1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD'ê pêşniyazên makeqanûnê pêşkêşî meclîsê kir
KCD'ê pêşniyazên makeqanûnê pêşkêşî meclîsê kir,kcd,ê,pêşniyazên,makeqanûnê,pêşkêşî,meclîsê,kir

KCD'ê pêşniyazên makeqanûnê pêşkêşî meclîsê kir

A+ A-

Komîsyona Makeqanûnê ya Kongreya Civaka Demokratik (KCD), peşniyazên xweyên ji bo makeqanûnê pêşkêşî Komîsyona Lihevhatina Makeqanûnê ya Meclîsê kir. KCD'ê xwest gotina 'Tirk' ji makeqanûnê bê derxistin û MGK bê rakirin. Komîsyonê xwest azadiya ramanê û îfadeyê bê naskirin û li gorî xweseriya herêmî Tirkiye ji nûve bê avakirin.

Komîsyona Makeqanûnê ya Kongreya Civaka Demokratik (KCD), piştî li gelek bajaran bi nivîskar, rewşenbihr, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek beşên civakê re civîn pêk anîn û pêşniyazên wan ên li ser makeqanûna nû girt, pêşnûmeya pêşniyazên li ser makeqanûnê amade kir û bi rêya posteyê ji Meclisa Tirkiyeyê re şand. KCD'ê xwest berî her tiştî feraseta makeqanûna 1982'an ku berhemê darbeya leşkerî ya 1980'an e bi tevahî bê guhertin û xwest gotina 'Tirk' ji makeqanûnê bê derxistin û MGK bê rakirin. Komîsyonê xwest azadiya raman û îfadeyê bê qebûlkirin û dewlet wekî pîroz neyê dîtin.

'Bila gotina 'tirk' ji makeqanûnê bê rakirin'

KCD'ê di pêşniyazqanûnê de xwest gotina ku behsa 'Tirk û Tirkîtiyê' dike bi tevahîe bê rakirin û hemû civak û nijadên ku li ser axa Tirkiyeyê dijî bi hemû reng û nirxên xwe yên ol, civak, ziman û nasnameyên xwe bên naskirin û parastin. KCD'ê xwest di nava nijad û civakan de cudakarî neyê kirin. KCD'ê xwest bingeha ku hemû civak wekhev û bi hevre bijîn bê avakirin. KCD'ê xest makeqanûn dewletê pîroz nebîne û tu tiştî wekî mutlak û neguherbaz nebîne. dîsa xwest azadiya zayendiya civakî bê parastin û li ser bingeha mirovahiyê bê pêşxistin. Her wiha xwest ahengsaziya mirov û xwezayê bê parastin û feraseat civaka ekolojik û demokratik li ser çavan bê girtin.

'Bila MGK û astengiyên li pêş azadiyan rabe'

KCD'ê pişniyaz kir ku hemû astengiyên li pêş azadiya raman û îfadeyê bên rakirin û xwest li gorî pîvanên demokrasiya gerdûnî û hiqûqa YE'ê ji nûve bê sazkirin. KCD'ê xwest leşkerî û siyaset mudaxaleyî darazê neke û MGK bê rakirin. KCD'ê xwest ligel azadiya ramanê azadiya hemû heq û hiqûqan jî bê dayîn dawî li mexdûriyeta TMK, CMK, TCK'ê bîne. Demokrasî û azadî pêş bikeve. Her kes karibe bi bîr û baweriya xwe bijî, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û hemû mafên wan ên çandî, civakî û olî ji aliyê makeqanûnê ve bê parastin. Dewlet hemû civakê wekî hev bibîne û wek hev nêzîk bibe.

'Bila azadiya rêxistinbûna partiyên siyasî û edalet pêş bikeve'

KCD'ê xwest êdî makeqanûn destûr nede girtina partiyên siyasî, komele û rêxistina civakî û azadiya rêxistinbûnan biparêze. KCD'ê xwest xalên li ser komele, vakif, partî û rêxistinan ji nûve bê rastkirin û li gorî azadiya rêxistinbûnê bê avakirin.

'Divê mafê hîndakrî û perwerdehiyê bê nasîn'

KCD'ê xwest cudakarî di navbera ziman, bawerî, çand û nirxên hemû nijad û civakên li ser vê axê dijîn de neyê kirin û mafê hemû ol û civakan wekhev bê dîtin û parastin. Hemû civak û nijadên li ser erdnîgiariya Tirkiyeyê dijîn wekhev ji mofê perwerdehî, çand û baweriyan sûdê bigirin û her kes karibin bi ziman, reng, çand û baweriya xwe bijîn.

'Divê Tirkiye li gorî xweseriya herêmî ji nûve bê avakirin'

KCD'ê xwest dewlet bêalîe û bê bîrdozî tev bigere û dewlet wekî pîroz neyê dîtin. KCD'ê xwest dewlet wekhev nêzî hemû bîrdozî, bawerî, ziman û çandan bibe û wan biparêze û pêş bixe. KCD'ê dîsa xwest ku Tirkiye li gorî rastiya Xweseriya Herêmî ji nûve bê avakirin û plansazkirin.

'Divê daraz serbixwe û li gorî heq û hiqûqê tev bigere

KCD'ê xwest daraz li gorî serdestiya heq û hiqûqê tev bigere û mirov esas bigire. Divê zagon û rêveberiyên herêmî li gorî rastiya herêman ji nûve bên avakirin.

Dîsa di qada ked û kar de divê mafê kedê bê parastin û azadiya aborî, civakî û çandî bê parastin. Karker û kedkar karibin ji mafê rêxistinbûnê sûdê wergirin.

(mae)