1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD'ê Cejna Êzî pîroz kir
KCD'ê Cejna Êzî pîroz kir,kcd,ê,cejna,êzî,pîroz,kir

KCD'ê Cejna Êzî pîroz kir

A+ A-

AMED - ANF KCD'ê bi hêviya ku cejneke din li Şengal û Laleşê were pîrozkirin, cejna Êzî civaka Êzidî ya li çar aliyên cîhanê belav bûne, YBŞ û tevahiya gelê Kurd pîroz kir.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê cejna Êzî ya civaka Êzidiyan pîroz kir.

Di peyama KCD'ê de hat ragihandin, ku yek ji civak û baweriya qedîm a xaka Mezopotamyayê Êzidî, li hemberî her şêwe asîmîlasyon û tinekirinê bi hevîna Derwêşê Evdî, welat, hebûn û baweriya xwe parastiye û hat gotin, "Li hemberî tinekirinê, bi biryardariya bibin civak, bûn kaniya Berxwedanê û herikîn."

Hevserokatiya KCD'ê bi hêviya ku cejneke din li Şengal û Laleşê were pîrozkirin, Cejna Êzî di serî de li civaka Êzidî ya ji ber hovîtiya DAIŞ'ê li çar aliyên cîhanê belav bûne, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got, "Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya azadiyê.


Bêjeyên Miftehî