1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Qetla Kurdan careke din rewa hat dîtin
KCD: Qetla Kurdan careke din rewa hat dîtin,kcd,qetla,kurdan,careke,din,rewa,hat,dîtin

KCD: Qetla Kurdan careke din rewa hat dîtin

A+ A-

AMED 07.01.2014 11:16:31 KCD'ê nerazîbûn nîşanî biryara neşopandina komkujiya Roboskî da û dstnîşan kir ku bi biryara dozgeriya leşkerî re careke din komkujiya li dijî gelê Kurd rewa hatiye dîtin. KCD'ê bang li her kesên xwedî wicdan kir ku li dijî biryarê derkevin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî biryara neşopandinê ya Dozgeriya Leşkerî ya der heqê Komkujiya Roboskî de da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara dozgeriyê birîna di dilê Kurdan de kûrtir kiriye û biryar weke skandala hiqûqê bi nav kir. KCD'ê ev xal destnîşan kir:

"Ev biryar darbeyek li dijî mafên mirovan, edalet, demokrasî, aştî, xwişk-biratî û wekheviyê ye. Biryara neşopandina lêpirsîna komkujiya Roboskî asta hiqûqa li Tirkiyê radixe pêş çavan, nîşaneya nêzîkatiya li gelê Kurd e. Bi biryara dadgeriyê re careke din komkujiya li hemberî gelê Kurd rewa hatiye dîtin û ev komkujî jinedîtî ve hatiye. Tirkiye ku ji ber binpêkirina mafên mirovan li DMME û wicdanê mirovan de timî mehkûm bûye, careke din mora xwe avêtiye binê biryareke ku karibe xwe mehkûm bike. Her komkujiyek hesab jê nehatibe pirsîn, nehatibe darizandin, komkujiyên nû nîşan dide."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê her kes baş bizanibe ku êdî gelê Kurd ne ew gelê berê ye û hat ragihandin ku gelê Kurd wê bi hemû sazî û rêxistinbûyînên xwe re ji bo ronîkirina rastiyê têkoşînê bimeşîne. KCD'ê bang li her kesên xwedî wicdan kir ku li hemberî vê biryarê helwestê nîşan bidin.