1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD'ê banga Kongreya Gişti kir
KCD'ê banga Kongreya Gişti kir,kcd,ê,banga,kongreya,gişti,kir

KCD'ê banga Kongreya Gişti kir

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk binirxînin, bang li her kesî kirin ku tev li Civîna Lijneya Giştî ya KCD'ê ku bi navê "Em bi Rizgariya Demokratik Jiyana Azad ava bikin" pêk bê bibin.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Aysel Tugluk û Ahmet Turk, der barê Kongreya Giştî ya Awarte de daxuyaniyek nivîskî dan û banga tevlêbûna civinê kir. Hevserokên KCD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de pêvajoya nû daye destpêkirin û ji bo çareseriya demokratîk deriyekî nû li Tirkiye û Rojhilata navîn vekiriye. Hevserokan di berdewama daxuyaniyê de wiha gotin: "Ev pêvajo dê rê li pêş geşedanên nû û girîng veke. Birêz Ocalan di vê duriyana dîrokî û girîng de de rê li pêş guhertin û nûnikirinên pir bi hêz veke. Ger ku ev pêvajo bi tenduristî û ewle pêş bikeve dê encamên dîrokî û gelek xurt bi xwe re bîne. Hem ji bo gelê kurd u hem jî ji bo gelê Rojhilata navîn dê gavên dîrokî pêş bixe. Pirsgirêka kurd a bi kok ya ku di 30 salên dawî de bêtir xwe daye der, ji bo li ser bingehê çareseriya demokratîk pêş bikeve û bendewariya gel a aştiyek mayinde û bi rûmet pêş bikeve lazim e ev pêvajo baş û rast bê nirxandin.

Em bang tevlêbûna demokratîk a gel dikin

Hevseroken KCD'ê diyar kirin ku dê di 20-21'ê Nîsanê de civîna Kongreya Awarte pêk bînin û xwest hemû kesên demokrasî û azadiyê dixwaze tev li pêvajoya çareseriyê bibin.

(mae)