KCD’ê şîna neteweyî îlan kir
KCD'ê ji bo komkujiya li dijî ciwanên SGDF'î yên li Pirsûsê pêk hat, şîna neteweyî îlan kir. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdû, banga tevlîbûna çalakiyan kir û xwest gelê Kurd li mal kargeh û hemû deveran alên reş daliqînin
AMED - ANF KCD'ê ji bo komkujiya li dijî ciwanên SGDF'î yên li Pirsûsê pêk hat, şîna neteweyî îlan kir. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdû, banga tevlîbûna çalakiyan kir û xwest gelê Kurd li mal kargeh û hemû deveran alên reş daliqînin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo endamên Federasyona Komeleyan a Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên di êrîşa Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan şîna neteweyî Îlan kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi Hevserokên şaredariyên Amedê, Saziyên Sivîl ên Amedê, TUHAD-FED, MEYA-DER, ESP, Odeya Pîşeşazî û bazirganiyê ya Amedê, Komaleya Mirovên Pîşesazî ya Reşeba, Komeleya 78'an Rêxistinên HDP-DBP ên Amedê li avahiya KCD'ê civiyan. Encama civînê ji hêla endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdu hat parvekirin. Aydogdu da zanîn ku di biryara civînê de ji îro pê de li tevahiya Kurdistanê şîna neteweyî hatiye îlankirin û wiha got: "Banga me ev e ku gelê me banga şîna neteweyî bi awayekî xurt piştgiriyê bide. Divê em şînê, li malên xwe, kargehên xwe û li saziyên xwe alên reş girêbidin û sekna xwe derxin holê. Êşa me gelekî giran e. Em bawer dikin ku wê ev êş û êrîş li Kurdistanê vala bên derxistin. Gelên me ji bo êrîşan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her şev çalakiya dengderxistinê pêk bîne."
Aydogdu, anî ziman ku wê sibê li ber avahiya KCD'ê bi tevlîbuna hemû sazî û gelê Amedê komkujiya li Pirsûsê bi daxuyaniyekê şermezar bikin.