KCK: AKP dixwaze pêvajoyê bidawî bike
BEHDİNAN 05.04.2014 10:56:55 Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bertekên tund nîşanê daxuyaniya serowezîrê Tirk Erdogan ya ku der barê çavçoveya qanûnî ya di mijara hevdîtina bi Ocalan re ya roja rojbûna wî ya wekê ‘Tu tiştê em bikin tune’ da. KCK’ê wiha got: “Erdogan bi daxuyaniya xwe ji zû de pêvajoya ku xitimiye dixwaze ji aliyê AKP’ê ve bê tune kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyên Erdogan yê hilbijartinên herêmî û piştî hilbijartinê nirxand. KCK’ê da zanîn ku ligel ku ew wek tevger û gel tercîha xwe her tim ligel demokrasî û muzakereyê kirine jî AKP’ê berovajî vê nêzîkatî nîşan daye û got: “Li pêş gelê kurd ji bilî rêbaza ku xweseriya xwe înşa bike tu tişt nemaye.
YA KU QEZENC KIR BDP-HDP BÛ
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
Li Tirkiyeyê ji çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê dur, rojevên sexte û çêker derketine holê. Tu partiyeke sîstemê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de nebûye xwedî îrade û perspektîfekê.
CHP’ê di van hilbijartinan de bi Fetullah Gulen re îtîfaq kir û bê îradebûna xwe careke din daniye holê û wenda kiriye. Li dijî hemû xîle û entrîkayên dewletê xeta BDP û HDP’ê qezenc kiriye.
ERDOGAN NAXWAZE OCALAN MUXATAB BIGIRE
AKP jî hemû derfetên dewletê bikartîne û di hilbijartinan de gihiştiye encamekê. AKP di nava xwe de gelek zafiyet û bê îradebûna siyasî dijî û di serî de çareseriya pirsgirêka kurd û di mijara muzakereyê de dê helwestek çawa nîşan bidin jî duh di daxuyaniya Erdogan de derketiye holê. Di demokrasî û genên AKP’ê de demokrasî tune. Bi her aliyê xwe xwedî karekterekî olîgarşîk, faşîzane. Bê rêgez û pragmatîke. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, wekê ku wan daye destpêkirin xwedî lê derketiye û di hilbijartinan de wek argumanek bi hêz bikaraniye. Bi encamên ku bidestxistiye li şûna ku muzakereyek qanûnî bide destpêkirin, ketiye nava helwesteke redkar û înkarker.
Erdogan di civîna xwe ya duh de di mijara muzakereya qanûnî de bi awayekî aşkera diyar kiriye ku tu tiştek tune û li şûna ku Rêber Apo wek îradeya gel û sermuzakerevan bibîne, wek girtiyekî ji rêzê nirxandiye. Akp naxwaze îradeya gel û serokatiyê muxatabê çareseriyê bibîne. Zîhniyeta wê ji vê re girtiye û redkar û înkarkere.
AKP DIXWAZE PÊVAJOYÊ BI DAWÎ BIKE
Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina heyeta dewletê ya 8’ê Adarê û hevdîtina heyeta BDP-HDP’ê ya 9’ê Adarê de diyar kiriye ku heta hilbijartinan şans dide AKP’ê. Her wiha diyar kiriye ku ger ku AKP bingeha hiquqî ava neke dê pêvajo pêş de neçe. Ligel ku AKP û Erdogan vê baş dizane jî di mijara muzakereya qanûnî dibêje ‘Tiştê ku em bikin tune.’ Ev jî tê vê wateyê ku Erdogan dixwaze pêvajoya ku ji zûde xitimiye biqedîne.
RÊBAZEKE DIN NEMAYE
Rêber Apo ji bo ku Tirkiye ji vê kaosê rizgar bibe bi ked û hewldaneke mezin ev pêvajo daye destpêkirin. Lê AKP’ê ev hewldana Rêber Apo û tevgera me wek qelsî û zafiyetê dîtiye û li djî her tim di esasa taktîkê de nêz bûye û bi giştî polîtîkayeke der barê hilbijartinê de meşandiye. Me wek gel û tevger tercîha xwe her tim li alî çareserî û muzakereyê bikaranî. Di vê rewşê de ji bo mel ji bilî înşakirina xweseriya demokratîk tu rêbaz nemaye.
EM JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK DIVÊ SEFERBER BIN
Em bang li gelê xwe dikin ku di vê esasê de têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo înşakirina pergala xwe ya xweseriya demokratîk seferber bin. Her wiha em bang l ihemû rewşenbir, demokrat, hêzên çep û sosyalîst û aqilmendan dikin ku li ser AKP’ê zextê bike û dengên xwe bilind bikin. Ji ber ku ev nokteya niha nokteyek krîtîke. AKP ya dê bikev pêvajoya muzakereyê an jî dê dê bikeve pêvajoyeke ku tu kes naxwaze.”