KCD-E: ‘Em bihêz tevlî meş û mîtîngên 1’ê Mijdarê bibin’
BRUKSEL/ANF KCD-E, banga tevlîbûna meşên 1’ê Mijdarê ku wê li tevahî cîhanê bên lidarxistin kir. KCD-E got ku: “Divê wê rojê ti Kurdek neçe kar, zarokan xwe neşînin dibistanê, jin li malan nemînin, teqez divê her kes di korteja çalakiyê de cihê xwe bigire.”
Tevgera Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCD-E) ku daxuyaniyek niviskî weşand got, “Ji bo Kobanê, ji bo mirovatiyê li hemberî DAIŞ ber bi meşa cîhanê ve.”
KCD-E diyar kir ku, bi êrîşan şoreşa Rojava dikin hedef û di mehên dawî de li her bihostek axa Kurdîstanê li ser esasê dagirkirina Kurdistanê êrîşên didomin li Kobanê bi hemû dijwariya xwe dewam dikin.”
KCD-E bibîr xist ku, gelek nivîskar û rewşenbîran "1’ê Mijdarê Roja Berxwedana Kobanê ya Cîhanê" îlan kirine û got, “Di çarçoveya piştgiriya bi Kobanê re banga meş û mîtîngan kirine." KCD-E da xuyakirin ku, vê bangê heyecanek mezin ava kiriye û biryar hatiye girtin ku 1’ê Mijdarê li gelek bajarên cîhanê çalakî bên lidarxistin.
KCD-E bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku, tevlî meş û mîtîngên ku tên lidarxistin bibin û ev bangawazî kir, “Wê rojê divê ti Kurdek neçe kar, zarokên xwe neşînin dibistanan, jin li malan nemînin, divê her kes teqez di korteja çalakiyan de cih bigire. Ev meşên di bin navê ‘Ji bo Kobanê, ji bo mirovatiyê li hemberî DAIŞ ber bi meşa cîhanê ve’ wê bi rengekî ku layiqî berxwedana Kobanê be bên lidarxistin" û KCD-E careke din bang li Kurd û dostên wan kir ku, 1’ê Mijdarê ji bo berxwedana pîroz û şehîdên pîroz a Kobanê bi ruhê serhildanê li qadan bin.
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin, “Roj roja ku em berxwedana fedayî ya Bêrîtanan û Arînan bi serhildanan silav bikin.”