KCD:Êdî nikarin demên berê bi kurdan bidin jiyîn
AMED 14.02.2014 09:31:17 Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 15’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ku divê komploger vê baş bizanin ku tu komplo dê dîroka berê li ser kurdan nede jiyîn.
KCD’ê daxuyaniyek nivîskî da û got divê hikûmeta AKP’ê dest ji polîtîkayên xapandinê berde û makeqanûnek demokratîk amade bike.
KCD’ê diyar kir ku ligel kur erdnîgariya Rojhilata Navîn mozîka bawerî, çand û nasnameyane jî her tim ji ber netew dewletan bûye erdnîgariya şer û pevçûnan.
KCD’ê wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê ligel ku gelek çand û bawerî dijîn, Tirkiye di polîtîka înkar û îmhayê de israr dike. Ji ava bûna komara tirk heta îro ji ber polîtîkayên tên meşandin pisgirêka kurd bûye pirsgirêka serek ya Tirkiyeyê. Vê jî bixwe re krîzên aborî, civakî û siyasî û her wiha êşên mezin aniye.
Hêzên serdest yên Tirkiyeyê ji komara tirk heta niha ji bo mafên demokratîk yên gelê kurd nedinê serî li her rê dane. Bi vî awayî Tirkiye hem girêdayê derve maye û hem jî pisgirêka kurd kirine pirsgirekek navnetewî.
Hêzên navnetewî ku ji çareseriya pirsgirêka kurd nexwestin, komplo di 9’ê cotmehê de dane destpêirin û di 15’ê sibatê de bi encam kirin.
Kompoloya di şexsê Birêz Ocalan de pêk hat de, hedef ev bû ku hêviyên jiyana azad û demokratîk ya gelên kurd biqedînin. 15’ê sibatê ji aliyê gelê kurd ve wek roja reş hat îlankirin û ev komplo projeyeke hilweşîn û şer e.
Lê birêz Ocalan û gelê kurd bi têkoşîna ku dan komplo vala derxistin. Divê komploger vê baz binzanin ku dîroka berê êdî nekare li ser kurdan bê meşandin. Gelê kurd îro xwedî biryarbûn, bawerî, rêxistinbûn û hişmendiyeke mezine.
Em careke din komplya navnetewî lanet dikin bang dikin ku gelê kurd têkoşîna xwe bilind bike.”