1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD ji kongreyê re amade ye
KCD ji kongreyê re amade ye,kcd,ji,kongreyê,re,amade,ye

KCD ji kongreyê re amade ye

A+ A-

KCD, di 15-16'ê îlonê de 6'emîn Lijneya Giştî ya Asayî bi şîara "Ji Xweseriya Demokratîk ber bi yekîtiya neteweyî" li Amedê li dar dixe. Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk got, "Em bi çavê KCD parlementoya hemû çand, bawerî û nasnameyên li Kurdistanê dijîn e lê dinêrin" û diyar kir ku ji ber kongre dê bibe kongreyekî Kurdistanî, hemû Kurdistanî dewetî kongreyê ne.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 6'emîn Kongreya xwe di 15-16'ê îlonê de bi şîara "Ji Xwerseriya Demorkatîk ber bi yekîtiya neteweyî ve" li Amedê li dar dixe. Kongre dê li Salona Civînê ya Vedat Aydin a li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê pêk bê. KCD, bi nirxandina pêvajoya siyasî, xwendina raporan, xweseriya demokratîk, konferansa neteweyî û hilbijartina endamên meclîsa daîmî dê helwesta xwe nîşan bide. Ji hevserokatiya KCD'ê re careke din Ahmet Turk û Aysel Tugluk dê bên hilbijartin. Ji ber girtinan dê delgeyên nû tevlî kongreyê bibin û ji sedî 60 delegeyên gel ji sedî 40 jî delegeyên saziyan dê tevlî kongreyê bibin. Di kongreyê de bi tevlîbûna delegeyên gel, delegeyên saziyan, rewşenbîr, hûnermend, komên cuda yên baweriyê û ruspiyên meclîsa daîmî ya ji 101 kesan pêk tê bê hilbijartin. Di kongreyê de ji sedî 40 kotaya jinê jî tê bikaranîn û dê 2 salan carekê kongre bê li dar xistin. Kongre dê 2 rojan berdewam bike û ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek kes, partî, oldar, komên cuda û siyasetmedar dê beşdarî kongreyê bibe.

850 delege dê tevlî kongreyê bibin

Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, diyar kir ku hemû amadekariyên kongreyê bi dawî bûn û hemû dewetiye jî şandin e. Çelîk, anî ziman ku ew li bendêne ku 850 delege tevlî kongreya dê 2 rojan berdewam bike bibin. Çelîk, da zanîn ku sedema li dar xistina kongreyê geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ne. Çelîk, bilêv kir ku di pêvajoyekî wisa de ji kurd û gelên "Kurdistanî" re fersendên gelek girîng derketin holê û derfetên daxwazên neteweyî û demokratîk pêk bên pêk tên.

'KCD, parlementoya Kurdistanê ye'

Çelîk, destnîşan kir ku ew dixwazin xweseriya demokratîk bi hêza xwe ya xweser înşa bikin û ev yekê di sedsala 21'emîn de ji bo statuya kurdan gelek girîng e û wiha got: "Em bi çavê KCD parlementoya hemû gelên bi nasnameya xwe, çand û baweriya li Kurdistanê dijîn lê dinêrin. Ji ber vê yekê em dê di vê çarçoveyê de kongreya xwe li dar bixin." Çelîk, diyar kir ku ji roja xweseriya demokratîk îlan kirin heta niha aliyên xweseriya demokratîk ên siyasî, ekolojîk, civakî, aborî û çandî pêk bînin gelek hewildan kirin û wiha axivî: "Bi taybet li bajar û navçeyên rêveberiyên hermî di destê me dem ji bo 5 aliyên xweseriya demokratîk înşa bikin xebatê hatin meşandin. Di aliyê perwerdehiyê, çandî, civakî û tendurîstî de xebat hatin meşandin û komxebat hatin lidarxistin. Dîsa komxebata aborî û kedê hate lidarxistin. Di nava salekê de me xebatên girîng li dar xistin lê disa jî kêm bûn."

PYD dewetî kongreyê hate kirin

Çelîk, anî ziman ku têkiliyên di navbera BDP-PYD û KCD-PYD'ê de ji têkiliyên dîplomatîk zêdetir têkiliyên siyasî, civakî û çandî yên bi têkoşîna konfederal a demokratîk ve girêdayî dixwazin pêk bînin û di vê çarçoveyê de li gelek qadan mitîngên piştgiriyê li dar xistin. Çelîk, da zanîn ku ew dizanin ev yekê gelek kêm bûn û wiha pê de çû: "Ji ber ku kongreyekî Kurdistaniye em dixwazin hemû rêxistinên Kurdistanî bibînin. Li gel rewşenbîrên Tirkiyeyê, derdorên çepgir, xwezaparêz û heta xwendekaran gelek kes em dewetî kongreyê kirin. Em nizanin dê kê beşdar bibe lê em li benda tevlîbûneke bi hêz in. Me PYD, KDP û YNK jî dewetî kongreyê kirin. Em hêvî dikin ku bi vê kongreyê dê bingeha konferansa neteweyî bê avêtin."

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî