1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCDK-E ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li hev bang kir
KCDK-E ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li hev bang kir,kcdk,e,ji,bo,kampanya,xwedîderketina,malbatan,a,li,hev,bang,kir

KCDK-E ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li hev bang kir

KCDK-E, ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li malbatên malên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin, banga tevlîbûnê li her kesî kir

A+ A-

BRUKSEL - ANF Ji bo xwedîderketina li malbatên li Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn, Şirnex û Silopiyayê yên malên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xerakirin, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E de hat ragihandin, li hemberî êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên ji bo şikandin û teslîmgirtina vîna Kurdan, yek ji mezintirîn berxwedana dîroka Kurdistanê hatiye nîşandan.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Dewleta Tirk a jê nedihat bendên ciwanên Kurd hilweşîne, bi tank, top, çekên giran û helîkopteran êrîşî cih û warên sivîlan kir. Bi hovane bi sedan Kurd qetil kir. Mirovên li jêrzemînan, li naverastê, li nava malan hatin qetilkirin, şehîdên me yên cenaeyên wan bi dehan rojan li naverastê hatin hiştin, jinên me yên bedenên wan hatin tazîkirin û teşhîrkirin, ciwanên me yên cenazeyên wan li pişt panzeran hatin girêdan û bi erdê re hatin kaşkirin, hê di bîra me de ne. Tiştekî din jî heye ku wê bi sedan salan di bîra me de be. Ew jî; Berxwedan e. Li hemberî vê hovîtiyê, gelê bi rûmet ê Cizîr, Gever, Nisêbîn, Şirnex, Sûr û tevahiya Kurdistanê bi ruhê Rêberê Gel ê demê Mehmet Tûnç li ber xwe da, teslîm nebû. Mehmet Tûnç û hevrêyên wî, li Cizîrê li hemberî tî, birçîbûna bi mehan û êrîşan, serê xwe li ber faşîzma AKP'ê netewandin. Bi soza dayî Mazlûman û Xeyriyan re dilsoz man û bi vî rengî şehîd ketin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, divê xwedî li Kurdên li hemberî êrîşkariya dewleta Tirk li ber xwe da, xwedî derkevin û kesî neke hewcedarê dewletê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kir, ku tevlî kampanya xwedîderketina malbaltan a li hev bibin.