Katircioglu: Operasyonan pêvajo berhewa kir
"AKP dixwaze di pirsgirêka kurd de vegere serî. Ji bo vê yekê pêvajoya çareseriyê bi operasyonan berhewa kir."
STENBOL (DÎHA) - Prof. Dr. Erol Katircioglu diyar kir ku AKP'ê bi destpêkirina operasyonan konsepta şer xistiye dewreyê û wiha got: "AKP dixwaze di pirsgirêka kurd de vegere serî. Ji bo vê yekê pêvajoya çareseriyê bi operasyonan berhewa kir." Katircioglu diyar kir pêwistî bi israra di ziman û polîtîkaya azadî û demokrasiyê heye.
Hikûmeta AKP'ê ku encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê hezm nekir, bi operasyonên siyasî û êrîşên hewayî konsepta şerê top yekûn xist dewreyê. Prof. Dr. Erol Katircioglu ku rewş ji ajansa me re nirxand, polîtîkayên AKP'ê rexne kirin. Katircioglu guherîena têkiliyên AKP û DAÎŞ'ê bi peymana bi DYA'yê re girêda û wiha got: "Lê min tiştek fam nekir. Ev peyman li ser DAÎŞ'ê hatibûkirin. Bes wisa xuya dike ku têkildarî PKK'ê jî hatiye kirin. Ev rewşek eletewşe. Ku têkiliyek di navbera PKK û YPG'ê de bê danîn, DYA erênî li YPG'ê dinêre. DYA çawa bi bombebarankirina PKK'ê razî bû, çawa ev yek qebûl kir, min fam nekir."
'Gavek pêvajoya çareseriyê ji holê radike ye'
Li ser mijarê Katircioglu, operasyonên tên kirin wekî gavek, "Pêvajoya çareseriyê ji holê radike" nirxand û wiha axivî: "Ji ber ku HDP di hilbijartinan de ji benda ji sedî 10'an derbas bû, AKP'ê îktîdara xwe winda kir. Ev operasyonên AKP'ê bi armanca destpêka zemîna hilbijartinek nû ye. AKP niha li dû dîzaynek nû ye. Niha li hind hincetan digere. AKP ji pêvajoya hilbijartinê aciz e. Erdogan di pêvajoya çareseriyê de hate noqteya ku leşker lê ne. Bi leşkeran re di heman hişmendiyê deye."
'Erdogan bi leşkeran re li hev kir'
Katircioglu diyar kir ku leşker ji pêvajoya çareseriyê aciz in lê vê yekê zêde naînin ziman. Katircioglu wiha domand: "Di dema barkirina turbeya Suleyman Şah de YPG û artêşa Tirk hevkarî kir. Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ev yek wekî 'Rihê Eşmê' nirxan. Wê demê leşkeran daxuyaniyên gelek tuj dan. Leşkeran gelek caran nerihetî û aciziya xwe anîn ziman lê wekî berê nikarin bi dengek bilind bêjin. Lê niha ez difikirim ku Erdogan û leşkeran li hev kir."
'Zordarî bi armanca çewisandinê ne'
Têkildarî operasyonên siyasî jî Katircioglu got ku bi armanca çewisandinê pêk tên. Katircioglu wiha axivîe: "Serdagirtina malan jî perçeyek ji vê yekê ne. Dixwazin van koman di hundirde biçewisînin. Di demek ev qas zordarî tên kirin de qedexekirina Meşa Aştiyê jî nîşan dide ku welat ber bi rewşek awarte ve diçe. Lazim e hêzên demokrasiyê gelek baldar bin. Ji xwe bi serkeftina hilbijartinê ev derdor aciz bibûn. Bi slogana, 'Em te nakin serok' hilbijartin hate kirin û slogan gihişt navnîşana xwe. Polîtîkayek ku tola vê digire, tê meşandin. Dixwaze di hilbijartinek din de bixe bin bendava ji sedî 10'an. AKP dixwaze di pirsgirêka kurd de vegere serî. Derfetên dewletê di destê wan de ne. Dixwazin vegerî serî. Lê pêwistiya me bi israra zimanê azadî û demokrasiyê heye'
(eb)