KCD'ê encamnameya lihevhatina civîna jinan aşkere kir
AMED (DÎHA) - Kongreya Civaka Demokratîk encamnameya 2'emin civîna Lihevhatina Jinan bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di encamnameyê de biryara Komîsyona Jinên Aqilbend ku di nava heyetan de cih bigire hat girtin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) piştî 2'emîn Civîna Lihevhatina jinan pêk anîn, encamnameya civînê bi daxuyaniyekê aşkere kir. KCD'ê encamnameya 2'emîn Civîna Lihevhatina Jinan aşkere kir û wiha got: "40 salin li herême şerek tê meşandin. Li hemberî vi şerî 'Têkoşîna azadiyê' ji bo mafan gelek bedelên giran hatin dayîn. Herî dawî bi serhildana Rojava, li Rojava şoreşek pêk hat. Piştre li Kurdistana Bakur bi têkoşîna 10 hezar girtî û berxwedana Îmraliyê ya 14 salan destan hat nivîsandin. Vê berxwedana têkoşîna azadiya kurdan pêvajoya Rizgariya Demokratîk û jiyana azad daye destpêkirin. Êdî serdema ku bêtir raman, bîrdozî, siyaseta demokratîk derkeve pêş e. Wekî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî ya amedê de got ev ne destpêke û ne jawî ye. Pêvajoyek têkoşînê ya nû ye.
'Şertên muzakereyan ne wekî hev in'
Di encamnameyê de hat zanin ku bang li nûnerên jin ên DOKH û KCD'ê hatiye kirin û wiha hat gotin: "Di niqaşan de tiştê berî her tiştî derket pêş, pêvajoya hevdîtinê û çareseriya demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Dîsa hat dîtin ku ev pêvajoya hevdîtin û destpêka muzakereyan di nava şert û mercên wekhev de nayên kirin. Ji bo muzakere rast pê bikevin û bigêjin encama rast divê hikûmheta AKP'ê li gorî xwe mercan ava neke. Divê li gorî xwe pêvajoya muzakereyan nede meşandin. Ji bo ev pêvajo rast pê bikeve divê ji bo her du aliyan jî şert û mercên muzakereyan wekî hev be. Dîsa nûnertiya jinê ya di Komîsyona Mirovên Aqilmend de pir kêm e. Operasyonên leşkerî berdewam dikin. Li herêmê qereqal tên avakirin. Dîsa li herêmê pergala cerdevaniyê tê pêşxistin. Hêj bersûcên komkujiya Roboskiyê û kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin. Nêzîkatiya AKP'ê helwesta li hemberî jina kurd dide nîşan."
Jinan di berdewama encamnameyê de anîn ziman ku di vî şerî de herî zêde jinan êş kişandiye û di avakirina makeqanûnê de divê jin wekî aliyekî avakirina makeqanûnê cih bigirin û wiha berdewam kir: "Divê polîtîkayên militarist û zayendîparêz a li hemberî jinê bi dawî bikin. Divê mafê çand, nasname, ziman û nirxên gel bên naskirin û ji aliyê makeqûnê ve bên parastin. Em wekî jinên kurd dixwazin bi çalak midaxîlî pêvajoyê bibin û rê li pêş me bê vekirin."
'Bila ewlehiya gerîllayên jin bê parastin'
Di dirêjahiya encamnameyê de hat xwestin ku ewlehiya gerîllayên jin bê parastin û jin bibin aliyê avakirina makeqanûnê û nûnertiya jinê bi awayekî xurt di nava çareseriyêde cih bigire. Di encamnameyê de hat xwestin ku ji bo welatî li gundên xwe vegerin şert û merc bên başkirin û pergala cerdevaniyê bi dawî bibe.
Di civînê de biryarên hatin girtin wiha ne:
* Di pêvajoya çareseriyê û muzakereyan de divê Heyeta Jinên Aqilmend bê avakirin. Divê heyet bi jinên Kurdistanî û Tirkiyeyê re xebatên hevbeş bide meşandin. Heyeta Jinên Aqilmend divê xebatên komîsyonên din venêre û bişopîne û wekî aliyê çareseriyê cihê xwe bigire.
* Divê pêvajoya vegera gundan bê şopandin û polîtîkayên aborî û komînal bên pêşxistin. Divê komîsyonên bê avakirin bi lezgîn dest bi xebata xwe bikin.
* Divê di nava heyetên ku bên avakirin de malbatên gerîlla û leşkeran, malbatên bi zorê hatin koçkirin, Dayikên Şemiyê. Malbatên Roboskiyê, kesên LGBT'ê yên têkoşîna çandî û nasnameyê daye, bi awakeyî çalak cih bigirin. Divê jinên Kurdistanî û Tirkiyeyê xebata têkoşîna hevbar û banekî hevpar ava bikin.
* Di konferansa 4'ê Nîsanê ku bi navê 'Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê' pêk bê de delegasyonên tev li konferansê bibin hatine diyarkirin. Meclisa Jinan a DOKH û KCD'ê divê banga 3'emîn Lihevhatina Jinên Kurd bike.
* Ji bo tevlêbûna Lihevhatina civak û baweriyên li Kurdistanê bê kirin komîteyek bê amadekirin. Di vê komiteyê de jî dê jinên KCD'ê, HDK, SKM û Tango Med hatine peyvirdarkirin.
* Ji bo ziyareta Rojava biryar hat girtin ku heyata jinan bê avakirin.
* Ji bo ziyareta malbatên Roboskiyê biryara rojekê biçin ziyaret bikin hat girtin.
* Ji bo jinên Dêrsimî yên bûn cerdevan dest ji cerdevaniyê berdi, heyeta jinan a ji Dayikên Aştiyê, MEYA-DER'ê pêk tê biçin li Dêrsimê hevditin bikin.
* Ji bo lêkolîna heqîqetê û mînakên muzakereyên cîhanê lêkolîn bike komîsyona heqîqetê ya jinan bê avakirin.
* Divê hemû kesên ku jinan wekî ganimeta şer dibîne û li dijî jinan bi hişmendiya militarist tacîz û tecawizê pêş dixe, wekî sûcdarên şer bên îlankirin.
* Ji bo komxebata 28'ê Nîsanê ya Meclisa Jinê ya BDP'ê biryara tevlêbûna xurt hat girtin.
* Bi şîara “Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" ku ji bo êşa kêm bikin û dîsa ji bo aştî û çareseriya demokratîk pêş bikeve jinan sedsala 21'an ji bo xwe wekî sedsala azadiyê îlan kiriye û civîn bi coş û moralek mezin bi dawî kirine. "
(mae)