1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD´ê ji bo Elçî daxuyaniyek da
KCD´ê ji bo Elçî daxuyaniyek da,kcd,ê,ji,bo,elçî,daxuyaniyek,da

KCD´ê ji bo Elçî daxuyaniyek da

KCD: Elçî dê cihê xwe yê rêzdar yê di dilê gelê Kurd de biparêze

A+ A-

Kongreya Civaka Demokratîk ji ber sedema wefata Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafetîn Elçî ya ji ber nexweşiya penceşêrê peyama sersaxiyê weşand.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biboneya wefata Serokê Giştî yê KADEP’ê û ji Eniya Ked, Demokrasî û Aştiyê Parlementerê Amedê Şerafetîn Elçî peyamek ya sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku, vê windahiya mezin gelê Kurd ji kûrahiyê êşandiye. Di peyamê de hate gotin ku, “Birêz Elçî yek ji berxwedanvanên gelê Kurd yê qedîm bû. Jiyana Elçî kurte cewherek yê zilma li ser gelê Kurd û biryardariya tekoşîna wê bû. Di hilbijartinên giştî yên 12’ê Hezîrana 2011’an ji Eniya Ked, Demokrasî û Aştiyê weke parlementerê serbixwe hatibû hilbijartin. Li rexmî nexweşiya xwe ya giran ku ev erk girtibû ser milê xwe, baweriya wî ya bi yekitiya netewî gelê Kurd dide nîşa kirin. Hewildanên ku ji bo pêkanîna Konferansa Netewî ya Kurdistanê dayî ji aliyê gelê Kurd ve nayê jibîr kirin. Pêkanîna vê konferansê di heman demê de girêdana bi bîranînê Birêz Elçî dide nîşandan. Bi van hestan di serî de em sersaxiya malbatê û partiya wî dikin, serê hemû gelê me sax be. Birêz Şerafetîn Elçî dê her demekê di dil û mejiyê gelê Kurd de cihê xwe yê rêzdar biparêze.”

ANF NEWS AGENCY