KCD: Xwedîderketina li Rojava dilsoziya bi berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ye
AMED 14.07.2014 11:43:45 KCD'ê bi daxuyaniyekê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anî û destnîşan kir ku xwedîderketina li Rojava, dilsoziya bi bîranîna Kemalan û Xeyriyan e.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bibîr anî.
KCD'ê diyar kir ku li xeleka berxwedaan Şêx Seîdan, Seyid Rizayan, Elîşêran, Îhsan Nûriyan a li dijî polîtîkayên tinekirinê berxwedana zîndana Amedê jî zêde bûye û wiha hat gotin:
"Em zarokên bijarte yên gelê Kurd M. Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek û enternasyonalîstê mezin Kemal Pîr bi rêzdarî û minnetdarî bibîr tînin. Ev berxwedan di heman demê de bûye havênê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan."
KCD'ê diyar kir ku gelê Kurd ê bi felsefeya 'Berxwedan Jiyane' hemû polîtîkayên tinekirinê pûç kiriye, îro li Rojava bi heman polîtîkayan re rû bi rû ye û got, "Êrîşên li dijî Rojava êrîşên li hemberî destketî û hebûna gelê Kurd e. Mîna duh wê îro jî bi berxwedana leheng bersiv ji van êrîşan re bê dayîn. Xwedîderketina li Rojava û têkoşîna di oxira wê de, îfadeya dilsoziya bi bîranîna Kemalan û Xeyriyan e.
Em bang li gelê Kurd dikin ku di vê rêya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê nîşan daye de, bi ruhê yekitiya neteweyî xwedî li Rojava derkeve."