KCD dê neteweya demokratîk û jiyana nû înşa bike!
HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) – Amedekariyên 7’emîn Civaka Giştî ya KCD’ê ku dê 6-7’ê Îlonê dê bê lidarxistin ber bi dawiyê hat. Di kongeraya delegasyona bi hilbijartina 100 hezar kesan pêk bê de dê guhentinên bingehîn bên kirin. Endama Komîtiye Amedekar a Kongreyê Songul Morsumbuldiyar kir ku KCD heta niha wekî meclîsa vakar bû, dê bi rêxistineke hemû kes dikare cih bigire ve neteweya demokratîk û jiyana azad bê înşakirin.
KCD ji bo 7’emîn Civata Giştî ya xwe ya dê 6-7’ê Îlonê de li Amedê bê lidarxiztin amadekariyên xwe temam kir. KCD a ku bi delegeyên ji gel hatine hilbijartin, nûner3en partiyên siyasî, komên siyasî, parlamenter, hevşaredar, endamên hatine hilbijartin, rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên jin û ciwanan, hemû baweriyên li Kurdistanê dijîn, nûnerên bawerî û çandên li Kurdistanê, rûspî û ji şexsiyetên serbixwe pêk tê. KCD cudatiyên gelan wekî dewlemedî dibîne terzê rêveberiya xweser û demokratik bingeha neteweya demokratîk dibîne.
Delege hatin hilbijartin
Kongre dê bi dirûşma “Em Jiyana Azad û Neteweya Demokratîk Ava Dikin” pêk tê û di çarçovaye xebaten demdirêj de bi tevlibûne 100 hezar welatiyan delege hatin hilbijartin. Hejmara delegeyan dê 501 be, ji sedî 60 ji gel ji 40 jî dê ji delegeyen sazî û hin şexsan pêk bê.
Ji Ocalan peyam
Di kongreyê de tê hêvikirin ku peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bê xwendin. Ji bo kongreyê ji Başûr, Rojava, Îran û Ewropayê gelek kes hatin vexwendin. Vexwendnameyên ku ji bo mêvanan hatin amadekirin bi dimilkî, kurmancî, îngîlizî, tirkî û erebî hatin nivîsandin.
Di kongereyê de guhertinên girîng jî bên kirin û ev xebatên ku dê bên kirin jî Endama Komîtiya Amadekar a Kongreyê Songul Morsumbul ji bo DÎHA’yê nirxand.
Morsumbul anî ziman ku KCD heta niha wekî “meclîsa avakar” rol lîstiyê lê dê di kongreyê de bibe “Meclîsa înşayê”. Morsumbul bal kişand li ser guhertinên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jîg ot kul i hemberî van guhertinan KCD di nava 7 salan de perspektîfa demokratîk nîşanî gel daye.
Morsumbul got hedefa wan ew e ku bi hemû beşên civakê re bên ba hev û bibin meclîsa civaka sivîl û wiha berdewam kir: “Ev mehek û nîv e li Amed, Botan, Serhat, Dêrsim û Rojava ne zi 25 bajaran bi hemû beşên civakî re hatin ba hev. Rêxistinbûneke ku hemû nasnameyan dibîne ava kir. Dema borî weke rexnedaneke KCD’ê xwe teng kir. Pêwîstî bi modeleke nû ya rêxistinê heye, ev weke parît, komele yan jî saziyeke din nîn e, em dixwazin modeleke xurt ava bikin.”
Morsumbul bilêv kir ku ew derî bi derî geriyane û xebatên xwe meşandine, di xebatê de hilbijartinên delegeyan û armanca KCD’ê hatiye veggotin.
Morsumbul da zanîn ku ew ê di pêşerojê de 9 komîsyonan ava bikin û ev hejmar dikare derkeve heta 18-21’an jî, ev komîsyon jî dê çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê bigirin pêşiya xwe, her wiha jinûve înşakirin bi tevlibûna hemû beşên civakê mumkun e. Morsumbul got ku ew ê bi kongreyê têkoşîneke xurtir bimeşînin.
Kongereya dê saet di 10.00’an de li Kompleksa Sporê ya Peyasê pêk bê piştî ku endamên dîwanê bên diyarkirin, hevserokên KCD’ê Aysel Tuguluk û Ahmet Turk axaftina vekirinê bikin. Roja yekem de raporên xebatan bên xwendin, komîsyonênpêşnûmeyên biryaran, pêşnûme û komîsyona encamnameyê dê bên avakirin. Di roja duyemînde jî rezîkname bên nirxandin û encamname bê aşkerakirin.
(sa)