KCD'ê ji bo 'Nobeta Azadiyê' alîkarî xwest
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), encama civina meclîsê bi daxuyaniyekê aşkere kir. KCD'ê, diyar kir ku dê piştgiriyê bidin çalakiya Meclîsa Jinan a BDP'ê ya bi navê "Nobeta Azadiyê" KCD'ê anî ziman ku ji bo konferansa neteweyî ya kurd bi lezgîn pêk bê dê lezê bidin xetanên xwe. KCD' anî ziman ku dê di pêş de 6 komcivînan pêk bîne.
Kongreya Civaka Demoratik (KCD), encama meclîsa daimi ya duh pêk hat bi daxuyaniyekê aşkere kir. KCD'ê di daxuyaniyê de bi minasebeta 40'emîn salvegerê Denîz Gezmîş û hevalên wî bibîr anîn û diyar kir ku wan ji bo demokrasî û azadiya Tirkiyeyê tekoşîn meşandibûn. KDC'ê da zanîn ku li gel 40 sal di ser darvekirina wan re derbas bû dîsa têkoşîna wan didome û mezin dibe. KCD'ê destnîşan kir ku tecrîd û îzolasyona tê meşandin nayê qebûl kirin û wiha got: "Tê xwestin ku Tirkiyeyê bi yek ziman, yek al, yek netew û yek rengî bi rêve bibin. Mafê gelan ê kurdan tê înkarkirin nayê dîtin. Li girtîgehan mafê girtiyan her ku diçe zêde tê binpêkirin. Pêkanînên dijdemokratîk û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Ev pêkaninên li dijî hiqûqê, tecrît û îzolasyona li ser Ocalan tê meşandin nayê qebulkirin."
'Em piştgiriyê didin nobeta azadiyê'
KCD'ê destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya "Nobeta Azadiyê" ya Meclisa Jinan a BDP'ê ku di navbera 13-14'ê gulanê de li Enqere û Amedê pêk bîne. KCD'ê bilêv kir ku ew piştgiriyê didin “Nobeta Azadiyê” xwest her kesên aligirê azadî, demokrasî û aştiyê bidin çalakiyê.
Divê makeqanûna nû azadîparêz be
KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de li ser makeqanûna nû jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Divê makeqanûna nû di serî de pirsgirêka kurd çareser bike û rê li pêşiya çareseriya hemû pirsgirêkên din veke. Divê berî her tiştî azadîparêz, demokratîk, wekhev û adîl be. Ji bo makeqanûnek demkoratîk û azadîparêz firsetek mezin ketiye dest. Pir zelal xuya dike ku tu polîtikayên AKP'ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tune. Li gel hemû astengiyan gelê kurd, tevgera siyasî ya azadiya kurd û hêzên demokratîk Newroz û 1'ê Gulanê bi coşek mezin piroz kir. Ev xuya dike ku dê demokrasî pêş bikeve."
'Ji bo Konferansa Neteweyi ya Kurd dê lez bidin xebatê'
KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku ji bo Kongreya Neteweya Kurd bi lezgîn pêk bê dê xebatên xwe lezgîntir bikin. KCD, destnîşan kir ku dê di heman demê de li dijî kesên nirxên kurdan dikin hedef û êrîş derkevin û destûr nadin ku nirxên kurdan rastî êrîşan bên.
KCD di daxuyaniya xwe de plansaziya xwe ya pêşerojê aşkerakir. Li gorî plansaziya KCD'ê;
*Di 12-13'ê gulanê de li Amedê '2'yemîn Komxebata Xweseriya Demokratîk' bê lidarxistin. *Di 19-20'ê gulanê de li Amedê 'Komxebata Perwerdeya bi zimanê dayikê' bê organîzekirin. *Di 20'ê gulanê de li Mêrdînê 'Komxebata Tenduristî û Girtîgeh' bê lidarxistin. *Di 09-10'ê hezîranê de li Amedê 'Komxebata li Kurdistanê Rêxistinkirina Ked û Jiyana Kedê' bê organîzekirin. *Di 16-17'ê hezîranê de li Niseybîna Mêrdînê 'Komxebata di xebatên şaredariyan de pirzimanî û pirçandîbûn' bê lidarxistin. *Di 23-24'ê hezîranê dê jî bi navê 'Jin û Tenduristî' komxebatek bê lidarxistin.
(aw/mae)