê qut bibe.

'Divê Tirkiye çima PKK derket holê nîqaş bike'

Katircioglu diyar kir ku heke pêvajoya çareseriyê bê xilaskirin gel dê bertekê nîşanî vê yêkê bide û wiha axivî: "Heke wisa berdewam bike ez ji hemû kesî re pêşiyar dikim ku derkevin kolanan. Derketina kolanan her tiştî bişkêninn na divê ji bo em hewcehiya xwe ya azadiyê bînin ziman be." Katicioglu anî ziman ku divê li tevahiya Tirkiyeyê çima PKK derket holê bê nîqaşkirin û divê ev nîqaş heya gel biçin û ji ber ku gel ji bo pêvajoya çareseriyê gel dê hêj seknekî bi biryar nîşan bide.

'Partiya Tirkiyebûn pêk anî tenê HDP ye'

Katircioglu da zanîn ku hikûmeta bê avakirin di serî de gava bavêje pêvajoya çareseriyê ye. Katircioglu balkişand ser serkeftina HDP'ê ya di 7'ê hezîranê de û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Partiya Tirkiyebûn pêk anî tenê HDP ye û partiyên din ev yêk pêk neyna." Katircioglu bilêv kir ku hikûmet di pêvajoya çareseriyê de dê gel li hemberî xwe bigire û wiha got: "Ji AKP'ê hêviyên mezin hebûn lê ev yêk pêk nehat. Erdogan nasnameya xwe derbas nekir û nebû Serokwezîrê wan û weke nebûyî serokomarê wan jî. Heke hikûmeta bê avakirin di vê mijarê de înadê bike dê tabana xwe winda bike."

'Êdî tecrîd bê wate ye'

Katircioglu balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Girtiyeke lê li gorî min di nava kesên Komara Tirkiyeyê rêve dibin girtiyê herî bi wate ye. Bandora Abdullah Ocalan a li ser siyaseta kurd tenê ji bo kurdan derbasdar nîn e nemimkune ev yêk neyê dîtin. Ji mirovên aqilmend ê herî girîng li gorî min Abdullah Ocalan e. Weke Antonîo Gramsciye. Li bilî serokatiyê kesayetekî gelek girîng e. Divê kesên rêveber vê yêkê ferq bikin demildest dawî li tecrîdê bînin. Divê êdî dawî li vê lîstikê bînin ji ber ku bê wate ye."

(bd)