1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD-E: Li dijî komkujiyan em li her derê çalakiyan lidar bixin
KCD-E: Li dijî komkujiyan em li her derê çalakiyan lidar bixin,kcd,e,li,dijî,komkujiyan,em,li,her,derê,çalakiyan,lidar,bixin

KCD-E: Li dijî komkujiyan em li her derê çalakiyan lidar bixin

Hevserokatiya KCD-E, komkujiya li Enqereyê ya rê li ber mirina gelek kesan û birîndarbûna bi sedan mirovan vekir, şermezar kir û bang li gelê welatparêz ê li Ewropayê dijî, ku li her derê çalakiyên demokratîk lidar bixe

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Hevserokatiya KCD-E, komkujiya li Enqereyê ya rê li ber mirina gelek kesan û birîndarbûna bi sedan mirovan vekir, şermezar kir û bang li gelê welatparêz ê li Ewropayê dijî, ku li her derê çalakiyên demokratîk lidar bixe.

Hevserokatiya KCD-E, der barê komkujiya li Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga çalakiyan li her kesî kir.

Hevserokatiya KCD-E diyar kir ku sûltanê korsan ê Qesrê, ku alarjiya xwe li hemberî aştî, demokrasî û azadiyê heye, li Enqereyê di dewrê de ye û got, "Em vê êrîşa barbar a li dijî vîna aştiyê hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku faşîzma Erdogan a ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd êrîşên hovane da destpêkirin û îşkence li cenazeyan jî kir, li dû qetilkirina 32 ciwanên sosyalîst li Pirsûsê, îro li Enqereyê gel qetil kiriye.

KCD-E got, "Xwedîderketina li gelê me yê li Enqereyê wezîfeya her kesî ye. Di serî de gelê me yê welatparêz ê li Ewroapyê em bang li hemû alîgirên, aştî, demokrasî û azadiyê dikin ku li hemberî şerê qesrê yê kukjer Erdogan, ruhê Gezî û Kobanê bigihînin hev û li her derê çalakiyên demokratîk lidar bixin. Roj ew roj e ku li hemberî sûltanê korsan ê qesrê, sekna bi rûmet bê nîşandan, roj bi ruhê serhildanê roja daketina qadan e."