1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê
KCD: Bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê,kcd,bi,ruhê,newrozê,1,ê,gulanê

KCD: Bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê

A+ A-

AMED (DÎHA) - Bi boneya Cejna 1'ê Gulanê KCD'ê daxuyanî da û wiha got: "Di 1'ê Gulanê de di qadên azad û ji bo jiyanek azad em dengê xwe bilind bikin. Em hemû gel û civakan bi ruhê Newrozê vedixwînin 1'ê Gulanê."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeren Cîhênê peyamek nivîskî weşand û diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî de, di pêvajoyek nû de derbaz dibin û wiha got: "Em ji herdemê bêhtir pêwîstî bi rêxistin, bihevre mezinkirina têkoşînê û pêwîstî bi bilindkirina berxwedanê heye. 1'ê Gulanê sembola ked, berxwedan, têkoşîn, yekitî, tevkarî, adil, wekhev û jiyanek bi rûmete. Divê ku em kurd, tirk, ereb, laz, elewî, sunnî, kedkar, gundî, karker, bêkar, teqawitbûyî, esnaf, jin, xwendekar, reng, bawerî, bindest û tune hesibandin û hemû aliyên civakî re di 1'ê Gulanê de em ji bo jiyaneke bi rûmet, wekhev, azad û demokratîk dengê xwe bilind bikin. Em têkoşîna Newrozê û 1'ê Gulanê bigehînin hev û komara demokratîk avabikin. Em bi vê şîarê roja 1'ê Gulanê li hemû karker pîroz dikin. Em hemû gelê xwe û aliyên civakî bi rûhê Newrozê vedixwînin pîrozbahiya 1'ê Gulanê."

(aw/mae)