KCD'î û BDP'î rastî barîkata polîsan hatin
KCD û BDP ji bo li sêgoşeya Lîce, Pasur û Dara Henê li dijî operasonan bibin "mertalên zindî" bi tevlîbûna sedan kesan bi rê ketin
KCD û BDP ji bo li sêgoşeya Lîce, Pasur û Dara Henê li dijî operasonan bibin "mertalên zindî" bi tevlîbûna sedan kesan bi rê ketin. Konvoya bi ber bi herêma operasyonê ve diçû derketina Amedê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.
Hevseroka KCD'ê û Parlementera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Endama Lijneya Koordînasyoan KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, wekîlên BDP'ê Mulkiye Bîrtane û Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, şardarên BDP'î serokên BDP'ê yên bajar û navçeyan, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, Dayîkên Aştiyê, MEYADER û bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Amedê hatin cem hev û pişt re jî bi wesayîtan ber bi naçveya Lîceyê ya Amedê ve bi rêketin. Hate zanîn ku KCD'î û BDP'î piştî Lîceyê dê biçin herêma operasyonê ya Lîce, Pasur û Dara Henê.
Konvoy di derketina Amedê de hate rawestandin
Konvoya ber bi Lîceyê ve derket rê li ber Midûriyeta Trafîkê ya Herêmê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Polîsan bi wesayîtên zirxî û hêzên çewîk barîkat danîn u hemû wesayîtên ji Amedê dihatin rawestandin, lêgerîna pêk anîn. Sekna li nokteya lêgerînê berdewam dike.
(bd)